'Divê daxwazên girtiyên li Îmraliyê bên cih'

  • 09:13 3 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê de wiha got:"Tirkiye hemû peymanên navneteweyî, Rêgezên Mandelayê û pêşniyarên CPT'yê binpê dike."
 
Ev 8 meh in xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin şerdên tecrîdê yên dijwar de ye nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên redkirin û derket holê ku cezayên dîsîplînê ji bo Abdullah Ocalan hatiye dayin. 
 
Dikare hinek sepandinan ferz bike
 
Komîteya Wezîran a girêdayî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) û Beşa Îcrayê ya Konseya Ewropayê di 30'ê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de civîn li dar xist. Di civînê de serlêdanên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Dema komîte tespît bike ku Tirkiye biryarên AÎHM'ê bi cih nayne dikare hinek sepandinan ferz bike. 
 
Ji malbatên Îmraliyê serdana Enqereyê 
 
Tevî biryarên AÎHM'ê li ser Abdullah Ocalan, Veysi Aktaş, Omer Hayri Konar û Hamili Yildirim tecrîdeke giran tê meşandin. Omer Ocalan, xwişka Veysi Aktaş, Sabiha Aslan, birayê Omer Hayri Konar, Emin Konar li Enqereyê hevdîtin pêk anîn. Malbat li civîna komê ya HDP'ê hatin gel hevdu û piştre civîna çapemeniyê li dar xist. Malbat çû serdana Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û xwestin bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe. 
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendê (MYK) ya ÎHD'ê û Berdevka Komîsyona Girtîgehan Nuray Çevirmen hûrguliyên li ser hevdîtina malbatên Îmraliyê ya bi ÎHD'ê re parve kir. 
 
'Peymanên navneteweyî tên binpêkirin'
 
Nurayê bal kişand tecrîda demdirêj a li Îmraliyê û wiha got:"Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'yê Gulana 2019'an ango 8 salan hevdîtinên bi malbat û parêzeran hat astengkirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 2018'an de ji bo tecrîd bê şikandin dest bi grevê kir û nêzî bidawîbûna grevê di 2'yê Gulana 2019'an de hevdîtin bi Abdullah Ocalan hat kirin. 5 caran hevdîtina parêzeran pêk hat. Lê ji 7'ê Tebaxa 2019'an şûnde dîsa tecrîdeke mayinde pêk hat. Bi vê yekê peymanên navneteweyî tên binpêkirin."
 
Rêgezên Mandela
 
Nurayê da zanîn ku mafê hemû girtiyan ên zagonî hene û wiha got:"Piştî serdana CPT'yê ya girtîgehên Tirkiyeyê hinek rapor û pêşniyarên CPT'yê hene. Raporên 2017 û 2019'an di 5'ê Tebaxa 2020'î de hatin weşandin. Lê belê Tirkiyeyê pêşniyarên hevdîtina malbat û parêzeran bi cih neanî. Li gor madeyên Mandelayê jî divê hevdîtin bikaribin bên kirin. Lê belê ev jî bi cih nayên."
 
'Malbatan rakirina tecrîdê daxwaz kirin'
 
Nurayê bi lêv kir ku malbat ji bo daxwazên wan bên cih serdan kirine û wiha got:"Îmrali mijareke di rojeva me de ye. Binpêkirina mafan di rojeva me de ye û ji bo vê yekê em xebatan dikin. Herî dawî di meha Îlonê de ma bang li  OHD, ÇHD, CSST, TUHAD, TÎHV, ÎHD û CPT’yê kiribû. Me hevdîtin jî kir. Me xwest mafê malbatan bê dayin. Ji bo vê jî wekî sazî çi bikeve ser milê me em ê bikin."