Semra Guzel: Gel tevî hemû zextan ligel HDP’ê ye

  • 09:03 30 Mijdar 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Semra Guzel a HDP’yî diyar kir ku desthilatdarî HDP’ê wek xetere dibîne û tevî hemû polîtîkayên zextê û operasyonan gel li ba HDP’ê ye.
 
Operasyonên qirkirina siyasî yên li hember HDP û pêkhateyên wê bi lez didome. Her roj operasyonek tê rojevê û di 8-9’ê Mijdarê de navenda wê Amed li 5 bajaran serdegirtina malan pêk hat û ji 19 kesê hatinbûn binçavkirin 14 heb hatin girtin. Piştre ji bo kesên hatine girtin tevlîbûna bîranîna komkujiya Halepçeyê û salvegera qetilkirina Musa Anter hincet nîşan dan. Ji 25’ê Mijdarê heta niha li gelek bajaran bi operasyonan gelek kes hatin girtin.
 
Parlamentera Amedê Semra Guzel têkildarî doza girtina der barê HDP'ê, binçavkirina endamên HDP'ê û welatiyan, girtin, astengiyên li pêş jinan, polîtîkayên şerê taybet û fezlekeyên ji parlamenterên HDP’ê hatine amadekirin de nirxandin kir.
 
‘HDP polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr dike’
 
Semrayê bi lêv kir ku operasyonên li hember HDP’ê darbeya siyasî ye û desthilatdarî HDP’ê li hember xwe asteng dibîne û wiha dirêjî dayê: “Îro yekane partiya ku tiştên ku zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê dike, teşhîr dike û ji gel re radigîne, HDP ye. Ji ber ku HDP tê qebûlkirin jî desthilatdarî dest bi operasyonan dike. HDP partiyeke rengîn a di nav gelan de ye. Li aliyê din jî di anketên ku AKP-MHP’ê dikin de jî rêjeya dengên HDP’ê zêde dertê. Dema vê dibînin dest bi êrîşan dikin. Bêguman xuyaye AKP ketiye nava tengezariyê. Doza Kobanê hat vekirin. Li hevalên me yên hevserok doz hatin vekirin. Niha doza HDP’ê di rojevê de ye. Ev tol û hêrsa hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015'an e. Wê demê AKP-MHP’ê gotibû ‘400 parlamenterî bidin em vî karî biqedînin’. Dîsa got ‘Em nebin desthilatdar wê koas biafire’. Kaosa salên dawî jî encama vê ye.”
 
Semrayê teqîna 5’ê Hezîranê ya Amedê, komkujiya 20’ê Tîrmehê ya Pirsûsê, teqîna 10 Tîrmehê ya Gara Enqereyê, êrîşa li hember daweteke li Dîlokê bi bîr xist û wiha got: “Bi DAIŞ’ê re li hev kirin û hawira ‘ji me wêdetir çare nîne’ afirandin. Koas û krîza niha em tê de ne bi vê re hat. Serokwezîrê wê demê got ‘bi êrîşan re dengên me zêde bûn’. Li ser mirinan ev rewş anî ziman.”
 
‘Gel piştî operasyonan xwe nadin alî’
 
Semrayê daxuyakirin ku ji 7’ê Hezîrana 2015’an heta niha bi qirkirina siyasî re rû bi rû ne û got HDP piştî operasyonan dîsa li qadan bû û bi gel re têkoşîn daye. Semrayê wiha bi lêv kir: “Tevî operasyonên hatin kirin dengên HDP’ê zêde bûn. Em li dijî operasyonan bêdeng namînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ne gel ne jî siyasetmedar piştî operasyonan xwe nedan alî. Em li dijî operasyonan bêdeng namînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ne gel ne jî siyastmedar bêdeng neman. Li Amedê di demên dawî de gelek operasyon pêk hatin. Dosyayên operasyonan naveroka wan vala ne. Dema mirov li hincetan dinêrin dibînin ku daraz di destê wan de ne.”
 
‘Gel tevî her tiştî ligel me ye’
 
Semrayê bal kişand ser operasyonên demên dawî û diyar kir ku di çarçoveya operasyonan de xebatkarên komele, sendîka, partiya siyasî hatine binçavkirin û wiha pê de çû: “Ji kesên di bin çavan de pirsên eletewş dipirsin. Dibêjin ‘Çima tevlî bernameya 8’ê Adarê bû, kê rê da ber te? Çima Gulîstan Doku dipirsîn?’. Jin tevli bernameyên saziyên xwe dibin. Lê pirsên wisa bêperwa ji wan dipirsin. Ji komkujiya Halepçeyê re dibêjin komkujiya ‘qaşo’. Ev heqeret e. Di enfalê de kurd hatin qetilkirin. Sedema vê komkujiyê dijminahiya li hember kurdan bû. Tevî hemû pêkanînan gelê me ligel me ye. Desthilatdarî jî dizane operaysonên wan tu fêdeya wan tune ye.”
 
‘HDP’ê wek xetere dibînin’
 
Semrayê nirxandina xwe wiha domand: “Li parlamenteran ji ber tevlî bername û çalalakiyan bûye fezleke hatina madekirin. Her gotina muxalefetê ji aliyê desthilatdariyê ve sûc  teşkîl dike. Li gor wan tiştên ew dikin legal ên em dikin îlegal e. Em siyaseta gel dimeşînin. Em berdevkên gel in. Axaftina di bîranîna komkujiya Halepçeyê de  tê îlegalîzekirin. Ev bûyerek hatiye jiyîn e. Îro siyaseta HDP’ê jî xetere dibînin. Ev tiştên tên jiyîn encama zîhniyeta yekparêz e.”
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dadger di çarçoveya hiqûqê de biryarê nagirin. Dadger hemû gotinên siyasetmedaran sûc dibînin. Têkoşîna jinan ji aliyê polîsan ve tê astengkirin û ev zîhniyeta hikûmetê nîşan dide. Hinek parlamenterên wan jî matmayî ne. Ew jî vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Em ê bandora vê di rojên pêş de bibînin. Kaos û krîz polîtîkayên şer derdixe holê.”