'Çima li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bê deng in?'

  • 09:02 30 Mijdar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî Dayikên Aştiyê yên Amed û Êlihê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kimyewî tê wateya domandina zilmê ye. Gelo çima ev qas li hemberî kurdan bê deng in?"
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna ve Avaşînê yên Herêma Kurdistanê ku di 23'yê nîsanê de dest pê kiribûn didomin. Di van êrişan de Tirkiye çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Ji bo bikaranîna van çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê gelek caran bang li saziyên neteweyî û navneteweyî hat kirin û hat xwestin ku bikaranîna çekên kîmyewî di cih bê lêkolînkirin. Ligel van hemû bangan jî heta niha rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê û welatên Ewropayê bêdengiya xwe diparêzin. 
 
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, rojên borî li ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) civiyan bertekên xwe anîn ziman. Her wiha kurdên li Ewropayê ber bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya NY (OPCW) ve meşek li dar xistin û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Dîsa Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî rojên borî pêşniyazname pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir û pirsa bikaranîna çekên kîmyevî kiribû. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, di 11’ê mijdarê de ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ya Silopiya Şirnexê ve meşek lidarxistibûn û bertekên xwe der barê bikaranîna çekên kîmyewî de anî bûn ziman. Endamên Dayikên Aştiyê yên Êlih û Amedê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Hevkariya dijminê xwe nekin...'
 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Elîf Tiloktimûr bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kimyewî şermezar kir û got: "Em li Silopîyayê çûn heya ber deriyê sînor. Lê belê em rastî astengiyê hatin. Dilê me tu carî rehet nîne. Ji ber ku em dizanin ku em çi bikin jî têrî nake. Bi çi awayî be jî divê malbat cenazeyên xwe bigirin. Bila şerê birakujî nekin. Di serdama Saddamê de jî li dijî kurdan çekên kimyewî hatibû bikaranîn û kurd hatibûn qetîlkirin. Niha jî heman tişt pêk tê. Ev sûc e û divê neyê kirin. Bila hikûmeta Başûrê nebe hevkariya vê sûcê û dijminê. Divê dev ji vê xiyanetê berdin. Ew jî kurd in. Barzanî bila ji bavê xwe şerm bike. Bavê wî çi bibûya jî berê xwe nedida xiyanetê û hevkariya li dijminê nedikir. Pêdiviya me ya yekser yekitî ye.”
 
'Tu wijdan vê zilmê qebûl nake'
 
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Êlihê Behiye Sevîm jî anî ziman ku bikaranîna çekên kimyewî di cîhanê de wek êrişê li dijî nirxên mirovahiyê tê hesibandin. Behiye, destnîşan kir ku divê berpirsyar hesabê bidin û wiha pêde çû: “Li cîhanê çi dibe bila bibe li hemberê bedena mirovan divê sûcên wisa neyê kirin û neyê qebûlkirin. Çekên kimyewî li dijî mirovahiyê ye. Di encama bikaranîna çekên kimyewî gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Lê cenazeyên wan kesan radestî malbata wan nayê kirin. Ev zilm û sûc e. Tu wîjdan ev zilmê qebûl nake. Divê rayedar erka xwe bînin cih û berpirsyar hesaba vê sûcê bidin. Ez  carek din dibêjim; ji tecrîdê re na, ji çekên kimyewî re na û  ji aştiyê re erê. Em aştiyekê mayînde dixwazin. Divê li tu derê dengê tank û topan neyê. Heke zarokên wan bi tankan, topan û bi çekên kimyewî ve êrîşî li wan bê kirin ew ê çawa li cihê xwe rûnen. Lewra divê em jî li cihê xwe nasekinin û li ber xwe bidin." 
 
‘Çima li hemberî kurdan bê deng in?'
 
Behiye, desnîşan kir ku ligel Herêm Federal a Kurdistanê li hemberî Serêkanî, Kobanê, Qamişlo jî çekên kîmyewî tê bikaranîn û got: "Ewropa dibêje ez mafê mirovan diparêzim. Ka heq û parastin? Qey heqê mirovan çekên kimyewî ye? NY bêdeng e, CPT bêdeng e, Iraq û hikûmeta Başûr bêdeng e. Gelo çima ev bêdengî tenê li dijî kurdan e? Ez bang li Barzanî dikim; tu çi bikî jî tu kurd î, tu biçî li ku derê jî tu kurd î. Ferqa me û ya te nîne. Lê bele wijdanê me rehet. Lê ya te ne rehet e! Divê welatiyên li Başûr li dijî vê şerê rabin ser piyan. Bi taybetî jî bang li dayikan dikim ku bila bêdeng nebin û li dijî şerê birakujiyê têbikoşîn." 
 
‘Çareserî ne di şer de ye’
 
Herî dawî jî ji Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Kudret Eryilmaz axivî û destnîşan kir ku çareserî ne di şer de ye. Kudret wiha nêrînê xwe anî ziman: "Çekên kimyewî ne tenê mirovan qetîl dike, di heman demê de xwezayê jî qîr dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li ser navên dayikên Amedê ew şerê birakujiyê şermezar dikim. Çareserî ne di şer de ye. Pirsgirêk li ser masê tê çareserkirin. Ew çekên kimyewî kezeba dayikan diperîtine. Divê Ewropa li hemberî vê yekê helwestê nîşan bide. Ez helwesta Barzanî şermezar dikim, yê ku îro rêya bikaranîna çekên kimyewî vekiriye ew bi xwe ye. Dîrok jî vî efû nake."
 
'Em ê yekitiya xwe avabikin'
 
Kudret wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di qetlîama Helebçê de 5 hezar kurd bi çeken kimyewî hatin qetîlkirin û gotin qey ew ê kurdan biqedînin. Lê kurd neqedin û wê neqedin jî.  Yek kurdek hebe jî ew ê têkoşînê bimeşîne. Heke em îro deste xwe nedin deste hevdû kes tu kes xwedî li me dernakeve. Loma em tevî van yekan yekitiya xwe ava bikin.”