Jin li dijî polîtîka şerê taybet berxwe didin

  • 09:07 26 Mijdar 2021
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Yek ji cihên ku pargala cerdevaniyê ya parçeyeke polîtîka şerê taybet lê tê meşandin jî navçeya Şaxê ya Wanê ye. Jinan diyar kirin ku di salên dawî de ev pêkanîn tê ferzkirin û ew di ferqa van polîtîkayan de ne û tu car qebûl nakin.
 
Polîtîkayên şerê taybet ji sala 2000’î heta niha bi teşeyên cuda didomin. Yek ji van polîtîkayên mijara gotinê ye jî ferzkirina cerdevaniyê ye. Li bajarên herêmê ji sala 1985’an heta niha cerdevanî tê ferzkirin û bi taybet ji sala 1993’an heta niha gund hatin valakirin û şewitandin. Di alî aborî de welatî bi zextan re hatin rû hev û cerdevaniya ku mehane mûçeyê didin hat ferzkirin.  Di salên dawî de gelek cerdevan tevlî gelek sûcên wekê êrîşa zayendî, kuştinên jinan, hişbir û fuhuşê dibin. Ji bo ku cerdevanî bêrakirin jî nîqaş tên kirin lê mixabin tu encamek nehat girtin û  hejmara cerdevanan jî her ku diçe zêde dibe.
 
Di 17 salan de sûcên li hember jin û zarokan
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 1992 û 2009’an de ji aliyê cerdevanan ve ev sûc hatine kirin: 38 gund hatin şewitandin, 14 gund hatin valakirin, 12 tecawiz û tacîz, 22 kes hatin revandin,  li hember 294 kesî êrîşa çekdarî hat kirin, 183 kes hatin qetilkirin, 259 kes birîndar bûn, du kes hatin windakirin, 50 kes hatin înfazkirin, 70 xesp hatin hatine kirin, 562 kes hatin îşkencekirin, 59 kes hatin binçavkirin, 9 kesî întîxar kir û 17 daristan hatin şewitandin.
 
 Li gorî daxuyaniya wezareta karê hundir ya di 20’ê Adara 2009’an de kiriye, li 22 bajarî  47 hezar û  819 cerdevanên ji bo demekê û li 32 bajarî jî 24 hezar û 88 cerdevanên dildar, bi giştî 71 hezar û 907 cerdevan hene. Li gorî qeydên fermî yên wezaretê 5 hezar û 139 cerdevanî sûcên cuda kirine.  Li aliyê din jî di 2017’an de desthilatdariyê bi biryarên nû re ‘cerdevaniya gund’ wek ‘cerdevanên ewlehiyê’ navê wan guhert.
 
Li jinan jî tê ferzkirin
 
Ji 2002’an ku AKP bûye desthilatdar heta niha polîtîkayên şerê taybet giran bûne û yek ji parçeyên van polîtÎkayan, pergala cerdevaniyê ye. D salên dawî de ev li jinan jî tê ferzkirin. Yek ji van cihan jî navçeya Şaxê ya Wanê ye. 
 
‘Ji ber ferzkirina cerdevaniyê axa xwe terk kirin’
 
Şêniya navçeyê Leyla Buge da zanîn ku sala borî polîsan bi ser mala wê de girtiye û ligel polîsan cerdevanên jin jî hebûne û wiha dirêjî dayê: “Ji salên 90’î heta niha ji ber ferzkirina cerdevaniyê bi sedan welatî neçar man axa xwe terk bikin. Ev 5 sale di bin navê cerdevanên ewlehiyê de çek dane bi dehan kesî. Berê hejmara jinên çek digirtin kêm bû. Lê di demên dawî de bi aşkera jin çekan digirin. Em dibêjin çima hun wisa dikin dibêjin ‘ji ber pirsgirêkên aborî’.”
 
‘Divê jin cerdevaniyê qebûl nekin’
 
Leylayê bi lêv kir ku berê di rêveberiya HDP’a navçeyê de cih digirt û ji ber lêpirsînên li wê û hevjînê wê hatine vekirin polîsan bi ser mala wan de girtine û ligel polîsan cerdevanên jin hebûne. Leylayê mijar wiha nirxand: “Dîrok baş nayê bîra min lê sala borî polîsan bi ser mala min de girtin.Jin ligel wan hebûn. Polîsên mêr lêgerîn dikirin min bertek nîşan da. Li ser vê cerdevanên jin anîn. Ez xemgîn bûm. Çi dibe bila bibe divê jin cerdevaniyê qebûl nekin.”
 
‘Herî zêde jin bi bandor dibin’
 
Leylayê wiha dawî lê anî: “Divê jinek Kurd çeka dewletê negire û li dijî Kurdên din ranebe. Divê jin tiştekî wisa qebûl nekin. Ji ber herî zêde jin ji polîtîkayên şer bi bandor dibin. Divê em ji bo aştiyê têbikoşin. Li şûna girtina çekan divê em ji bo aştiyê biaxivin.Jinek bixwaze bi keda destê xwe dikare debara xwe bike.”
 
‘Jin rastî qirkirina civakî tên’
 
Aktîvîsta TJA’yê Aynur Sarica bi lêv kir ku di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de li Şaxê bi jinan re hatine gel hev û wiha nirxand: “Me pirsgirêk guhdar kirin û nîqaş meşandin. Polîtîkayên şer li navend û navçeyan cuda bandor dike. Li navçeyê yek ji pirsgirêka giştî ya jinan ev bû ku jin di hedefa şerê taybet de bûn. Polîtîkayeke ji bo xistina jinê tê meşandin. Leşker, polîs bi rehetî dikevin navçe û gundan û xebatên binpêkirina mafên jinê dimeşînin.”
 
‘Em li her qadê xwe rêxistin dikin’
 
Aynurê destnîşan kir ku wek TJA bi têkoşîna azadiyê li her qadê li dijî polîtîkayên şer xwe rêxistin dikin û wiha dawî lê anî: “Em daxwaza azadiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê li qadan biqîrin. Em ne tenê di 25’ê Mijdarê de her tim têkoşîna xwe dimeşînin. Şêniyên navçeyê kesên herî zêde ku koçberî li wan tê ferzkirin in. Ev polîtîka niha dîsa ketine dewrê û em vê qebûl nakin. Jin li dijî vê pergalê xwe diparêzin.”