Jinên herêma Firatê ji bo 25'ê Mijdarê herikîn qadan

  • 14:38 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi sedan ji jinên herêma Firatê bi munasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meşiyan. 
 
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê meşeke girseyî bi dirûşma "Têbikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe" li dar xist. 
 
Di meşê de bi sedan ji jinên kantona Kobanê, navçeya Eyn Îsa, bajarokê Sirînê, Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, sazî û rêxstinên civaka sivîl, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amede bûn. Jinan pankartên bi nivîsa "Wê têkoşîna jinê tundiyê têk bibe", "Dengê min bi dengê te re, na ji qetilkirina jinê re", wêneyên jinên ku di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, jinên ku bi tundiyê re rû bi rû man û yên ku dawî li jiyana xwe anîn, her wiha alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildabûn.
 
Meşê ji Qada Şehîd Egîd bi berzkirina dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Na ji tundiyê re" dest pê kir, ber bi qada Jina Azad ve çû û rawestiya. Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. 
 
Pişt re Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro axivî û wiha got: "Em vê rojê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistin û tevgerên jin ên herêmî û cîhanî pîroz dikin. Em dibêjin ku her roj, her meh û her sal rojên me yên têkoşînê ne. Em weke jin pêşeroj, çarenûs û destûra xwe bi destên xwe binivîsin û diyar bikin. Em bi vê wesîleyê banga xwe ji bo jinên azadîxwaz dikin ku em asta têkoşîna xwe mezin bikin, tundiyê bi dawî bikin û azadiya xwe mîsoger bikin."
 
Her wiha berdevka Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl, wiha got: "Ev roj di encama têkoşîneke mezin a Xwişkên Mîrabel de hat bidestxistin. Lewra divê ku em xwedî li vê destkeftiyê derkevin. Li ser vê bingehê em weke Kongreya Star soz didin ku em ê têkoşîna azadkirina jin û sererastkirina civakê berdewam bikin. Em bang li jinan dikin ku li dora pirojeya azadiyê bicivin."
 
Meş bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û " Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.