Songul Guler: Xweparastin xaleke sereke û jiyanî ye

  • 09:05 25 Mijdar 2021
  • Rojane
Mizgîn Marînos
 
MEXMÛR - Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler diyar kir ku bi taybet di pergala netew-dewletê de çeka yekem ya dewletê tunditiye û got: "Li beramberî tundiya tê meşandin xweparastin jî xalekî sereke û jiyanî ye. Bi tecrûbeyan hat îspat kirin ku xilasbûn jî bi hêzbûn û rêxistinbûna jinan re derbaz dibe."
 
Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li hemberî Jinê ye. Li gelek deverên cîhanê jin îro dê dakevin qadan li dijî tundî, destdirêjî û qirkirina jinê biqêrin. Li tevahiya Kurdistanê jinên kurd bi rojane xebatên 25'ê Mijdarê dikin û bal dikişînin ser polîtîkayên desthilatdariyê ya li hemberî jinan. Endama Komîteya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Songul Guler derbarê bandora pergala baviksalarî ya li ser jinê û têkoşîna jinên kurd de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Pergala baviksalarî bi hişmendiya tundiyê avabûye’
 
Songul, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bingeha tundiye û got: "Di hemû qadên jiyanê de tundî derdikeve pêşiya mirovan ji ber wê yekê jî mirov nikare tundiyê ji jiyanê qut bigire dest. Ger ku em temaşe bikin, lewazxistina civaka xwezeyî û pêşketina pergala baviksalarî jî bi heman hişmendiya tundiyê pêşdikeve. Tundî, bi binketina çanda jin-dayik li beramberî wê bi aqlê zilamê serdest pêşketina hilberîna zêde dest pê kir û bi vê yekê re jî li derveyî pîvanên exlaqî û bê hiqûqî tundiyekî bi plankirî, tundiyekî bi zanist û tundiyekî bi birdozî hatin meşandin. Ev tundî bi taybetî li ser hebûna jinê, li ser xwebûna jinê bi awayeke deronî, fizikî û cinsî pêşketin. Li ser van hersê esasên bingehîn ji wê serdemê heya roja me ya îro tundî her ku derbaz bûye kûrtir û berfirehtir bûye. Em dikarin bêjin ku her bîrdoziyekî ku hatiye avakirin bi tundî û rêbazên zoriyê bi jinê û di heman demê de jî bi kuştin, talan û qirkirinê jî bi civakan dane pejirandin. Tu bîrdozî ne li gorî xwesteka jin-civakê, ji bo çawa civakê bixin bin qontrolê hatin avakirin, ev jî taybet li ser jin û zarok bi awayekî taybet dan meşandin xwestine li gorî xwe civakekê bidin avakirin. Mirov dikare bêje ku ev tundî bi hezaran sal in bi vî şêwazî berdewam dike. 
 
‘Çeka yekem ya dewletê tundiye’
 
Songul, da zanîn ku tundî çeka yekem ya dewletêye û got: “Bi taybet di pergala netew-dewlet de çeka yekem ya dewletê tunditiye. Destpêkê şerekî deronî li ser civakê dide meşandin, piştre hişmendiyekî çewt dide avakirin û bi rêbazên gelek zirav tundiyê dide meşandin. Gelek caran weke jin weke civak em nakevin di wê ferqê de, bi navê ewlekarî, dibin navê hezkirinê de, dibin navê parastinê de dibin navê tu ya minî de hertiştî ji bo xwe weke maf dibîne û êriş dike. Ev tundiya ku tê meşandin ne tenê li ser jin, di heman demê de li ser zarok û xwezayê jî tê meşandin. Niha bi taybet li bajarên mezin bi hezaran zarok hene ku bê xwedî jiyan dikin ji hemû mafên xwe bê par hatine hiştin û wan ber bi rêyên xirap ve birine. Li beramberî van hemû êrişan dimînin û gelek caran jî ji bo van karan dibin amûr. Disa di nava pergala dewletê de gelên kêmnetew li ser çanda wan zimanê wan û hebûna wan tundî tê meşandin û gelek caran tê qedexekirin. Ango mirov dikare bêje ku di giştî pergala dewletê de li hemû deverên cîhanê tundî çeka herî sereke ye.” 
 
‘Tiştên bê exlakî derdixin pêşberî jinên kurd'
 
Songul, anî ziman ku pergala heyî ne tenê li ser jin li ser tevahiya xwezayê tundiyê dide meşandin û wiha berdewam kir: “Di vê pergala qirker de em nikarin bêjin ku tenê mirovatî bi tundiyê re rûbirû dimîne, xweza bi giştî li rastî vê tundiyê tên. Di vê zihniyeta baviksalarî de hişmendiyekî ku ‘her tişt ji bo min hatiye afirandin’ heye. Ji ber wê sedemê jî ji xwe re maf dibîne ku êrişî her tiştî bike. Bi taybet li Rojhilata Navîn û hemû welatên cîhanê ev şerê fizîkê û deronî li ser jin, civak û xwezayê tê meşandin. Di sedsala 21’an de lêdana jin-zarokan her wiha qetlîama li ser xwezayê di van kêliyan de jî berdewam dike. Bi taybet dema ku berê xwe didin Kurdistanê, şerê ku li tê meşandin ne tenê şerê leşkerî hemû corê tundiyê li ser serê kurdan tê kirin û bi taybet hedefa destpêkê jinin. Li mal, kolan û dibistanan gelek caran tundiya tê meşandin dibe sedema canê wan. Tekoşîna sazî û rêxistinên jinan li beramberî vê tundiyê berçave lê kêm in, ji ber ku heya niha jî jin tên qetilkirin. Li ser jinên kurd ku li mafên xwe xwedî derdikevin şerekî bi zanebûn di aliyê leşkerî, hewayî û bejahî de tê meşandin. Wan ber bi rêyên xirap ve dibin, dixwazin bi tiştên bêexlaqî wan bixin û wan ji xwebûna jin dûr bixin. Ji ber ku jinên kurd bi fikir û felsefeya Rêberî xwe pêş têxin, rêxistina xwe çêdikin û xwedî li têkoşîna xwe derdikevin.”
 
‘Xweparastin jiyanî ye’
 
Songul Guler, diyar kir ku tundiya li ser jinan tê meşandin ne qedera wan e û got: “Li beramberî tundiya tê meşandin  xweparastin xalekî sereke û jiyanî ye. Divê em weke jin bizanibin ku tu kes lêdan û kuştin heq nake, tu kes nikare mafê jiyanê ji wan bigire. Li ser vî bingehî divê em ji bîrdoziya rizgariya jin bawer bikin û li gorî pergala zanista heqîqetê xwe perwerde û rêxistin bikin. Çi dibe bila bibe divê em li beramberî tundiya tê meşandin bersiva xwe bidin. Divê em jin fikrê xwe, hizra xwe, ruh û bedena xwe perwerde bikin. Divê jin deroniya ku ‘min lêdan heq kiribû ger min wisa nekiriba min lêdan ne dixwar’ li ser xwe bavêjin. Divê her tim ji xwe re bêjin em jin in, em hene û nasnameya me heye. Jin dema bi tundiyê re rûbirû dimîne gelek ji wan xwe radestî saziyên bi dewletê ve girêdayî dikin û li wir jî li rastî gelek nêzîkatiyên der mirovî tên. Divê jin bi hêza xwe bawer bin û bizanibin rêxistin û saziyên bi hişmendiya zilam hatine avakirin tu carê jiwan re nabin bersiv. Eger ku em bîrdoziya rêxistina jin bikin pergal û xwe li gora wê kom bikin em ê bi xwe ji pirsgirêkên xwe re bibin bersiv. Dema ku me karî jinan ji vê tundiyê xilas bikin em ê wê demê bikarin civakû xwezayê jî rizgar bikin.”
 
‘Artêşbûna jina kurd mînak e'
 
Endama Komîteya Jineolojiyê Songul, derbarê artêşbûn û partibûna jin ê de jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di dîroka têkoşîna jinên cîhanê de artêşbûna jina kurd mînakek zindî û yekem e. Bîrdoziya Rêber Apo esas girtin, li gorî wê xwe ji nûve avakirin û gihiştin asta herî jor serkeftinekî mezin bi dest xistin. Ev ji bo me jinên di nava civakê û hemû jinên cîhanê jî buye îlham, cihê çareserî û baweriyê. Avabûna partiya jin û avabûna artêşa jin hêzekî mezin dide me. Li aliyê din artêşbûna jin li derveyî welat ji bo gelek jinên ji netew û çandên cuda bûye hêz û baweriyekî mezin. Bi taybet jî xwe dibin birdoziya Jineolojî de xwe bi rêxistin dikin. Ji bo wê jî hatiye îspat kirin ku xilasbûna jinan bi hêzbûn û rêxistinbûna jinan re derbaz dibe. Di cîhanê de diyar bûye ku sekna jinên kurd qehremantiya jinên kurd tê nîqaş kirin û bûne mînak. Ev jî tê wê wateyê ku jin encax dikarin bi vê rêbazê xwe ji vê krîza ew qasî kûr rizgar bikin.” 
 
‘Têkoşîna heyî têr nake' 
 
Songul, qala rêxistinbûna jinê ya di wargehê de jî kir û wiha got: "Weke jinên Mexmûrê em ji vê bîrdoziyê sûdê digirin. Em weke jinên penaber li hemberî tundî zehmetiyên heyî divê bêhtir xwe bi rêxistin bikin, ji ber ku nasnameya jinbûn û nasnameya penabertiyê barê me bêtir giran dike. Pêwîste rêxitinbûn ji bo me hîn zêdetir karekî sereke û jiyanî be. Weke li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, meclis û saziyên hatine avakirin û xebatên tên meşandin heya astekî berçave, hêviyekê dide mirovan. Weke jinekê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe saziyekê ku em serî lêbidin heye. Ev jî ji bo me keyfxweşî û hêzekî mezine. Lê dîsa jî di şert û mercên heyî de li beramber tundiya tê meşandin ev têkoşîn têre nake ji ber ku hêj heya niha jî jin bi tundî, tacîz û tecawizê re rûbirû dimînin û tên kuştin."
 
'Serkeftin ya me ye'
 
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Songul Guler wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo rêxistinbûn, yekitî û derxistina nasnameya jin hêj xebat, lêhurbun û têkoşîn pêwîst dike. Li wargehê kedek xweser a jinan heye, biryarên ku tên dayîn û xebatên tên meşandin bi giranî jin têde cih digirin. Lê pêwiste bi zanistî naveroka van xebatan bê dagirkirin û ev xebat hin zêde berfireh bê kirin. Di vê çarçoveyê de em nêz dibin. Em dibêjin serkeftin ya me ye."