Ji meha çile heta meha cotmehê 253 jin hatin qetilkirin

  • 09:12 23 Mijdar 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogullari, ji meha Çile heta meha cotmehê qetilirina 253 jinan nirxand û got dema şîdeta li ser jinan zêde dibe têkoşîn jî zêde dibe û got: “Em feshkirina peymanê wek êrîşa li dijî destkeftiyên jinan dibînin lê me dest jê bernedaye. Jin li qadan têkoşînê dimeşînin.”
 
Li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe û êrîşên li hember destkeftiyên jinan jî her diçe giran dibin. Mekanîzmayên darazê destê deshtilatdariyê de ye û di dozên qetilkirina jinan de bi hincetê wekê ‘namûs, tahrîk, rewşa baş, kravat, cil û berg’ ceza tên daxistin û bi destê daraza mêr jinên parastina cewherî dikin tên darizandin.” AKP’ê ku di pêvajoya koronavîrusê de bi qanûna înfazê ya derxist re ne girtiyên siyasî kujer, tecawizkarên jinan derxistin. Mêrên ji girtîgehê derketin bi cesareta girtin çûn ber derê jinan û tehdîd kirin.
 
Di 20’ê adarê de serokkomor Erdogan îlan kir ku ji Peymana Stenbolê vekişiyane.  Serokkomar ku carek din dijminahiya li hember jinê nîşan da, di 1’ê Tîrmehê de Peyman ji meriyetê rakir. Jinên li dijî vê derketin jî bûn hedefa serokkomar. Di 2020’an de herî kêm 332 jin hatin qetilkirin. 110 jî mirinên biguman hatin jiyîn. Ji 20’ê adarê ku peyman hat rakirin heta meha hezîranê herî kêm 81 jin hatin qetilkirin. Ji meha çile ya 2021’ê heta meha cotmehê 253 jin hatin qetilkirin û 150 hebî jî biguman jiyana xwe ji dest dan. Ji parêzerên Hiqûqa Civakî Sevînç Hocaogullari bi wesîleya 25’ê Mijdare Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Ser Jinê nirxandin kir.
 
‘Peyman bi têkoşîna jinê hatibû bidestxistin’
 
Sevînçê balkişand ser girîngiya Peymana Stenbolê ya hatiye rakirin û got peyman bi têkoşîna jinê hatiye bidestxistin û wiha pê de çû: “Ev ne peymana ku desthilatdariyê diyariyê jinan kiriye. Jinan bi salan têkoşîn dan û di encama vê de bidest xistin. Li Tirkiye û cîhanê têkoşîna jinan a li dijî dewletê her diçe xurt dibe. Biryara feskirina Peymana Stenbolê jî nikare vê bide sekinandin. Şîdeta li ser jinan zêde dibe. Sererastkirinên ku pêşî li vê bigirin hene. Yek ji van sererastkirinan Peymana Stenbolê bû. Ger ku xalên peymanê pêk bên wê pêngavên ku şîdetê ji holê rabike jî bên avêtin. Ger ku bixwazin bidin jiyîn divê peymanê pêk bînin. Ger ku naxwaze bide jiyîn jî wê jê derkeve. Me jinan di pêvajoya têkoşînê de ev fêr kir.”
 
‘Pergala serdest a mêr hildiweşe’
 
Sevînçê her wiha destnîşan kir ku şîdet ji zayenda civakî diqewime û ev xalên Peymana Stenbolê de jî cih digirin û wiha dirêjî dayê: “Yek ji alavên herî sereke ya jinan îro di bin kontrolê de digire şîdete. Ev şîdet, şîdeta mêr, şîdeta dewletê, şîdeta mekanîzmaya ku daxwazên azadî û wekheviyê diçewisîne ye.  Desthilatdarî vê dizane; pergala serdest ya mêr ku ava kirine hildiweşe. Jin êdî vê pergalê qebûl nakin.  Ji ber vîrusa korona tahliye hatin rojevê.  Dema ev tahliye hat rojevê, kesî pirsa ‘jin wê ji gumanbarên bên berdan çawa bê parastin?’ ne pirsîn.  Der barê vê de tedbîr nehat girtin. Em nikarin bêjin ev hatiye jibîrkirin. Ev tercîhek bû. Di vir de helwestek ku şîdetê esas digire hebû.”
 
‘Em pêngavan davêjin’
 
Sevînçê dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Daneyên bi rayagiştî re hatine parvekirin, nîşan dide ku şîdeta li hember jinê roj bi roj zêde dibe.  Li dijî şîdetê têkoşîna jinan didome. Ji bo dawîbûna şîdeta li ser jinê, ewlehî  têkoşîna jinê ye. Em berdewama piştevaniya jinê dibînin. Jinan di pêvajoya qedexeyan de jî têkoşîn meşand û mezin kirin. Têkoşîna li kolanan girîng e. Ev bandor li edliye û rûniştinan dike. Me dest ji peymanê bernedaye. Heta me hîn bêtir pêngav avêtine. Jinan îro li her qadê têdikoşin. Em tiştên nû nîqaş dikin. Sendîka, ILO 190’î nîqaş dikin. Em ji Peymana Stenbolê tawîz nadin.”