Çalakvanên Sêmalka: Em ê xwedî li şehîd, welat û axa xwe derkevin

  • 09:07 22 Mijdar 2021
  • Rojane
Gulîstan Şahîn 
 
QAMIŞLO - Çalakvanên ku tevlî çalakiya kon a Deriyê Sêmalka dibin dan zanîn ku ew dev ji israra xwe ya wergirtina cenazeyên zarokên xwe bernadin û heta cenaze bigirin wê bi awayekî çalak tevlî çalakiyê bibin.
 
Di meha tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Başurê Kurdistanê, di kemîneke pilankirî ya PDK'ê de 5 şervanên azadiyê hatin şehîdxistin û şervanek jî heta niha jî eqûbeta wî ne diyar e.  Kesên hatin şehîdkirin du jê jî ji rojavayê Kurdistanê ne. Bi daxwaza radestkirina cenazeyên pakrewanan û şermezarkirina PDK'ê ji ber helwesta wê ya li dijî kurdan, bi pêşengtiya Malbatên Şehîdan û dayikên aşitiyê li ber dêriya Sêmalka ku di navbera Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başurê Kurdistanê de ye çaalakiya konvedanê hate lidarxistin. Ev nêzî 48 rojin Malbatên şehîdan, şêniyên herêmê, saziyên civaka sivîl, Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî serdana çalakiyê dikin û pişgiriyê didin vê çalakiya bi rûmet. 
 
Kesên ku tevli çalakiya konvedanê ya li Deriyê Sêmalka bûn nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Daxwaza me ku cenazeyên zarokên me radestî me bikin'
 
Rêvebera Tevgera Ciwan a Kantona Hesekê, Delal Biro armanca tevlîbûna xwe ya vê çalakiyê wiha vegot: "Ev sê roj in em tevlî çalakiya konvedanê ya Deriyê Sêmalka bûne. Armanca çalakiya me ew e ku em cenazeyê zarokên xwe yên ku bi destê PDK'ê hatine şehîdxistin werbigirin. Heta niha jî ji aliyê mala Berzanî ve bêdengiyek heye, lê bila bizanibin em heta cenazeyên zarokên xwe wernegrin em ranawestin. Hemû şêniyên herêmê, sazî û dezgehên herêmê piştgiriyê didin çalakiyê. El li gel baran û sermayê jî dest ji çalakiya  xwe bernadin. Hemû cîhan dizane ku em ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe li vir in.  Lê hemû dewlet li beramberî kiryarên PDK'ê bêdengin. Bêrîtan (Gulnaz Karataş) jî bi destê PDK'ê hate şehîd xistin û îro jî zarokên me bi destê wan tên şehîdxistin. Ger îro cenazeyên zarokên me nadin, ji ber dixwazin îxaneta wan neyê ispatkirin e. Di xwîna mala Barzanî de îxanet heye. Daxwaza me ku cenazeyên zarokên me radestî me bikin."
 
'Di berxwedanê de bi israr bin' 
 
Endama Yekîtiya Mamosteyên bajarê Hesekê, Bêrîvan Beşîr Îsmail teqez kir ku ew tevlî konê parastina rûmetê bûne û wiha domand: "Em ji bajarê Hesekê hatin û tevlî konê berxwedanê yê parastina rûmetê bûne. 47 roj zêdetire me konê berxwedanê yê parastina rûmetê daniye û em weke mamoste tevlî kon bûn û em bi vê çalakiya xwe mala Berzanî şermezar dikin û tu kes nikare li beramber berxwedana gel raweste. Em mirovên perwerdekirî û xwedî maf in. Lê mala Berzanî cenazeyên zarokên me girtine nadin me. Dema mijar dibe kurd hemû cîhan bêdengiya xwe diparêzie. Em weke gel, berxwedêrin û em ê heta dawî jî berxwedana xwe bidomînin. Em kurd in û kes nikare îradeya me bişkîne û em ê di berxwedana xwe de bi israr bin. Xwîna şehîdên me perçeyek ji me ye, em ê xwedî li şehîd, welad û axa xwe derkevin."
 
'Çavê me li ber hatina cenazeyên me ne'
 
Endama Komîteya Amadekar a konê çalakiyê û şewirmenda Kongreya Star Sabah Elî çalakiya konvedanê wiha nirxand: "Ev 47 roj in em li vir çalakiya xwe didomînin û 2 caran jî weke dayikên aşitiyê em çûn ber dêriya Sêmalka ku em cenazeyê zarokên xwe bigirin, lê derbas nekirin. Me di wê çalakiyê de çend seat zêdetir rê girt û em bi israr bûn ku biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Hemû kes serdana konê çalakiyê dike û hemû sazî û dezgeh ên ku hatin serdanê jî li ber Deriyê Sêmalka daxuyaniya xwe dan. Hemû kesên ku beşdarî çalakiyê dibûn daxwaza radeskirina cenazeyê zarokên me kirine. Dayikên ku nikarin cenazeyê zarokên xwe bigirin êşê dikişînin.  Diviya bû PDK'ê bi gul û çîçekan şehîdên me bidana me, lê wiha nebû û zarokên me heta niha nedane. Armanca me yeke û em dibêjin heta cenazeyên me radestî me nekin wê ev çalakî bidome. Em li vir ne li sermê û ne jî germê dinêrin, tenê daxwazek me heye ew jî cenazeyên zarokên me ne. Bi salan cenazeyên me nedin jî, em ê bi israrek mezin çalakiya xwe dom bikin. Çavê me li hatina cenazeyên zarokên me ye. Îro zarokên me li axa başurê Kurdistanê li ber xwe didin, em jî wek gel li pişta zarokên xwe ne. Zarokên me ji bo her çar perçeyên Kurdistanê şer dikin. Zarokên me ji Şengal bigire, heta Efrînê xwîna xwe rijandine, loma em ê jî li ser riya wan bimeşin.  Ji Başur bigire, heta Bakur pişgiriyê çalakiya me ya kon tê kirin. Daxwaza me ew e ku cenazeyên zarokên me radestî me bikin ger nedin jî wê çalakiya me heta dawî bidome."