Fîlîzê ya li dijî şîdetê têdikoşe: Hevjînê min tehdîd kir, polîs bêdeng ma

  • 09:04 22 Mijdar 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Dr. Fîlîz Yildirim a di encama şîdeta mêr de têkoşîna jinê nas kir, li dijî mêrê ku dest jê berdaye têkoşîna hiqûqî dide. Fîlîzê got: “Ji bo dengê xwe bidim bihistin divê bimrim gelo?” Fîlîzê peyama ‘serî netewînin’ da jinan.
 
Şîdeta li ser jinê roj bi roj giran dibe û her roj jin tên qetilkirin, tecawizkirin û tacîzkirin. Li gorî daneyên ajansa me di 10 mehên ewil yên 2021'ê de herî kêm 253 jin hatin qetilkirin 150 bi guman jiyana xwe ji dest dane. Doktor Fîlîz Yildirim bi salan rastî şîdeta hevjînê tê û ji bo bijî parastina xwe ya cewherî bikar anî û bi têkoşînê jiyana xwe didomîne.
 
Fîlîz li Nexweşxana Dewletê ya Polatli dixebite û di 2018’an de rastî şîdeta hevjînê xwe Îbrahîm Kutluer tê û bi saya parastina cewherî xwe xilas dike. Ji ber gumanbar ji xwe dûr dixe tê darizandin. 
 
Li aliyekî mêr li aliyekî hiqûq
 
Fîlîz bi saetan rastî şîdeta gumanbar tê, piştre doza berdanê vedike, her wiha ji sûcên ‘şîdeta li hember hevjînê’ ‘heqeret’, ‘tehdîda bi çekê’ doz vekir.  7’emîn Dadgeha Asliyeyê ya Bati Enqereyê ji sûcên ‘heqeret’, ‘tehdîda bi çekê’ gumanbar berat kir. Ji sûcê ‘ji qestî birîndarkirin’ salek û 9 meh ceza da. Dema Fîlîz rastî şîdetê hatibû parastina cewherî bikaranî û milê gumanbar gez kir. Ev wek tehrîka bêmaf hat hesibandin. Daxistina ceza hat kirin û daxistin salek û mehek û 15 rojan. 
 
Dosya çû cezaya Giran
 
Gumanbar der barê Fîlîzê de ji ber ku milê wê gez kiribû, li 7’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Enqereyê doz vekir.  Di 10’ê Mijdarê de dosya ku gumanbar jê dihat darizandin çû Dadgeha Cezaya Giran û wê gumanbar li Cezaya Giran bê darizandin.
 
Fîlîzê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Piştî şîdetê min girîngî fêm kir’
 
Fîlîzê balkişand ser 25’ê Mijdarê û got: “Piştî rastî şîdetê hatim min girîngiya 25’ê Mijdarê fêm kir. Di televîzyonan de dema nûçeyên şîdetê derdiket min diguhert. Lê mixabin hat serê min jî. Şîdetê di 2018’an de dest pê kir. Gumanbar meha Nîsanê de li ber çavê du zarokên min şîdet li min kir. Wê rojê zarokan li min mêze nekiribana ez niha miribûm. Dema şîdet dikir, min hewl da ez wî bêdeng bikim. Dema kêr kişand min got ez ê bimrim. Min tenê li zarokên xwe mêze kir. Ez jiyam, lê edeletê ez kirim gorê. Dengê min nehat bihistin. Ez westiyam, têk çûm. Ger ez ne doktur bûma, ez xurt nebûma, ez ne dayikbûma dibe ku ez dîsa jî têk biçûma. Ez gelek caran têk çûm. Lê bi saya hezkirî û zarokên xwe li ser piyame. Ez mexdur bûm lê, aliyê hember wek mexdur hat dîtin.”
 
‘Ji bo dengê xwe bidim bihistin divê bimrim’
 
Fîlîzê balkişand ser pêvajoyê û got ya herî zêde ew bi bandor kiriye, dengê xwe nedaye bihistin û wiha dirêjî dayê: “Ger ku delîl û tespît, şahidên wê rojê tunebûna, ez ê sûcdar bihatama dîtin. Vê rewşê herî zêde ez bêzar kirim. Pêvajo hîna didome. Doz şandin şandin cezaya giran. Gelo ji bo dengê xwe bidim bihistin divê ez bimrim? Tevî evqas dem derbas bû hîna jî min bûyer ji ser xwe navêtiye. Dema şîdet li min kir, ji bo xilas bibim, min parastina cewherî bikaranî, min milê wî gez kir. Saetekê şîdet li min kir. Ez ji xwe nikaribûm rabim ser piyan. Darbe li serê min xistibû.”
 
‘Hevjîn tehdîd kir polîs bêdeng ma’
 
Fîlîzê daxuyakirin ku daraz û emniyet di hinek rewşan de bê perwa tevgeryaye û wiha bi lêv kir: “Li cem polîsan gumanbar heqeret li min kir. Polîsan deng nekir. Tehdîda ‘tu yê bibînî, wê kes li dora te nemîne’ kir. Tevî vê polîsan tiştek nekir. Min li navendên pêşîgirtina şîdetê jin dîtin û min wê demê piştevanî hîs kir û min hêza têkoşînê dît. Piştevanî pir girîng e. Di pêvajoya darazê de min hinek kêmasî dîtin. Edelet mixabin ne ligel jina ye. Ev 4 sal in têdikoşim û di dawiya wê de ez bûm gumanbar.”
 
‘Ceza tune’
 
Fîlîzê her wiha destnîşan kir ku ew mînaka herî hêsan a şîdeta li ser jinê ye û ev nirxandin kir: “Gumanbar çima nehat girtin? Ez bi mehan nikaribûm biçim kar. Ez bi rojan nehatim ser xwe. Her du zarokên min jî travma jiya. Zarokên min lêdan xwar. Dîsa tiştek nekirin. Li ber çavan şîdet didome. Doz dîsa çû cezaya giran. Nemabû ez li cezaya giran bêm darizandin. Ez nêzî 10 caran bûm gumanbar lê ew du caran li ser qursiya gumanbariyê runişt.”
 
‘Ez ji bo jinan li vir im’
 
Fîlîzê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku vê pêvajoyê de ji komeleyên jinan zêde piştgirî nedîtiye û wiha dawî lê anî: “Gelek kesî digot ‘pêvajoyê dirêj neke’, ‘Her kes vê dijî'.  Rêxistina min ya pîşeyî, nexweşên min, hezkiriyên min piştgirî dan min. Ez ji bo her du zarokên xwe û hemû jinan li vir im. Ez bi wesîleya 25’ê Mijdarê vê peyamê didim jinan. Bila xurt bin, netirsin, serî netewînin.  Piştgiriya psîkolojîk bigirin. Girêdayê kesî nebin. Mafê kesî tune şîdetê li kesî bikin.”