Xwedîderketina li çalakiya dayikên Deriyê Sêmalka mezin dibe

  • 09:05 20 Mijdar 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanê pêkanînên PDK’ê yên desteserkirina cenazeyên HPG’yiyan dan, bang li Mesût Barzanî kirin û wiha gotin: “Dawî li vê rijandina xwîna kurdan bînin û cenazeyên zarokên dayikan radestî wan bikin.”
 
Hêzên çekdar ên tirk bi hevkariya PDK'ê di 23'yê nîsanê de êrîşî başûrê Kurdistanê kiribûn. Êrîşên dewleta trirk ên li ser vê herêmê hîna berdewam in. Di encama van êrîşên ku herî zêde li Zap, Metîna û Avaşînê berdewam dikin de di 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê ya başûrê Kurdistanê 7 HPG’yî xistibûn kemînê û di encama kemînê de 5 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên gêrîlayên HPG’ê teslîmê malbatên wan nayên kirin. Malbatên HPG'yiyan û bi taybetî jî daiyik ji bo ku cenazeyên zarokên xwe ji Başûr bigirin li ber Deriyê Sêmalka dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Çalakiya li ber derî berdewam dike û piştgiriya ji bo dayikan jî her ku diçe mezin dibe.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî bi armanca piştgiriyê bidin dayikên li ber deriyê sînor, bertek nîşanê nedayîna cinazeyan dan.
 
‘Çi ji wan cenazeyan dixwazin?’
 
Dayika Aştiyê Bahar Çal, xwest ku şer bisekine, cenaze bên dayîn û wiha got: "Kezeba wan dayikan gelek dişewite. Kezeba me dayikan ji bo hemû kesan dişewite. Em Barzanî şermezar dikin. Bila li ser navê kurdayetiyê ji xwe şerm bikin. Çi ji wan cenazeyan dixwazin? Bila cenazeyê zarokên wan dayikan bidin wan. Ew dayik bi rojan e li ber deriyê Sêmalka di çalakiya nobetê de ne. Bila bes dayik êşê bikişînin. Dema berê me digot Barzanî em gelek serbilind dibûn. Ji ber ku birayekî me yê wisa hebû. Me navê zarokên xwe datanî ‘Mesût.’ Dema şer li ser serê wan hebû û di tengasiyê de bûn me piştgirî dida wan. Bila ji kurdbûna xwe şerm bikin. Bila ji bo berjewendiyên xwe kurdan nefroşin. Barzanî hevkariya Tirkiyê dike. Ger ku PDK’ê rê nedaya Tirkiyê dê îro nikaribûn bihata çiyayê me.”
 
‘Ji vê rêya şaş vegere’
 
Baharê, destnîşan kir ku ew heta dawiyê piştgiriya dayikên ku li Deriyê Sînor ê Sêmalka nobetê digirin dikin û wiha domand: “Serê wan dayikan bilind e. Barzanî bila ji wan dayikan fedî bike. Ev çend rojin li ber sînor nobetê digirin. Kezeba wan dayikan dişewite. Li dijî zilma PDK’ê dayik li berxwe didin. Ger ku ji xwe fedî bikirana dê cenazeyên wan dayikan bidana. Ew ditirsin ku dê dayik û gel li hemberê wan serî rabikin. PDK hevkariya Tirkiyê dike û ji ber vê yekê cenazeyan nade. Her dayik êşa her dayikekê din dizane. Banga min ji Barzanî re ew e ku ji vê rêya şaş vegere. Ji xwe destê wan ketiya xwînê. Lê bêyî ku dereng bimînin bila ji vê rêya şaş vegerin. Bila demildest cenazeyên zarokên dayikan bidin.”
 
‘Ez berxwedana dayikan silav dikim’
 
Dayika Aştiyê Zeynep Begenîr jî berxwedana dayikan slav kir û got: “Ew dayik bi rojene li sînor ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin di nobetê de ne. Ew dayik, dayikên aştiyê ne. PDK çima cenazeyê zarokên wan nade? Bila bidin ku dilê wan dayikan jî rehet be û serê xwe bidin ser balîfê ku bizanibin çawa razane. Dema kezeba mirov li cihekî be ne xewa mirov tê û ne jî dilê mirov rehet e. Em hemû li ser axa Kurdistanê dijîn û em aştî û aramiyê dixwazin.  Em jiyanek aram dixwazin. Em dewletên ku piştgiriyê didin vî şerî şermezar dikin. Dema berê li dijî PDK’ê şer dihat kirin, kurdên mayî xwedî lê derdiketin. Bila ew roj bê bîra wan. Bila dengê dayikan bibihîzin. Daxwaziya wan dayikan ew e ku cenazeyên zarokên xwe werbigirin. Ew dayik jî dixwazin serê xwe bidin ser axa zarokên xwe. Daxwaza me dayikan ew e ku azadî û aştî pêk bê. Em ji Barzanî bi tenê yekîtiyê dixwazin. Bila dev ji van lîstikên qirêj berde.”
 
‘Em vê îxanetê ji bîr nakin’
 
Zeynep, dawiya axaftina xwe de got dê heta dawiyê li pişt dayikên Sêmalka bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li Barzanî dikin ku ji vê rêya qirêj paşve vegere. Bila bê li ser rêya azadî û aştiyê. Bila kurd yekitiya xwe ava bikin. Bila demildest cenaze radestî dayikan bên. Em tu carî îxaneta PDK'ê ji bîr nakin. Divê PDK nebûya hevkarê dewleta tirk. Em vê îxanetê ji bîr nakin û em dizanin ku wê piştî şer azadî û aramî be. Em Barzanî şermezar dikin ji ber kemîna li hemberî gerîla danî. Rêya me rêya azadiyê ye. Em naxwazin dilê dayikan biêşe. Bila cenazeyên zarokên wan bidin wan. Çima PDK destûrê nade dayik biçin cenazeyên zarokên xwe werbigirin.”