Jinên Amedê: Kujer cesaretê ji qanûnên desthilatdar digire

  • 09:02 20 Mijdar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinên Amedê destnîşan kirin ku polîtîkayên bêceza hiştine dibe sedema qetîlkirina jinan û gotin: “Qedera me ya jinan ne kuştin e. Gava jin parastina xwe dike tê darizandin, lê mêrên kujer jî bi tu awayî nayên cezakirin. Ev tişt jî tê wateya kujer cesaretê ji qanûnên desthilatdar digire." 
 
Di 25'ê Mijdara 1960'an de 3 xwîşkên bi navê  Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok tên bîranîn, hatin qetîlkirin. Her sê xwîşkan di Komara Domînîk de li dijî dîktatoriya Trujillo li ber xwe dabûn û hatibûn qetilkirin. Ji ber vê yekê roja qetilkirina wan sê jinan  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê hat îlankirin. Ji wê rojê şûnde jinan li dijî tundiyê têdikoşin. 
 
Her çiqas têkoşîna jinan a li dijî tundiyê mezin bibe jî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê hema hema her roj jinekê tê qetîlkirin. Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê me berê xwe da kolanên Amedê û me nêrînên jinan girt. 
 
‘Jin êdî naxwazin werin kuştin’
 
Xwendevan Evîn Aytekîn diyar kir ku gelek cûreyên tundiyê hene û her roj jin rastî wan tundiyan tên. Evîn, destnîşan kir ku jin êdî naxwazin werin kuştin û rastî tundiyê bên û wiha axivî: “Tundî ne tenê bi awayekî fizikî tê kirin. Gelek caran bi tundiya derûnî re jî rûbirû dimînin. Hem li malê hem jî li derve jin bi her awayî bi tundiyê re rûbirû dimînin. Tevî van yekan ji ber bêedaletiyê mêrên ku ew tundiyan dikin nayên darizandin û bêceza tên hiştin. Heke nikarin edaletê pêk bînin bila paldanken xwe biterikînin. Qedera me ya jinan ne kuştin e. Kesên ku jinan bi tundiyê re rûbirû dihêlin û wan qetîl dikin tim dibêjin 'Me hez kir loma kuşt'. Wateya hezkirinê ne kuştin û qetîl kirin e. Heke wisa ye wê demê bila hez nekin. Em ê wek jinan bi piştgiriya xwe wê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
 
‘Peymana Stenbolê çima hat rakirin?’
 
Evîn berdamawiya axaftina xwe de balê kişand li ser Peymana Stenbolê jî û destnîşan kir ku dewlet ji bo parastina jinan tu tevdîr nagire û got: “Peymana stenbolê çima hat rakirin? Ji bo ku jin zêdetir werin qetîlkirin? Faîlan digirin û piştî demek kurt wan serbest berdidin. Faîl bi vî şiklî cesarete ji desthîlatdariyê digirin. Ji ber vê yekê bi hezaran jin çareseriyê xwe di kuştinê de dibînin. Em êdî naxwazin jin werin kuştin.”
 
‘Jin tên cezakirin, mêrên kujer jî serbest tên berdan'
 
Elîf Ozkan ku jî diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê bû sedema zêdetir qetîlkirina jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baweriya jinan ji desthîlatdariyê nema ye. Loma jin êdî dixwazin xwe bi xwe biparêzin. Ez wek jinekê li ba xwe qaza îsotê digirim. Ji ber ku gava saetên êvarê ji kar derdikevim rastî tacîza devkî têm. Cara têm şopandin û ez ji ewlehiya jiyana xwe bi fikar im. Êdî ewlehiya jiyana jinan tune ye hem jî bi tena serê xwe nikarin biçin derve. Bi feshkirina peymana stenbolê pêşiya tundiya li ser jinê hate vekirin. Gava em dixwazin xwe biparêzin di heman demê de jî rastî kedxwariyê tên.  Bi taybetî jî li herêmê li ser jinan zextekê gelek mezin heye. Heke ez rastî tundî an jî destdirêjiyê werim nizanim serî li ku bidim. Ji ber ku baweriya min ne bi polîsan ne jî bi dewletê maye. Mafên jinan nayê parastin. Gava jin parastina xwe dike tê darizandin. Lê mêrên kujer jî bê ceza dimînin." 
 
‘Kujer cesarete ji yasayên desthîlatdar digire’
 
Sidan Kartal jî destnîşan kir ku sedema zêdebûna tundiya li ser jinan neperwerdekerî ye û wiha axivî: “Heke malbat ji destpêkê de zarokên xwe re perwerdehiyek baş bidin, ewqas bûyerên ku tundiyê re rê vedike pêk nayên. Jixwe dewlet kujeran nadirîzîne. Ji ber vê yekê jî kujer cesarete ji yasayên desthîlatdarê digire û bi awayekê rehet jinan dikujin. Divê jin li dijî van bûyeran têkoşînek hevpar bidin. Heke jin hay ji hêza xwe hebin dikarin xwe biparêzin lê jinên ku girêdayî mêrek bin nikarin xwe ji her cûreye tundiyê biparezin. Her wiha jin ji bo ku ji malbatên xwe nikarin piştgiriyê bigirin tên qetîl kirin. Ez hêvî dikim ku jiyanek bê tundî ava bibe û êdî jin neyên kuştin.”
 
‘Dewlet polîtîkayên li dijî jinan dimeşîne’
 
Kader Demîr jî anî ziman ku heke kujer bên darizandin û ji bo jinan edalet pêk were, ewqas jin ji bo ewlehiya jiyana xwe bi fikar nabin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Gava em dibêjin tundî, gelek bûyerên nexweş dikeve hişên mirovan. Ji bo ku jin rastî tundî û qetîl kirinê neyên, jin têdikoşin. Lê belê têrî nake. Ji ber ku dewlet polîtîkayên li dijî jinan dimeşîne. Divê dewlet ji bi jinan bawerî bide lê beravajî vê yekê Peymana Stenbolê fesh kir. Ji ber van sedeman mixabin pêşiya tundiyê nayê girtin û her roj jinek tê qetîlkirin.”
 
‘Pirsgirêkên aborî dibe sedema tundiyê’
 
Herî dawî jî Gonul Çetîn jî axivî û diyar kir ku aliyê aboriyê de jî jin rastî tundiyê tên û wiha got: “Pirsgirêkên aborî, zayendperestî û perwerdehiyê dibe sedema tundiyê. Bi teybetî jî hêla aboriyê de tundiyek pir mezin heye. Ne tenê li ser jinê. Li ser bi tevahî civakê heye. Li gorî min divê ne tenê jin xwe li dijî tundiyê bi rêxistin bikin. Pêwîst e ku hem jin hem jî mêr bi hev re li dijî tundiyê bibin xwedî helwest.”