Ji Platforma Jinan a Enqereyê bang: Em li dijî tundiyê li Sakaryayê ne

  • 09:06 19 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên Platforma Jinan a Enqerê ku diyar kirin ew ê di 25'ê Mijdarê de li Kolana Sakaryayê bin, banga, "Li dijî tundiyêa dewleta mêr dakevin qadan" kirin.
 
Jinên ku li dijî polîtîkayên dijminane ên dewletê û li dijî xespkirina mafên xwe têkoşînê didin, li qadan e. Endamên Platforma Jinan a Enqerê ku amadekariya pêşwazîkirina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê re dikin wê bi dirûşma, "Li dijî şer, xizanî, tundiya mêr dewletê têkoşîna bi hev re" li Kolana Skaryayê bên gel hev. 
 
Jinên endamên Platforma Jinan a Enqrê, derbarê girîngiya 25'ê Mijdarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
'Jin dê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Ji endamên platformê Aysun Gençtanir, diyar kir ku ew di her 25'ê Mijdarê de li qadan e lê ev 25'ê Mijdarê ji bo jinan cuda ye û berdewam kir, "Ev sala ku bi pandemiyê derbas bû ji bo jinan têr û tijî bû. Em bahsa saleke ku tundiya li jinê zêde bûye, destkeftiyên jinan ên wekî Peymana Stenbolê ku jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistine û tundiya mêr ku bi destê dewletê zêde bûye û jinan li hemberî vê serî netewandiye dikin. Bi kurtasî ev 25'ê Mijdarê wê bibe sala ku jin bi hemû hêza xwe ya 5 salên dawîn têkoşîna  xwe li qadan mezin bikin.”
 
'Werin em li qadan têkoşînê mezin bikin'
 
Aysun anî ziman ku tiştekî jin winda bikin tune ye û wê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin. Aysunê wiha dirêjî da axaftina xwe, "Êdî em ne mezdûr em wekî kesên ku li jiyanê mane li hemberî wan derkevin. Li dijî kesên ku dixwazin hêza jinê kêm bikin û êrîşî jinên ku li jiyanê mane dikin em ê vê 25'ê Mijdarê li qadan bin.  Em bang li hemû jinan dikin û dibêjin, 'werin em bi hev re li ber xwe bidn û di 25'ê Mijdarê de li Kolana Sakaryayê saet di 18.30'an de bên gel hev."
 
'Di 25'ê Mijdarê de li qadan bin'
 
Endama Platforma Jinan a Enqreyê Emel Yzici jî got ku di van rojên ku qirkirina jinan zêde bûye de têkoşîna jinan gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Li dijî bêcezahitina kujerên jinan, polîtîkayên şer û zêdebûna kuştina jinan ji bo maf û destkeftiyên xwe  em li vir in. Divê di vê 25'ê Mijdarê de em dengê xwe bilindtir bikin. Em ê bi xwe mafên xwe misoger bikin .Em ji bo jinên ku hatin qetilkirin, pêkanîna Peymana Stenbolê di vê 25'ê Mijdarê de li qadn e. Em ê li Kolana Sakarya a Enqereyê bin û em bang li hemû jinan dikin û dakevin qadan."