‘Bila Barzanî destên xwe ji ser zarokên me hilîne’

  • 09:02 19 Mijdar 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê û pêkanînên PDK’ê yên li hember cenazeyan dan û bang li PDK û Mesut Barzanî kirin û gotin: “Destên xwe yên qirêj ji ser zarokên kurdan hilînin.” Dayikan her wiha bang kirin ku bila gel li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin ser piyan.
 
Tirkiyeyê li hember Zap, Metîna û Avaşînê di 23’yê Nîsanê de operasyon dabû destpêkirin û hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tevlî operasyonê bûn û di 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfan a Herêma Federal a Kurdistanê kemîn ava kirin û di êrîşê de 5 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest dan. Malbatên HPG’yiyan bi daxwaza cenaze bên dayîn li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê nobet dan destpêkirin û nobet didome.
 
‘Bila her kes rabe ser piyan’
 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Gulbeyaz Mihçi da zanîn ku ew êrîşa dewleta tirk a li hember herêma Federal a Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikin û bi dayikên li deriyê sînor ên Sêmalkayê rûniştine re di nava piştevaniyê de ne. Gulbeyazê wiha dirêjî dayê: “44 roj in dayik li sînor ji bo cenazeyan dipên. Barzanî çima bê deng e? Em Barzanî ku bira bi bira kiriye dijmin, şermezar dikin. Bila her kes deng bide dengê dayikan. Bila Bakur û Başûr rabin ser piyan. Bila hesab jê bipirsin. Em dayik naxwazin kes bimire.”
 
‘Bila cenaze bên dayîn’
 
Gulbeyazê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çekên kîmyewî li hember gelê kurd bi kar tînin. Çima li hemû dewletan qedexe ye û çim a li hember kurdan pêk tê. Dema mijar dibin kurd kes deng nake, nabîne, nabihîze. Her kes ker û lal e. Ez bang li Barzanî dikim, bila cenazeyan bidin û êdî canê dayikan neêşe.”
 
‘Bila destên xwe yên qirêj bikşîne’
 
Dayika Aştiyê Emîne Atak jî bi lêv kir ku daxwaza wan aştî ye û wiha berdewam kir: “Em dayik bi salane aştiyê dixwazin. Bila ev şer bi dawî bibe. Em ji bo vê têdikoşin. Bila Barzanî destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me bikşîne. Ez bang li Barzanî dikim. Êdî bila xwîna kurdan nerijînin. Bila kurdên wir rabin ser piyan û destûrê nedin vê.”