Jin ji bo 25’ê Mijdarê amade ne

  • 09:10 18 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên amadekariya 25’ê Mijdarê didomînin, wê ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê dengê xwe bilind bikin. Meclîsa Jinan a HDP’ê Denîz Poyraz ji bo bernameyên Denîz Poyraz daxuyaniya tevlibûnê bidin.
 
Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî bernameyên cur bi cur pêk tên. Platforma Jinan a Îzmîrê di çarçoveya vê de di 25’ê Mijdarê de saet di 19’an de wê li ber Navenda Çanda Leman a li Kolana Kibris Şehîtlerî ya Alsancakê  dest bi meşê bikin û ber bi Pastaxaneya Sevînçê ve bimeşin. Tê payîn ku bi sedan jin wê tevlî bibin û rêxistinên jinan xebatan didomînin.
 
Wê diyarî Denîz Poyraz bikin
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê di 25’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Li dijî şîdeta mêr, şer û xizaniyê em li her derê ne’ li qadan bin. Meclîsa Jinan a HDP’ê starta bernameyan di 19’ê Mijdarê de wê bi daxuyaniya li ber OSYM’ê ya li Alsancakê bi daxuyaniyekê bidin. Endama Meclîsa HDP’ê Tulîn Tumer got wê 25’ê Mijdarê diyarî Denîz Poyraz a di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin, bikin û  wiha dirêjî dayê: “ Qetîlkirina Denîzê hem şîdeta mêr hem a dewletê ye. Em hemû kongreyên xwe diyariyê wê dikin. Parlamentera me Meral Daniş Beştaş û cîgira hevserokatiya berpirsa Komîsyona Kedê Şaziye Kose jî wê tevlî bibe. Di 23’yê Mijdarê de wê bi jinan re belavok bê belavkirin. Di 25’ê Mijdarê de saet di 14’an de wê li avahiya navenda Îzmîrê fîlmê ‘Kelebekler Zamani’ bê nîşandan. Di 25’ê Mijdarê de bi tevlîbûna parlamentera me Serpîl Kemalbay, psîkolog û hevalek parêzer forumek pêk bê.”
 
Wê çalakiyên bangê pêk bên
 
Berdevka Piştevaniya Mor Cansu Erkmen got piştevaniya Mor wê bi dirûşma ‘Mafê azadî, starbûn tenduristî û azadiyê hema niha’ starta 25’ê Mijdarê li her taxê û navçeyê bidin û got: “Atolyeyên me yên parastina cewherî dest pê kirin. Wê du mehan bidomin. Em mijarên teorîk û pratîk wê fêr bibin. Bultena me ya 25’ê Mijdarê derket.  Em van li her derê belav dikin. Em di civînan de tên gel hev. Em ê li Buca Çîglî Menemen û Uçyol  çalakiyan pêk bînin.”
 
Wê meş pêk bê
 
Seroka Komeleya Piştevanî û Çandê ya Buca EVka-1 (BEKEV) Neşe Gurgor jî  daxuyakirin ku wê bi jinan re bên gel hev û dovîzan binivîsin û ji bo 25’ê Mijdarê skeç û koroya jinê pêk bînin. Neşeyê her wiha daxuyand ku di bernameyên 25’ê Mijdarê de bi piştgiriya rêveberiya herêmî û Platforma Jinan a Bucayê meşekê pêk bînin û bimeşin Navenda Piştevaniya Ozgecan.
 
Ji Komîsyona Jinan a Şaxa Hejmara 2 a DÎSK’ê Sevgî Bîlîr jî destnîşan kir ku wek komîsyon wê di 24’ê Midjarê de wek jinên Dîsk Genelîş a Îzmîrê li ber Konak Pîer bên gel hev û bi lingên tazî bimeşin ber Sumerbankê û  panel û şanoyekê bilîzin.
 
‘Em ê bêjin ku Peymana Stenbolê ya me ye’
 
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Çoşkun got dest bi atoleyeyên çîrokan ya ji pirtûka ‘Jinên bi Guran re direvin’ kom kirine û hefteya pêş jî bi banga 'bihêzbûna kolektîf' bi Partiya jinên Morfest re xebatan bidomînin. Gîzemê got belavkirina buroşuran didomînin û banga wan a 25’ê Mijdarê wê ‘Tu ez û ew em ê bi hev re li berxwe bidin’ be. Her wiha got wê gotina xwe ya ‘Peymana Stenbolê ya me ye’ her tim bînin ziman.