‘Em ê dê di 25’ê Mijdarê de li qadan azadiyê biqêrin'

  • 10:45 16 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Berdevka Demê ya Platforma Jinan DAKAP’ê Çagla Îzcî bal kişand 25’ê Mijdarê û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya jinê li qadan biqêrin û wiha got: “Ne tenê di 25’ê Mijdarê de em ê hertim li qadan dengê xwe bilind bikin.”
 
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê re jinan plansaziya xwe ya çalakiyan aşkera dikin. Jinan diyar kirin ku dê îsal bal bikişînin ser polîtîkayên taybet ên şer ên li hemberî jinan. Li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ve bi dirûşma "Li dijî şer, şîdet, xizanî û êrişa zayendî, dem dema azadiya jinê ye" çalakî û bernamê dê bên lidarxistin. Derbarê mijarê de Berdevka Demê ya DAKAP'ê Çagla Îzcî ji ajansa me re axivî.
 
Çagla di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û diyar kir ku 25’ê Mijdarê ne tenê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye, di heman demê de têkoşîna li hemberê pergala baviksalarî ye. 
 
'Li dijî şerê topyekûn têkoşîneke topyekûn...'
 
Çagla anî ziman ku li herêmê li dijî jin û zarokan polîtikayên taybet tê meşandin û wiha bi lêv kir: “Bi taybetî jî piştî ku Peymana Stenbolê hat feshkirin, li hemberê jinan êrîşek topyekûn hat destpêkirin. Ji aliyek ve bi binçavkirin û girtinan xwestin têkoşîna jinan biçewisînin ji aliyek din ve jî bi polîtîkayên curbicur jin hedef hatin girtin. Her wiha fihûş û tiryakê jî di nava ciwanan de belav kirin. Tevî van yekan li ser bedena jinê jî bazirganiyê dikin. Em jî dê li dijî şerê topyekûn têkoşînek topyekûn bidin."
 
Di 17'ê Mijdarê de starta çalakiyan tê dayîn 
 
Çagla destnîşan kir ku wê starta xebatên xwe di 17’ê Mijdarê de ango sibê bidin û got: "Wekî tê zanîn zext û îşkenceyên li ser girtiyên jin her ku diçe mezin dibe. Jinên ku tên binçavkirin, bi navê lêgerînê êrişa zayendî li wan tê kirin. Mînaka wê ya herî berbiçav jî Garîbe Gezer bû. Em ê bi jinan re û hem jî bi Meclîsa Jinên Ciwanan re xebatên xwe berdewam bikin. Her wiha em ê bi şandina kartan a li girtîgehan starta çalakiyên xwe bidin. Her wiha em ê di 25’ê Mijdarê de meşek li dar bixin. Em dixwazin meşa xwe li semta Ofîs û Rezanê li dar bixin. Her wiha li gorî bernameya me, di 20’ê Mijdarê de em ê beşdarî çalakiya xizmên windayan a ÎHD’ê bibin. Her wiha dîsa wekî her sal em ê tûra dûçerxa jinan li dar bixin. Di heman demê de jî pêşandana me ya şanoyê jî heye. Fînala bernameya me jî dê bi meşa meşaleyî pêk bê."
 
Çagla, diyar kir ku ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Meclîsa Jinên Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinên Sosyalîst, Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet, hiqûqnas, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û meclîsa jinan ên partiyên siyasî di nav xebatan de cih digirin. 
 
‘Em ê azadiyê biqêrin' 
 
Çagla di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: "Jinên ku li dijî tundiyê û kuştina jinan têdikoşin tên darizandin. Bi vî şiklî tê xwestin têkoşîna jinan bê krîmînalîzekirin. Lê belê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Ne tenê di 25’ê Mijdarê de em ê hertim têkoşînê mezintir bikin û dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî van zext û êrîşan bêjin ‘Em bi hêz in û em bi hev re ne’ di 25’ê Mijdarê de li qadan bin."