Dayikên Aştiyê: Rêberî xeta me ya sor e

  • 12:05 15 Mijdar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Aştiyê dan zanîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xeta wan a sor e û wiha gotin:"Ne ji Abdullah Ocalan be aştî nayê."
 
Bertekên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Dayikên Aştiyê yên bertek nîşanî tecrîdê dan gotina xwe ya daxwaza bidawîkirina tecrîdê nû kirin. 
 
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Perihan Akbulut, Aklime Keskin û Behiye Duman bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan.
 
'Mifteya aştiyê Ocalan e'
 
Perihan Akbulut, da zanîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê şansek e û wiha got:"Naxwazin yekîtî pêk bê loma tecrîdê kûr dikin. Heta bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin dê Tirkiye zirareke mezin bibîne. Bila destên xwe bixin ser wijdanê xwe. Mifteya aştiyê Ocalan e. Ne ji Abdullah Ocalan be aştî nayê."
 
'Bila aştî bê'
 
Aklime Keskin da zanîn ku her tim polîtîkayên tunekirina kurdan derdikevin pêş lê ew ê kurd bi dawî nebin û wiha got:"Kesek bi şer tiştekî bi dest naxin. Bes e em şer naxwazin bila aştî bê. Rêbertî bi nirx e. Tevî li di hundur de ye jî qada aştiyê ava dike. Tecrîd bi salan e li ser gelê kurd tê bikaranînin. Tecrîda li ser Kurdistanê li ser Rêbertiya me kûr kirine. Lê em ê li dijî tecrîdê her li ser piya bin. Rêberî xeta me ya sor e."
 
'Tehemula wan li dijî destkeftiyên kurdan tune ye'
 
Behiye Duman jî da zanîn Abdullah Ocalan ji bo kurdan pir bi nirx e û dengê kurdan li cîhanê belav kiriye û wiha got:"Bavê min ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Tim îşkence li apê min jî dikirin. Li dijî vê zilmê bi têkoşîna rêbertî em hatin asteke cuda. Tehemula wan li dijî destkeftiyên kurdan tune ye. Cîhan jî li dijî vê yekê bêdeng e, nankor e."