Huda Kaya: Li ser jinên Kurd polîtîka dewletê ya dijminê jinê heye

  • 09:03 14 Mijdar 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya da zanîn ku bi polîtîkayên şerê taybet, ji ser jin û ciwanan polîtîka dijminahiya jinan heye û banga piştevaniyê li hemû jinan kir. Hudayê got pêşeroja  Tirkiyeyê wê bi destê jinan bi teşe bibe.
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û Hevberdevka Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Huda Kaya , tacîz, tecawîz, zextên li ser jinan, polîtîkayên li hember jin û zarokên keç, dijminahiya desthilatdariyê ya li hember jinê ji JINNEWS’ê re nirxand.
 
Hudayê daxuyakirin ku  jirêderektina herî mezin a ahlaqî û baweriyê li herêma muhafazakar heye û wiha got: “Ji têkiliyên ensest bigirin heta  îdiayên wêjeya şeref û namûsê bike ew li ser jin, keç, xwişk û hevjînên xwe rêbaza zextê pêk tînin û van jî di bin navê namûsê de dikin û jiyanê jehrî dikin. Vê zîhniyet seranserê dîrokê berdewam kiriye. Ev ne tenê li Tirkiye an jî civakên Îslamî, li hemû civakên muhafazakar tê jiyîn, jin tê desteserkirin.”
 
‘Zindî çalkirina zarokên keç mînakek sembolîk e’
 
Hudayê  got di dîrokê de li Mekkeyê di dema têkoşîna ewil a destpê kir de, zîhniyeta serdest nerehet bûye û wiha dirêjî da yê: “Ev rêveberî ne rêveberiyeke ateîst, bê ol, xiristiyan û yahudî bû. Yên digotin ‘em xwedîyê kabeyê ne, Xweda û pirtûk ji me tê pirsîn’. Mirovên ku ji Kabeyê dernediketin û qurban didan bûn. Lê ew çîna serdest ya wê rojê, li ser jiyana jinan bi polîtîkayên xwe her tişt bi rêve dibirin.  Di ayetan de jî heye, zîhniyeta serdest ya wê rojê zarokên keç zindî zindî dişewitandin.”
 
‘Bindestkirina jinan her tim di civakên muhafazakar de hebû’
 
Hudayê destnîşan kir ku wê hesabê jinên şîdetê dibînin, tên tecawizkirin û qetilkirin bê pirsîn û ev tiş daxuyand: “Em nikarin vê ji qederê re bihêlin.  Divê em hesabê vê bipirsin. Bindestkirina jinan her tim di civakên muhafazakar de hebû. Her tim pêk anîn. Di baweriyên cuda de jî ev wisa ye. Dema mirov li kevneşopiyên muhafazakar û referansan dinêrin, ji rêderketinek mezin heye.  Li qursên Quranê, li yurdan û mekanîzmayên nasnama odlar, têkiliya jin û mêr tê qedexekirin, çewisandin. Di van civakan de zext û hilweşîn pir girane. Li Tirkiyeyê tenê beşeke biçûk a îstîsmar û tecawizan dertê holê.  Yên tên îfadekirin, yên nayên îfadekirin, yên xwedî lê nayên derketin, yên îftere li ser tên kirin, yên ji aliyê malbatê ve tên veşartin.  Komkujî û îstîsmar êdî di zimanê siyasetê de jî xwe dide der.”
 
'Polîtîkaya şerê taybet'
 
Hudayê mînaka Gulîstan Doku ya di 5’ê Çileyê 2019’an de winda bû, Rabîa Naz Vatan ya 11 salî ku li Eynesîl a Gîresunê di 13’ê Nîsana 2018’an de bi guman winda bûn jî bibîr xist û got dayika Gulîstanê hîna riyan dipê û du sale di avê de li Gulîstanê digere. Hudayê balkişand ser polîtîkayên şer û daxuyakirin ku bi polîtîkayên şerê taybet li ser jin û ciwanan polîtîka dijminahiya jinan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Dijminahiya li hember jinê polîtîka pergalê ye. Ev bûye pratîka dewletê. Bi zanebûn li ser jinan tê lîstin. Hêzên ewlehiyê bi zanebûn ji aliyê dewletê ve tên xelatkirin.  Divê em jin li dijî vê bi piştevaniyek mezin têbikoşin.”
 
‘Banga piştevaniyê’
 
Hudayê  wiha banga piştevaniya li dijî polîtîkayên dijminê jinê kir: “Divê ji her alî, bawerî û îdelojiyê jin ji bo pêşrojê bên gel hev û têbikoşin. Zîhniyeta serdest ya mêr naxwaze jin îtîraz bikin lêpirsîn bikin, lêkolîn bikin. Ev profîla jinê jî ji bo hemû cîhanê bi rîske.”
 
Hudayê dawiya axaftina xwe de ‘fetva baltuz’ ya Wezîrê Karê Diyanetê Alî Erbaş jî rexne kir û wiha dirêjî da yê: “Diyanet gotinên wek baltuz, keça wê ya rast, rojevên absurt û sapkin yên eletewş  davêje holê. Divê em li ser rojevên absurt yên diyanetê nesekinin û aliyên din yê perdeyê binêrin. Divê jin zimanê hevpar bidest bixin. Em neçarin yek bi yek dest bidin jinan. Hewcedariya jinan bi azadiyê heye.”