Binpêkirinên li girtîgehan didomin: Jina tecawiz lê hat kirin sûcdar hat dîtin

  • 09:16 12 Mijdar 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtululan a di Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê de cih digire got hewl tê dayîn mirovahî li girtîgehan bê kuştin û got ji aliyê gardiyanan ve destdirêjî li dijî jineke li Girtîgeha Kayseriyê hatiye kirin, lê rêveberiya girtîgehê jin sûcdar dîtiye, der barê gardiyanan de tiştek nekiriye.
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û wezareta dadê û desthilatdarî pêkanînan ji nedîtî ve tê. Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê çû serdana girtîgehan. Di encama serdanê de tê payîn ku rapor bê amadekirin û tiştên pêwist bên kirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan a endama komîsyonê ye der barê serdanê de axivî.
 
‘Herî zêde ji 7 girtîgehan serlêdan tê’
 
Fatmayê da zanîn ku ji bo Komîsyona Mafê Mirovan, Komîsyona Lêkolîna Mafê Girtiyan û partiya wan serlêdan zêde tên kirin û ne tenê girtiyên siyasî girtiyên din jî serlêdanê dikin. Fatmayê her wiha got herî zêde ji Panos, Wan, Kayserî, Xarpêt, Afyon, Şirnex, Kirikkale û Hîlwanê serlêdan tên kirin.
 
Şewitandina înfazan, jimartina li ser piyan, cezayên dîsîplînê
 
Fatmayê destnîşan kir ku di serdana girtîgehan de gelek binpêkirinên mafan hatine dîtin û wiha çavdêriyên xwe vegot: “Berê li girtîgehan li dijî jimartina li ser piyan berxwedanên mezin hebûn û berdêlên giran hatin dayin. Loma em di demeke jimartina li ser piyan tune bû de dijiyan. Lê niha li hinek girtîgehan jimartina li ser piyan tê kirin, eşofman li ser girtiyan hebe jê dikin, terlik di lingê wan de bin jimartinê nakin. Girtî di alî tenduristiyê de jî pirsgirêkan dijîn, biçin nexweşxaneyê jî derman nayên dayîn. Her wiha di vê pêvajoyê de mijara herî sereke şewitandina înfazan e. Bi vê pêkanînê girtî nayên tehliyekirin.”
 
‘Surgunên kêfî didomin’
 
Fatmayê da zanîn ku nêzî tahliyeya girtiyan bi awayekî kêfî cezayên dîsîplînê dikevin dewrê, girtiyên siyasî nayên tahliyekirin û surgun jî gelek zêde tên jiyîn. Fatmayê wiha bal kişand ser mijarê: “Di vê demê de pirsgirêka herî mezin surgun in. Ji ber pandemiyê gotin wê li girtîgehan sewq çênebin. Serlêdanên girtiyan tên redkirin lê bi kêfî surgun dikin. Em fêr bûn ku surgun tên jiyîn. Di dema surgunê de heqeretan li girtiyan dikin. Lêgerîna tazî ferz dikin. Yên qebûl nakin tên îşkencekirin. Kesên me pê re hevdîtin kirin gotin du sal in malbatên xwe nabînin. Ev binpêkirina maf a cidî ye.”
 
‘Yê ji îdareya girtîgehê razî bû gumanbarê Dedeogullari bû’
 
Fatmayê ev tişt daxuyand: “Li ser girtiyên siyasî pêkanînên cidî di dewrê ne. Qawişên serbixwe ferz dikin. Gelek girtî îfade dikin ku qawişa serbixwe tê ferzkirin. Ev konsept jî bi armanca teslîmkirinê tê kirin. Rêveberiyên girtîgehan îfadeyên wekî her tişt gelek baş e bi kar tînin. Dibêjin hewcedariyên girtiyan tên dayîn, pirsgirêk tune ne. Lê dema mirov diçin aliyê din ê korîdorê her tişt pir cuda ye. Her endamê komîsyonê vê baş dibîne.  Yekane kesê ku ji rêveberiya girtîgehê razî bû, kujerê malbata Dedeogullari, Mehmet Altun bû.”
 
‘Jina destdirêjî lê tê kirin sûcdar tê dîtin’
 
Fatmayê bal kişand ser îdiayên destdirêjî û tecawizê û wiha dirêjî dayê: “Ji girtîgeha Kayseriyê jinekê serlêdana ku dest dirêjî wê kirine, kir. Em çûn jinekê got ji aliyê gariyan ve hatiye tacîzkirin. Got di vê mijarê de daxwazname daye lê ew hatiye sûcdarkirin, cezayê dîsîplînê li wê hatiye birîn. Her cureyê zextê li jinan tên kirin. Ji ber nêrîna siyasî her carê bi newekheviyê re tên rû hev. Hewcedariyên wan ên taybet nayên dîtin, li kantînê her tişt biha ye. Dibêjin ku nikarin bigirin û hêza wan tune ye, dewlet jî hewcedariyên wan nade. Her wiha gelek girtiyên nexweş hene.” 
 
‘Zextên kêfî tên kirin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne îşkencexaneyê û dema AKP gotina îşkenceyê dibihîze divê serê xwe bike berxwe. Fatmayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li girtîgehan bijîşk tune ne. Dema em li raporan dinêrin  li girtîgehan memurekî tenduristiyê heye. Ma xebatkarên tenduristiyê dikare çi bike tenê tansiyon dipîve.  Li mala me hemûyan alava tansiyonê heye. Em jî dipîvin. Pîvandina tansiyonê ne dermankirin e. Xwarinên taştê qet ne baş in. Paqijî tune ye. Zextên kêfî tên kirin. Gelo ev hemû ne îşkence ne, çi ne? AKP’yî li girtîgehan li askiya Fîlîstînê digerin. Ger ew bê dîtin îşkence dihesibînin.”
 
‘Dixwazin mirovahiyê bikujin’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:“Li girtîgeha Kandirayê rêveberî guheriye.  Bi guherina rêveberiyê pêkanîn bi dawî nabin. Li her girtîgehê girtiyên ferzkirinan qebûl nakin ser û çavên wan tînin xwarê. Yên îtîraz jî dikin cezayê dîsîplînê lê dibirin. Divê ne midûr, zihniyet bê guhertin. Divê polîtîkayên girtîgehan li ber çavan bê derbaskirin. Li girtîgehan dixwazin mirovahî bê kuştin, hovîtî tê jiyîn.”