Li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtî tên îşkencekirin

  • 11:06 11 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li gor ragihandina girtiyên Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Gumushanê, nêzî 20 roj berê hêzên çevîk bi ser qawişên wan de girtine, dest danîne ser hin alavên wan û îşkence li wan kirine. Malbatên girtiyan bertek nîşanî êrîşên li zarokên wan hatine kirin dan  û gotin bila ev îşkence bê bidawîkirin. 
 
Li girtîgehên  li Tirkiye û bakurê Kurdistanê zext, zordarî, gef û binpêkirinên mafan roj bi roj zêdetir dibin. Yek ji girtîgehên ku binpêkirin û gefên li ser girtiyan lê zêde bûne jî Girtîgeha Tîpa E ya Gumushanê ye. Girtiyên bi navê Hamza Arzûman û Reşît Îlhan ê ku di girtîgehê de dimînin, bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku nêzî 20 roj berê polîsên hêzên çevîk bi ser qawişên wan de girtine dest danîne ser hin alavên wan û îşkence li wan kirine.
 
Malbatên Hamza û Reşît, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
 
‘Her roj zilmê li wan dikin’
 
Dayika Hamza Arzûmanê ku 6 salin girtiye û 36 sal ceza lê hatiye birîn, Bedriye Arzûman, anî ziman ku kurê wê di sala 2016’an de hatiye girtin û wiha got: “Kurê min nêzî du sal û nîvan di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de girtî ma. Piştre sirgûnê Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê hat kirin û hîn jî di wê girtîgehê de ye. Li zarokên me zilm, zordarî tên kirin û gef li wan tên xwarin. Rewşa zarokên me di girtîgehan de nebaşe. Her roj zilmê li wan dikin. Em vê tiştê qebûl nakin. Hertim bi ser qawişên zarokên me de digirin, lêgerînê  dikin û dest didin ser eşyayên wan.”
 
'Polîsan bi ser qawîşên wan de girtiye'
 
Bedriye, da zanîn ku di girtîgeha Gumuşhaneyê de sê girtiyên siyasî bûne yekê jê ji gel wan birine û wiha domand: “Duh kurê min bi telefonê li min geriya. Got zilmek mezin li ser wan tê kirin. Rêvebiriya girtîgehê zilmê li wan dike. Kurê min got ku nêzî 20 roj berê polîsên hêzên çevîk bi ser qawişên wan de girtine li qawîşê lêgerîn kirine û ew jî îşkence kirine. Kurê min got ku dema diçin berberê porê xwe jêbikin jî gardiyan li wan didin. Li ser vê yekê ji xwe re makîneya traşê kirîne. Lê dema ku bi ser qawişê de girtine dest danîne ser. Her wiha kurê min got ku çarşevên wan hemû çirandine û dest danîne ser û polîsên hêzên çevîk jî îşkence li wan kirine. Ji aliyekî ve rêveberiya girtîgehê li wan îşkence dike ji aliyê din ve jî şev nîvê şevê bi ser qawîşên wan de digirin.”
 
‘Êdî ne şeva me şeve û ne roja me roj e’
 
Bedriye, destnîşan kir ku ew jî mirovin û vê îşkence û êrîşê qebûl nakin û wiha pêlda axaftina xwe: “Em dixwazin bila ev zilm û îşkenceya li ser zarokên me bi dawî bibe. Me zarokên xwe mezin kirin ne ku ji bo îşkenceyê li wan bikin. Ev sê salin min kurê xwe nedîtiye. Ji ber ku gelek dûre em nikarin biçin hevdîtinê. Em dixwazin bila wan bînin cihek nêzîk. Li wir bi tenê du girtiyên siyasî hene. Kurê min digot tim bi ser qawişên wan de digirin.  Nameyên wan nayên dayîn. Hem em û hem jî zarokên me ji rêvebiriya girtîgehê re daxwazname dinivîsin lê belê bê bersiv tên hîştin. Êdî ne şeva me şeve û ne roja me roj e. Kurê min 16 salî bû bê hiqûqî hat girtin û cezayê giran lê hatiye birîn. Em dixwazin dawî li vê îşkenceyê bînin. Ji xwe zarokên me di girtîgehê de ne, çi ji wan dixwazin.”
 
'Dilê me diêşînin'
 
Dayika Reşît Îlhan ê ku 6 sal in girtî ye û 36 sal ceza lê hatiye birîn, Ayşe Îlhan jî bertek nîşanê zilm û gefên li ser girtiyan da û wiha behsa zextên li ser kurê xwe kir: “Rêvebiriya girtîgehê zilmê li zarokên me dike. Dest dide ser alavên wan. Kurê min bi telefonê ji min re axivî û got ku nêzî 20 roj berê hêzên çevîk bi ser qawişên wan de girtine lêgerîn kirine, dest danîne ser alavên wan û îşkence li wan kirine. Li girtîgeha Gumuşhanê îşkence û binpêkirinên mafan gelek zêde bûne. Heta damleyek xwîna me jî hebe em ê bibin dengê zarokên xwe û li ser şopa wan bin. Ev du salin ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Ji ber ku gelek dûr e. Ji ber zilma li ser zarokên me tên kirin em nikarin xwarinê bixwin.  Em vî tiştî qebûl nakin. Em li pişt zarokên xwe ne. Heta bi makîneya wanî ku pê porê xwe jêdikin jî desteser kirine. Ji ber îşkenceya ku li wan tê kirin nikarin biçin berber û porê xwe jî jêbikin.”
 
‘Berpirsyar hikûmet bi xwe ye’
 
Ayşe, di dawiya axaftina xwe de bang hikûmetê kir ku dawî li vê îşkenceyê bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin zarokên me berdin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Em jî jiyanek azad û aştiyê dixwazin. Ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye.”