TDÎ: Divê xwedî li girtiyan bê derketin, em bibin dengê wan

  • 09:07 11 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re bi armanca balê bikşîne ser binpêkirina mafan a li girtigehan plana çalakiya du mehan xist jiyanê û wê di demên pêş de li qada bin. Berdevka însiyatîfê Fatma Yildirim, da zanîn ku wê rewşa girtiyan bidin bihistin.
 
Malbatên girtiyan di 2016’an de Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) ava kirin û di rojên borî de plana çalakiya du mehan aşkera kirin. Înîsiyatîf ji roja ava bûye bi malbatên girtiyan re hevditnan dike, gelek çalakî û bername pêk anî.  Înîsiyatîfê herî dawî der barê rewşa girtiyan de li ÎHD’a Stenbolê di 20’ê cotmehê de plana çalakiya bi ser navê ‘Dawî li şewitandina Înfazan bînn, girtiyên nexweş berdin’ bi rayagiştî re aşkera kir.
 
Berdevka Însiyatîfê Fatma Yildirim der barê plana çalakiyê ya du mehan de ji ajansa me re axivî.
 
‘Mafên girtiyan ji dest hat girtin’
 
Fatmayê daxuyand ku binpêkirinên mafan didomin, bi pandemiyê re hîn bêtir giran bûne û got: “Em wek civak heta ku me pêvajoya pandemiyê fêm kir û divê em çawa tevbigeriyana, fêm bikin gelek dem derbas bû. Di vê pêvajoyê de li zindanan mafên girtiyan hat xespkirin.  Ewil hevdîtin hatin qedexekirin. Pirtûk û rojname nehatin dayîn û pirsgirêkên çûna nexweşxane û revîran berdewam kirin. Hemû mafên wan ji dest hatin girtin.”
 
‘Di dema 80’yî de jî ev xesp tunebûn’
 
Fatmayê destnîşan kir ku mehekê de yek jê vekirî bi giştî 4 mafên hevdîtinê heye û ev bi pandemiyê ji holê hatiye rakirin û wiha daxuyand: “Bi pandemiyê re tenê du hevdîtin hatin kirin. Destur nedan hevdîtinên vekirî. Mafên girtiyan hat xespkirin. Di dema salên 80’ê de evqas xeps û şewitandina înfazan tunebû.”
 
Li ser girtiyên nexweş zext
 
Fatmayê balkişand ser şewitandina înfazan û got: “Bi hezaran girtî  înfazên wan hatine şewitandin. Ji 60’î zêdetir girtî tevî tahliyeya wan hatiye bi hincetên cuda nayên berdan.  Girtiyên nexweş bi pandemiyê re zehmetiyê mezin kişandin, nikaribûn xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Di vê pêvajoyê de hejmara girtiyên nexweş zêde bûn. Tevî raporên tipa edlî û nexweşxaneyan girtî bi pêkanînên kefî nayên berdan. Ev êrîş li hember îrada girtiyan e. Di meha dawî de bi taybet bi şev bi ser koxuşan de tê girtin.  Tehdîdên wekê ‘em we ji vir dernaxin, hunê li vir bimrin’ dikin. Li Kandirayê jî bûyera tecawizê, li girtîgehên din nûçeyên îşkenceyê zêde bune.”
 
Li ber Saziya Tipa Edlî daxuyanî
 
Fatmayê diyar kir ku divê dengê girtiyan bê bihistin û wiha got: “Divê dengê girtiyan bê bihistin wê êrîş biçewisin. Me wek însiyatîf di vê çarçoveyê de bi ser navê ‘Ji şewitandina înfazan re bes e! Bila girtiyên nexweş bên berdan, ji girtiyên siyasî re azadî’ kampanya da destpêkirin. Me li ÎHD’ê kampanya aşkera kir û piştre me bi malbatan re li ber girtîgeha Bakirkoy daxuyanî da. Em plan dikin ku li ber saziya Tipa Edlî jî daxuyaniyê bidin. Em banga hestiyariyê li civakê dikin û dibêjin ku bila guh bidin dengê girtiyan.”
 
Di 19’ê Kanûnê de wê bikeve astek din
 
Fatmayê her wiha anî ziman ku wê kampanyayê di salvegera komkujiya wek ‘Operasyona vegera jiyanê’ ya 19’ê Kanûnê de li salonek mezin bibin asteke cuda. Fatmayê dawiya axaftina xwe de balkişand ser girtîgehên Tîpa S ya li Bodrum, Antalya û Idîrê hatine vekirin û got ev girtigeh wê ji girtîgehên Tîpa F girantir bin û kesên cezayê muebeta giran girtine wê bikinê.  Fatmayê wiha dawî lê anî: “Kesên cezayê muebeta giran girtine mafê wan tune ji tu tiştî fêdeyê bigirin. Agahî tam ne zelale lê 16 girtiyên PKK’ê yên cezayên muebeta giran girtine xistine Tîpa S. Tenê der barê ku di kîjan şertan de birine raporek biçûk heye.”