Dayikên Aştiyê: Şûna tecrîdê pêdivî bi aştî û demokrasiyê heye

  • 09:04 11 Mijdar 2021
  • Rojane
ÊLIH - Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku pêdiviya vî welatî bi aştî û demokrasiye heye û gotin:"Ji ber polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê xitimandinek çêbûye. Lazim e ku çareserîyek bê kirin û gel ji bin vê tecrîdê bê rizgarkirin."
 
Ev 22 sal in li Girtîgeha girava Îmralîyê li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî tê meşandin. Her wiha 7 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û serlêdanên malbat û parêzêrên wî jî nayê bersivandin. Ji ber vê yekê bangên ji bo rakirina tecrîdê her ku diçe xwe zêdetir dike. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlîhê bang ji bo rakirina tecrîdê kirin.
 
'Ji ber tecrîdê li Tirkiyeyê xitimandinek çêbûye'
 
Meryem Turay diyar kir ku heya tecrîd ranebe pirsgirêkên vî welatî nayên çareserkirin û wiha got: “Em dixwazin ew tecrîd li ser birêz Ocalan û li ser gelan rabe. Heya tecrîd ranebe gel nikare nefes bigire. Êdî di her aliyê ve xitimandinek çêbûye. Jixwe tecrîda li ser girtiyan her ku diçe mezintir dibe. Bi sedan girtiyên me di zindanan de di bin tecrîdek giran de nin. Bila aştî û jiyanek bi aram çêbibe. Em dayik êdî naxwazin xwîn birije. Ji bo vê yekê jî divê ewilî tecrîd bê rakirin. Bang dikim ku bila êdî dewleta tirk vê tecrîdê rake û ji bo hemû gelan aştiyek pêk were.”
 
'Ji ber polîtîkayên tecrîdê fikr û ramanên gel tê astengkirin'
 
Taybet Tekîn jî destnîşan kir ku tecrîdê herî zêde gelê kurd dijîn û bi lêv kir ku bi polîtîkayên tecrîdê fikr û ramanên gel tê astengkirin. Taybet bi berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Tecrîd li ser me hemû kesan e. Lê tecrîda herî giran kurd dijîn. Di her aliyê de gelê kurd rastî zext û zordestiyê tên. Bi polîtîkayê tecrîdê nikarin bi awayekî azad fikrê xwe bêjin. Her wiha ew tecrîd wek rêbazek li ser girtîgehan tê meşandin. Lawê min ew 6 sal in di girtîgehê de ye û behsa zilm û zordestiyên ku li ser wan tê meşandin dike. Em dikarin bêjin ku êdî girtîgeh bûne wek îşkencexane. Tehde û îşkenceyên ku li ser girtiyan tê kirin zilmekê pir mezin e. Jixwe girtî di destê wan de wek esîr in. Ne wek berê ye, niha tu mafê girtiyan nema ye. Gerek ji bo vê em piştgirîyê bidin girtiyan û girtiyên xwe tenê nehêlin. Jixwe ne qanûn ne edalet ne jî wijdana wan maye, tenê karê zilm û zordestiyê dizanin.”
 
'Dayik bi salan in dilşewat in'
 
Şukrîye Acar jî destnîşan kir ku pêdiviya vî welatî bi aştî û demokrasiyê heye û wiha got: “Em vê tecrîda li ser gel, jinan, ciwanan, girtîyan naxwazin û qebûl nakin. Daxwaziya me ya yekser aştî, wekhêvî û aramî ye. Em li dijî jiyanek bindest in. Ji bo me hemûyan jiyanek wekhev û demokratîk divê. Ewqas ji bo rakirina tecrîdê xebat tê kirin divê ew tecrîd li ser gele me giş bê rakirin. Em dayik bi salan e dilşewat in. Bes êdî ji vê zilm û bindestiyê re. Em dixwazin bila êdî rûyê dayikan bikene. Pêdiviya wan bi aştiyê re heye.”
 
'Ji bo qedandina şer divê tecrîd bê rakirin'
 
Herî dawî Menîcê Goktay axivî û bal kişand ser tecrîda li dijî girtiyan. Menîce, wiha axivî: “Ji ber rewşa girtiyan xew nakeve çavên me. Em bi şev û roj ji bo girtiyên xwe digirîn. Aramî bi şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan pêkan e. Li her derê şer û pevçûn heye û ji bo ku êdî ev zilm û şer bi dawî bibe divê ev tecrîd bê şikandin. Lazim e ku çareserîyek bê kirin û gel ji bin vê tecrîdê bê rizgarkirin.”