Nûnerên rêxistinên jinan bersiv dan Serkomarê AKP'yî

  • 12:08 10 Mijdar 2021
  • Rojane
Nişmiye Guler
 
STENBOL - Nûnerên Rêxistinên Jinan ku bertek nîşanî Serkomarê AKP'yî yê ku jin û Peymana Stenbolê kirin hedefa xwe  dan gotin, "Em ne jin û xuşkên tu kesî ne. Em ê li qadan bersivê bidin."
 
Serkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan, roja duşemê piştî civîna Kobanê di daxuyaniya ku da de got, "Kî hevoka ku di nav re Peymana Stenbolê derbas bibe bîne ziman divê di serî de jinên me li hemberî wan derkevin." Erdogan bi van gotinên xwe  careke din Peymana Stenbolê û jin kirin hedefa xwe." 
 
Nûnerên rêxisitnên jinan bertek nîşanî daxuyaniya ku jinan li hemberî hev hedef dide nîşan dan dan.
 
'Hêrsa wî ji ber ku me negot qediya ye'
 
Seroka  Kadin Zamani Derneyî (Komeleya Dema Jinan) Dîlek Başalan, diyar kir ku ev helwesta serkomar ne nû ye, bi salan e Îtîdara AKP'ê û hevkarê xwe MHP êrîşî jinan dikin. Dîlek wiha berdewam kir, "Di niqaşên li ser şer de bal kişandina ser rewşa jinê ne îhtîmaleke dûr e. Li gorî wan şer û jin her divê li gel hev bên dîtin. Piştî vekişîna ji peymanê dema ku em derketin kolanan tundî zêdetir bû. Zîhniyeteke ku dest bi avêje çi qetil dike heye. Em ne jin û xuşkên tu kesî ne."
 
'Me bersîva pêwist herdaîm li qadan daye'
 
Ji Platforma Kadinlar Bîrlîkte Guçlu (Jin bi hev re bi hêz in) Sînem Tugcu jî got jinên ku anîne rewşa "makbul" kirine nesne û berdewam kir, "Em bersiva ku bidinê naxwazin jê hîn bibin. Em xwedî hiş û îrade ne. Me herdaîm li qadan bersiva wî daye û em ê vê helwesta xwe bidomînin. Em ê li dijî qanûnên wî yên ku dijbariya jinan dikin û dewleta mêr bi jinan re bibin asteng. Ji ber ku em dizanin ev îqtîdara jinan dide girtin û rê li ber destdirêjî û tecawizê vedike em dijberiya wê dikin. Ji ber wê em li gorî gotinên wan tevnagerin. Em dizanin ku ev dewşeta mêr me naparêze. Em dizanin ku em mafdar in û em ê herdem bersiva wan bidin."
 
'Em ê bibêjin Peymana Stenbolê ya me ye'
 
Ji Kadinin Însan Haklari Yenî Çozumler Derneyî (Komeleya Mafên Mirovan a Jinê ya Çareesriyên nû) Hîlal Gencay jî diyar kir ku êrîşên li hemberî Peymana Stenbolê û kesên wê diparêzin her ku diçe zêde dibin û berdewam kir, "Daxuyaniyeke ku jin kirine hedefa xwe ye. Ev me dike fikaran. Anîna ziman a gotinên bi vî rengî ji aliyê serkomar ve me bêhtir xemgîn dike. Erka serkomar ne ev e û ne ku komekê bike hedefa xwe ye. Em ê bi berdewamî bibêjin Peymana Stenbolê ya me ye, em dest jê bernadin û em ê di rêya ku ji me re rast tê de meşa xwe berdewam bikin."