‘Li girtîgehan pêkanînên kêfî pêk tên’

  • 09:10 10 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL - Parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan zêde bûne û divê li dijî vê rayagiştî bêdeng nemîne û got: “Ji ber pêkanînên li girtîgehan nabin rojev, nayên dîtin, berdewam dikin.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser her alî jiyanê û bi taybet li girtîgehan dike. Desthilatdariya ku pandemî kir hincet tecrîd roj bi roj giran kir,  şîdet, îşkence, cezayên dîsîplînê, qedexekirina hevdîtinan pêk tên. Li aliyê din jî yên herî bi bandor dibin girtiyên nexweşin.
 
Di 3 mehan de hezar û 761 binpêkirin
 
Komeleya Mafên Mİrovan (ÎHD) ya Stenbolê hefteya borî rapora ‘Binpêkirina mafan a li girtîgehên herêma marmarayê’ aşkera kir û diyar kirin ku di sê mehan de hezar û 761 serlêdanên binpêkirinên mafan girtine.  Di raporê de her wiha balkişandibûn ser tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş. Parêzer Destîna Yidiz ji ajansa me re der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir.
 
‘Tecrîd û binpêkirina maf zêde bû’
 
Destînayê daxuyakirin ku girtiyên ji girtîgehekê surgunê girtîgeha din dibin, lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û wiha dirêjî dayê: “Di hevdîtinên bi girtiyan re gardiyanan gotingardiyan dibêjin cilên xwe derxin ji ber dernaxin ji aliyê wan ve tên derbkirin. Lig elek girtîgehên Tirkiyeyê lêgerîna tazî û dev, her wiha gelek binpêkirinên din  tên jiyÎn. Bi pandemiyê re tecrîd giran bû. Li derve tevî jiyan normal bûye, li girtîgehan pandemî didome.  Girtî nikarin mafên xwe bikar bînin. Ev du sale nikarin hevdîtina vekirî bikin. Nikarin faliyetên hevpar bikin. Nikarin derkevin sporê. Name û pirtûk piştî demek dirêj şûnde didin. Nameyên Kurdî tên sansurkirin.”
 
‘Pandemî veguhertin derfetê’
 
Destînayê daxuyakirin ku ligel faliyetan di qada tenduristiyê de jî gelek binpêkirin tên jiyîn, di sewq û revîrê de pirsgirêk tên jiyîn. Destînayê di vê mijarê de jÎ wiha got: “Girtiyên diçin nexweşxane an jî edliyeyê, dema vedigerin 14 rojan di şertên nebaş de di karantînayê de tên girtin. Îdara girtîgehê pandemî veguhertiye derfetê.  Mafên girtiyan yên sînorkirî bi giştî hatine rakirin. Bi hinceta pandemiyê tecrîdê dikin.”
 
‘Di girtîgehên tîpa S de tecrîda giran mijara gotinê ye’
 
Destînayê bi lêv kir ku girtîgehên Tîpa S niha li sê herêman kirine jiyanê û der barê şerên fizîkî yên tîpa S de,  ji ser girtiyên hatine surgunkirin agahî girtine. Destînayê wiha dirêjî dayê: “Li girtîgeha Tîpa S tecrîda giran mijara gotinê ye. Ji tecrîda Tîpa F wêdetir tecrîdek mijara gotinê ye. Ji ber hewadanka hucreyan tune, girtiyan dibin cihekî din û saetekê hewayê digirin.  Li girtîgeha Tîpa S ev her tim derbasdare. Berovajî girtîgehên normal, pergaleke hucreyê ya dîk heye. Hucre ne ligel hev, li ser hev hatine çêkirin.Di pêvajoya pêş de wê der barê girtîgehên Tîpa S de agahî derkevin holê .Armanca tecrîdê ev e ku kes bi giştî tenê bê hiştin.”
 
Pêkanînên kêfî di dewrê de ne
 
Destînayê balkişand ser rewşa şewitandina Înfazan û got dewlet wek alava tolgirtinê bikar tîne, bi hincetê vala pêştiya tahliyeya girtiyan digirin. Destînayê wiha balkişand ser: “kesê 30 salin girtîne bi sedemên kêfî yên dewletê tên girtin. Ev binpêkirina maf e. Bi hesta tolgirtinê pêkanînên kêfî dikin. îtîrazên li dijî biryaran li ber çavan nayên girtin. Mekanîzma dewletê qels dimîne.   Ji bo serlêdanên taloqkirina înfazê ATK raporê bide jî ji ber mudaxaleya şaxa TEM’ê tê astengkirin. ATK ji desthilatdariyê serbixwe biryaran nade. Gelek nexweş tevî rapora wan ya nikarin girtî biminin heye jî saziya tipa edlî dibêje dikare bimîne. Mehmet Emîn Ozkan mînakeke.”
 
‘Divê bertek bê nîşandan’
 
Destînayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di qanûna înfaza heyî de pêkanînên kêfî hene. divê dawî li vê bînin. Divê rayeyên ku dibin sedema kêyfiyetê nedin rayedaran. Divê li derve rayagiştî li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Divê pêkanînên li girtîgehan bibin rojev. Ji ber nabin rojev û nayên dîtin pêkanîn didomin. Tecrîd li civakê jî belav dibe. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê her kes hestiyar tevbigerin.”