‘Em ê li her navçeya Amedê nûnertiya MED-DER'ê vekin’

  • 09:07 10 Mijdar 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Hevseroka MED-DER Şîlan Elmas Kan da zanîn ku ew ê li her navçeya Amedê nûnertiya MED-DER'ê vekirin û wih agot: “Ji bo ku em kurdî bidin jiyîn û axaftin em ê hemû derfetên xwe seferber bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina ziman bidomînin.”
 
Li gorî lêkolînên ku dîroknasan kirine li cîhanê 7 hezar ziman hene. Tê destnîşan kirin ku piranî ziman bi tunebûnê re hatine rû hev, zimanê herî demdirêj li cîhanê jiya ye jî yê Çînî ye. Di roja îro de yek ji zimanên ku bi xetera tunebûnê re hatiye rû hev jî zimanê Kurdî ye.
 
Li bajarên Tirkiye û herêmê bi armanca jiyandina zimanê Kurdî sazî û dezgeyên hatibûn vekirin di 6 salên dawî de ji aliyê hikûmetê ve hatin girtin. Yek ji van jî Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) di 21’ê Mijdara 2016’an de bi KHK’ê hat girtin û li şûna wê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman ya Mezopotamyayê (MED-DER) di 2017’an de hat vekirin.
 
MED-DER'a ku di di warê ziman de xebatan dimeşîne, li gelek navend û navçeyên Amedê nûnerî vekir. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan der barê mijarê de axivî û got di 4’ê Mijdarê de li Farqînê nûnerî vekirine û di dema pêş de jî hedefa wan ew e ku li hemû navçeyên din yên Amedê nûneriya MED-DER'ê vebikin.
 
‘Li Tirkiyeyê demokrasî nayê meşandin’
 
Şîlanê daxuyakirin ku piştî KURDÎ-DER hatiye girtin di 2017’an de li Amedê MED-DER vekirine û xebat bi taybet li navçeyên Amedê hatine kirin û wiha dirêjî dayê: “Divê xebatên me li navçeyên navendê sînor nemînin. Ji ber vê me li navçeyan şax vekirin. Şaxa yekem me li Farqînê vekir ji ber Farqîn ji bo me navçeyek girîng e. Jİ sedî 99’ê gel Kurdî diaxive. Ev xebatên me heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî wê bidomin. Polîtîka tunekirina Kurdî ne polîtîka îro ye. Dewletê her tim polîtîka tunekirinê meşand. Ji roja  Komara Tirkiye hatiye avakirin heta niha li dijî ziman, ol, çand û gelan e. Li Tirkiyeyê demokrasî nayê meşandin. Tenê Tirk li Tirkiyeyê najîn.  Gelek  gelên ji netewên cuda jî dijîn.”
 
‘Tehemula wan ji bo Kurdî tune ye’
 
Şîlanê destnîşan kir ku hikûmet li ser zimanên cuda xebatekê nameşîne û ev tişt daxuyand: “Hikûmeta hebûna xwe li ser zimanekî dimeşîne. Li şûna komeleyan divê me dibistanên Kurdî vebikira. Lê dewlet mafê me  yê perwerdê asteng dike. Me wek MED-DER’ê dema li Farqînê komele vekir polîsan astengî derxist. Gotin bi 15 kesî re komeleyê vekin. Nehiştin em govendê bigerînin stranên Kurdî bêjin. Li Farqînê Midûriyeta Emniyetê heye lê  rayedaran ji Amedê polîs anîbûn. Ev jî vê nîşan dide ku tehemula wan li hember Kurdî tune ye. Bi vê wisa dikin ku gel bitirsînin. Lê mafê dewletê tune ye mafê me desteser bike.”
 
‘Ji bo ziman wê têkoşîna me bidome’
 
Şîlanê di dawiya axaftina xwe de got di serî de li meclîs û gelek saziyên dewletê Kurdî wek zimanê nayê zanîn, zimanekî cuda tê venasîn û wiha berteka xwe nîşan da: “Dewlet li hember Kurdî polîtîkayên cuda dimeşîne. Ya ku niha pêk tê encama polîtîkên dewletê yên durû ne. Em li ser axa xwe nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin, nahêlin zarokên me zimanê xwe pêş bixînin. Hikûmet ji bo tunekirina ziman polîtîkayê dimeşînin. Em wek MED-DER ji bo jiyandina Kurdî û axaftina Kurdî em ê hemû derfetên xwe seferber bikin. Têkoşîna me ya ji bo ziman wê bidome.”