'Li Efrînê jin dibin hedef'

  • 09:09 9 Mijdar 2021
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê, Fatma Silêman di derbarê rewşa jinê ya dawî ya li Efrînê de axivî. Fatmayê da zanîn li Efrînê jin dibin hedef û wiha got:"Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku projeya Netewa Demokratîk û hêza jinê têk bibe."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 18'ê Adara sala 2018'an ve ye Efrîn kiriye bin kontrola xwe. Jinên li Efrînê her tim tînin ziman ku ji wê demê ve ye Efrîn li jinan bûye dojeh. Ji ber ku dewleta tirk her tim jinan û zarokan ji xwe re dike hedef. Li Efrînê rojane dewleta tirk û komên girêdayî wê jinan ber bi cihên ne diyar ve direvînin. Di vê  dawiyê de li Gundê Îskayê yê girêdayî navçeya Cindirêsê di nav de 2 jin 14 sivîl hatine revandin. Ji bilî wê jî li deverên din ên girêdayî bajarê Efrînê roj bi roj kiryarên dewleta tirk berdewam in. Di derbarê vê mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Fatima Silêman ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Dijmin ji hêza jinê ditirse'
 
Fatma di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa jinê ya li Efrînê ya beriya dagirkeriyê kir û wiha anî ziman:"Berî ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Kantona Efrînê bike gelê me li cih û warê xwe jiyanek bi ewle dijiya. Jinê xwe bi awayekî xurt li Efrînê bi rêxistin kiribû, kar û xebatên jinê her tim li pêş bû. Rola jinê di her qadê de rolek pir girîng bû, ji ber ku jinê xwe di her alî de perwerde kir û êdî rêxistina xwe da rûniştandin. Di aliyê dîplomasiyê de jin xwediyê roleke girîng e. Tevî şerd û mercên civakê yên zehmet û neqebûlkirina civakê ya jinê jî jin rabû ser piyan û mafê xwe xwest. Bi vê yekê jinê êdî li dijî koletiyê xwe îspat kir. Jinên Efrînî di aliyê zanebûnê de di asta herî pêş de bûn. Dema dijmin dît jin bûye xwedî hezekê loma êriş kir. Hêz û rola jinê qebûl nekir û bi tanq û topên xwe êrîşî Efînê kir. Ji ber ku tirsa dijmin a bingehîn ji hêza jinê ye." 
 
'Li Efrînê jin dibin hedef'
 
Fatmayê behsa asta pêşketina jinê kir û wiha axaftina xwe dom kir:"Armanca dewleta tirk a dagirker têkbirina pergal û fikrê jinê ye. Li ser vî esasî jî êrîşî Efrînê kir. Dixwaze hêza jina ku xwe bi rêxistin kiriye û xwe bi pêş xistiye têk bibe. Armanca êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê ew bû ku careke din jinê bixin bin koletiyê, ji ber ku jin bû sembola azadiyê. Mînaka wê jî pakrewan Avesta, Barîn û Hevrînê ne. Ev jî teqez dikin ku jin bûye sembola azadiyê. Jinê xwe gihaştiye asta herî jor a zanînê. Dijmin her tim ji jinê ditirse, ji ber ku jin dixwaze xwe azad bike û bi mafê xwe bang dike. Dijmin dixwaze her tim jin serî deyne, ji ber ku ger jin kole be wê civak jî kole be."
 
'Çeteyan gelek sivîl revandine'
 
Fatmayê di heman demê de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê û revandina jinan a ber bi cihên ne diyar ve û wiha got:"Niha  bi taybet li Efrînê çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê rojane jinan direvînê û fîdyeyê dixwaze. Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker bi hezaran sivîl revandine. Herî zêde jinan direvîne û dixwaze wisa jin bê deng bimîne, jin bibe kole. Yek ji mînaka wê jî jina ducanî Nemet a ku hat revandin û di bin îşkenceyê de bê sûc hate kuştin e. Bi sedan jin ji bilî wê jî bi vî awayî hatine revandin û heta vê kêliyê tu agahî ji wê tune ye."
 
'Heta rizgarkirina Efrîn û azadiya Rêbe Apo em ê her tim li qadan bin'
 
Fatmayê da zanîn ew ê wekî jinên Efrînê her dem li berxwe bidin û wiha bi dawî kir:"Herî dawî li Efrînê gelek sivîl hatin girtin. Armanca dijmin ew e ku di vê demsala zeytûnan de ji welatiyan fîdyeyê bixwazin. Ji bo welatiyên Efrînê derbasî Efrînê bibin demekê sînor vekirin. Ew ji ber her dixwazin zirarê bigihêjin welatiyên Efrînê fîdyeyê ji wan dixwazin. Dewleta tirk a dagirker dixwaze dîsa dewleta Osmanî nûjen bike. Lê belê bi derketina Projeya Netewa Demokratîk re gel xwe bi awayekî xurt bi rêxistin kir. Piştî ku em koçberî Şehbayê bûn me hat li vê derê dîsa rêxistina xwe ava kir û da rûniştandin. Divê asta berxwedanê ya li dijî dijmin bê bilindkirin. Heta rizgarkirina Efrîn û azadiya Rêbe Apo em ê weke jinên Efrînê tim li berxwe bidin û li qada bin ."