‘Divê li dijî pirsgirêkên li girtîgehan helwest bê nîşandan’

  • 09:03 9 Mijdar 2021
  • Rojane
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ragîhand û da zanîn ku poşmanî li girtiyan tê ferzkirin û wiha banga hestiyariyê kir: “Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bandorê li ser hemû aliyên civakê dike. Ji bo çareserkirina pirsgrêkan û daxwazkirina maf divê helwest bê nîşandan.
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê girtiya bi navê Garîbe Gezer ku tevî cezayê wê nehatiye erêkirin, bi tenê di hucreya yek kesî de hat girtin û ji ber daxwaz kir biçe koxuşa siyasiyan, ji aliyê gardiyanan ve hat tecawizkirin û îşkencekirin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinan de axivî.
 
‘Lêgerîna tazî û gelek binpêkirnên din’
 
Nurayê got ji sala 2016’an de ye li girtîgehan polîtîkayên ewlehiyê ketine dewrê, girtî bi fermana rêveberiyêa girtîgehê di çarçoveya binpêkirina mafan de bi zextan re tên rû hev û got: “Girtî divê ji hemû mafên xwe fêdeyê bigirin. Li hember girtiyên jin pêkanînên nebaş hene. Ji me re hat ragîhandin ku du jin li Panosê hatine îşkencekirin. Di hevdîtinan de hat îfadekirin ku li ruyê girtiyan şopa derbê hene. Heqeret û îşkence tê kirin.”
 
‘Giştîname binpêkirinan zêde dikin’
 
Nurayê daxuyakirin ku di pêvajoya ku binpêkirin û zext li girtîgehan zêde bûne, giştîname çûne girtîgehan lê der barê ku giştîname hatiye amadekirin de agahî di destê wan de tune ne û wiha bi lêv kir: “Gelek giştînameyên nû  yên binpêkirinan zêde dinkin hatine amadekirin. Bi biryara lijneya şopandina girtiyan girtî nayên tahliyekirin. Rojname nayên dayîn. Li devê girtiyan lêgerînê dikin. Piştî sererastkirina qanûna hejmar 7242 şûnde der barê biryara lijneya şopandin û îdarê, rêzikname hat derxistin.”
 
‘Sazî xwe dike şûna dadgehê’
 
Nurayê got ku rêveber, hekîm, midûr û psîkologên di Lijneya Çavdêrî û Îdarî de cih digirin tên gel hev û der barê tahliyekirina girtiyan de biryarê didin û ev jî tê wateya ku sazî xwe dike şûna dadgehê û wiha got: “Ev lijne bi nirxandinên ne şênber tahliyekirina girtiyan asteng dikin. Krîterên ne şênber xistine lijneyê. Gelo ev lijne xwe dike şûna kê ku vê nirxandinê dike.”
 
‘Poşmanî li girtiyan tê ferzkirin’
 
Nurayê nirxandina xwe wiha  berdewam kir: “Li girtiyan ji ber fikrên wan poşmanî tê ferzkirin. Li girtîgehan girtiyên polîtîk yên  muxalîf, rojnameger, parêzer û siyasetmedar hene.  Gelo divê ev girtî bêjin ‘em ji fikra xwe şûnde gavê davêjin? Ev tê wateya  astengkirina azadiya fikr û ramanê. Mafên girtiyan ji holê radike. Dibe sedema gelek pirsgirêkan. Dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk û tenduristiyê.  Mînak girtiyekî li girtîgeha Tîpa Hejmar Yek a Afyonê dima ku salek dema wî mabû ji ber nexweşiya giran jiyana xwe ji dest da.  Ji temambûna înfaza wî re salek mabû, divê ji berdana bi kontrol fêde bigirta. Lê mixabin girtiyên di vê rewşê de niha hene. Ev îşkenceye. Ev hêviya mirovan ji dest girtine.”
 
‘Mafê girtina agahiyan nikare bê sînorkirin’
 
Nurayê daxuyakirin ku girtiyên di çarçoveya şertên pandemiyê de divê bihata tahliyekirin, bi binpêkirina mafê wekhev tên girtin û girtiyên nexweşê giran, temenê wan pêşketî bi hinceta Qanûa Têkoşîna bi Terorê re (TMK) nayên berdan. Nurayê wiha dirêjî dayê: “Niha yek ji binpêkirina herî zêde tê jiyîn, neberdana girtiyan a bi biryara lijneya çavdêriyê ye ku girtî nayên berdan e. Ligel vê di xwegîhandina mafê tenduristiyê de pirsgirêkên mezin tên jiyîh. Sewq nayê kirin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Pirtûk, rojname ji girtiyan re nayên dayîn. Rojnameyên muxalîf nayên dayîn. Ji bo xwendina pirtûkan kota danîne. Gelo xwendina pirtûkê çima xerabe? Di pandemiyê de hevdîtin hatin rakirin.  Mafê hevdîtina bi telefonê hat sînorkirin.  Faliyetên sporê hatin astengkirin. Li kantînê her tişt biha ye. Girtî baş xwedî nabin. Xwarinên diyetê nayên dayîn. Lêgerîna tazî heye.”
 
‘Divê helwest bê nîşandan’
 
Nurayê wiha dawî lê anî: “Pirsgirêk û binpêkirinên li girtîgehan pirsgirêka her kesî ne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û daxwazkirina maf divê helwestek bê nîşandan. Me wek ÎHD’ê di demên cuda de di van mijaran de bi Malên Tevkîf û Ceza û Wezareta Dadê re hevdîtin kirin.  Lê di pandemiyê de hevdîtin sekinin. Di serlêdanan de me ji saziyan re bi nivîsê  radigihand. Em ji Midûriyeta Giştî ya Ceza û Malên Tevfkifê, Komisyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Kontrola Cemawerî û saziyên tenduristî û dozgeriyê re nivîsan dişînin. Xebatên me yên têkoşîna maf yên wisa didomin. Em raporan amade dikin û parve dikin. Lê pirsgirêkên li girtîgehan bandorê li civakê jî dikin. Divê her kes li dijî van binpêkirinan bi hestiyar tevbigere.”