'Xweparastin mafekî nikare bê înkarkirin e'

  • 11:04 8 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL - Jinên bertek nîşanî 15 sal cezayên li Çilem Dogan a xwe parast hat birîn dan wiha gotin:"Divê jin li dijî vî cezayê hatiye birîn dengê xwe bilind bikin û ji kolanan veneqetin."
 
Çilem Dogan di 2015'an de li Edeneyê li dijî mêrê bi wê re zewicî Hasan Karabulut ê tundî lê dikir her wiha fuhuş lê ferz dikir xwe parastibû û ew kuştibû. Li ser vê yekê cezayê 15 salî yê girtîgehê yê li Çilemê hatibû birîn li 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind hat erêkirin. Bi çalakiyên "xweparastin maf e" bertekên li dijî cezayê li Çilemê hatiye birîn didomin. 
 
'Ji bo em nemirin em mecbûr in jiyana xwe biparêzin'
 
Endama Komeleya Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkutan da zanîn bi cezayê 15 salan ê li Çilemê hat birîn dîsa hêz û cesaret dane mêran û wiha got:"Çilemê ji bo jiyana xwe biparêze yek kuşt. Jinên jiyana xwe diparêzin tên cezakirin. Cezayê heta hetayê li Nevîn Yildirim hat birîn û ew bi salan e di girtîgehê de ye. Loma birîna cezayê li Çilem, Nevîn, Ayşe Gokkan tê birîn tê wateya ku 'Mêr çi bikin deng dernexin'. Lê belê em ê dewam bikin ku jiyana xwe û rêxistinbûyina xwe biparêzin. Tevî cezayên li me tê birîn û polîtîkayên zextê em ê parastina azadiya xwe bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin ku li gel Çilemê û jinên jiyana xwe diparêzin bin." 
 
'Xweparastin mafekî nikare bê înkarkirin e'
 
Femînîsta azad Esril Bayrak da zanîn ger Çilemê xwe neparasta mêrê dê ew qetil bikira dê bi daxistina "halê baş" û "tahrîkê" serbest bihata berdan û wiha got:"Ev ceza li dijî parastina Çilemê hatiye birîn. Xweparastin mafekî nikare bê înkarkirin e. Ne zagon ne jî dewlet me diparêze. Di vê demê de ji bo jin li jiyanê bimînin ji bo wan tiştê herî girîng xweparastin e. Ev ceza bi hawekî neheqî ji aliyê dewletê ve hatiye birîn. Em van cezayan qebûl nakin. Dema em dengê xwe derdixin cezayê girtîgehê li me dibirin. Em cezayên li jinan tên birîn wekî neheqî dibînin û em ê li dijî vê yekê bisekinin."
 
'Ev darbeyeke li dijî têkoşîna jinê ye'
 
Delegeya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayten Yazici da zanîn ew vî cezayê li Çilemê hatiye birîn qebûl nakin û wiha pê de çû:"Di dema borî de raporên lêdanê û daxwaznameyên Çilemê hebûn lê tevî vêya tiştek nehat kirin. Wekî edlî û hiqûqî serî li gelek cihan da lê bersiv negirt loma wê jî xwe parast. Em birîna cezayê 15 salan ê dadgeha bilind qebûl nakin. Em li gel Çilem Dogan e. Em ji wê û keça wê gelekî hez dikin. Ev biryar darbeyeke li dijî têkoşîna jinê ye. Divê em wekî jin biryarên wiha bi hemû hêza xwe red bikin."
 
'Divê jin bizanibin xweparastin maf e'
 
Endama Piştevaniya Mor Şevval Barin, da zanîn xweparatin maf e û divê jin vê yekê bizanibin û wiha got:"Bi van biryarana em ê tu carî li kuçeyan gavekê paşve navêjin. Em vê yekê hîn bûn. Divê jin li dijî vî cezayê hatiye birîn dengê xwe bilind bikin û ji kolanan veneqetin. Divê em ji bîr nekin ku xweparastin maf e."