Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin

  • 09:06 7 Mijdar 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn. Dayikên Aştiyê gotin:"Divê her kes ji bo Rêbertiyê bikevin nava tevgerê."
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in didome, her diçe giran dibe. 7 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, serlêdanên malbat û parêzeran jî  ya nayên bersivandin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin. Ji ber agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin rê li ber fikaran jî vedibe.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê banga bidawîkirina tecrîdê kirin.
 
‘Em dixwazin peyamên Ocalan bibihîzin’
 
Dayika Aştiyê Zozan Gurbuz da zanîn ku agahiya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin, nayê qebûlkirin û divê demildest malbat û parêzer hevdîtinan bikin û wiha got: “Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Em dixwazin agahiyê ji Abdullah Ocalan bigirin. Bila tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin parêzer biçin hevdîtinê. 23 sal in bi awayekî bi rêk û pêk hevdîtin nehatine kirin. Bila Abdullah Ocalan azad be. Em dixwazin peyamên Abdullah Ocalan bibihîzin.”
 
‘Em tecrîdê şermezar dikin’
 
Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi jî wiha bertek nîşanî tecrîdê da:“7 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin. Ne malbata wî ne parêzer nikarin biçin. Em vê rewşê şermezar dikin. Em dixwazin agahiyek ji Rêbertiyê bê girtin. Rêbertî azadiya gelê kurd e. Bila agahiyê bidin parêzer an jî malbata wî. Divê hemû Dayikên Aştiyê, li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rêbertiyê bikevin nava tevgerê. Çima nahêlin ku hevdîtin bên kirin.”