'Girtiyên edlî li qawişên siyasî tên bicihkirin'

  • 09:02 7 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Dayika Sedat Baygeldî yê girtî Şukran, diyar kir ku girtîgeh bûne wek îşkencexane û got: "Herî dawiyê bi ser koxûşan de girtine, xwestine qadek vala bikin û girtiyên edlî li vir bi cih bikin. Ev tişt ji bo girtiyên me xetere ye û ez ji rewşa kurê xwe bi fikar im."
 
Binpêkirinên mafên girtiyan her diçin zêde dibin. Sazî û rêxistinên sivîl bi daxuyaniyan bal dikişinin ser rewşa girtîgehan. Malbat jî bi daxuyaniyan banga hestiyariyê dikin. Yek ji wan malbatan malbata Sedat Baygeldî ye. Sedat di sala 2013’yan de hat girtin û ji Amedê sirgûnê Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hatiye kirin. Dayika Sedat, Şukran Baygeldî, ji rewşa girtiyan bi fikar e û banga hestiyariyê kir. 
 
'Girtiyên edlî dê li vir bi cih bikin' 
 
Şukran, diyar kir li Girtîgeha Dîlokê rewşa girtiyan ne baş e û got: "Ez ji rewşa kurê xwe gelekî bi fikar im. Kurê min 7 sal in li Girtîgeha Dîlokê girtî ye. 54 sal ceza li kurê min birîn. Herî dawiyê bi telefonê kurê min behsa serdegirtina qawîşan kir û got 'Li cem me qadek hat valakirin û dixwazin girtiyên edlî li vir bi cih bikin'. Ez ji vê rewşê gelekî bi fikar im. Ez nizanim dê çi bê serê lawê min."
 
'Têkiliya girtiyan qut dikin' 
 
Şukran, destnîşan kir ku nahêlin girtî têkilî ji derve re daynîn û wiha bi lêv kir: "Ev qutkirina têkiliyan tê wateya tecrîdê. Em dixwazin bila hevdîtina vekirî pêk bê. Ew du sal in ez kurê xwe nabînim. Bi hinceta pandemiyê girtiyên me ji me dûr dixin. Têkiliya girtiyan hem bi hev re hem jî bi derve re hatiye qûtkirin. Li hemberî zarokên me tecrîdek heye. Destdatînin ser pirtûk û nameyên wan. Her wiha cil û bergên ku em dişînin nadin girtiyan. Jixwe tenê 10 deqe mafê axaftinê ya bi telefonê heye."
 
'Girtîgeh bûne wek îşkencexane'
 
Şukran, banga hestiyariyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jixwe berê jî ev zilm hebû lê niha asta zilmê zêde kirine. Li girtîgehan îşkenceya sîstematîk tê meşandin. Em dayik tenê aştî û edaletê dixwazin. Hevjînê min nivîşkan e û ez jî nexweşim, lê ez ê dîsa ligel her tiştî li pey lawê xwe biçim. Ez ê li dijî zilmê ji bo lawê xwe biçim her derê. Tenê daxwazek min heye û ev jî aştiye."