Jinên li Îzmîrê: Di şer de serkeftin nîne

  • 09:09 6 Mijdar 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê tezkereya ji meclîsê derbas bûye dan û diyar kirin ku destkefiya şer tune, herî zêde jin û zarok ji şer bi bandor dibin û gotin: “Şer hilweşîne. Ji ber şer pirsgirêkên aborî û ekolojîk dertên holê.”
 
Tezkereya der barê Iraq û Sûriyeyê de di 26’ê cotmehê de bi dengên AKP-MHP û ÎYÎ Partî ji meclîsê derbas bû. Bi tezkereya ku biryarê bicihkirina leşkeran a li sînorê Iraq û Sûriyeyê dihewîne re, rayeya ji bo serokomarê AKP’ê Recep Tayîp Erdodan hatiye dayîn jî du sal in din jî dirêj bû. Jinan diyar kirin ku yên tezkere erê kirine herî zêde zirarê didin jin û zarokan û balkişandin ser bandora şer a li ser aborî û ekolojiyê.
 
‘Mêr şer derdixin û zarokên me dimrin’
 
Karkera teqawît Neşe Karabay bi lêv kir ku mêr şer derdixin û her kes ji şer zirarê dibîne, zarok dimrin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leşker dimrin. Yên dimrin zarokên me ne. Jin dimrin, zarok dimrin. Aborî têk diçe û hemû gel bi bandor dibe. Herî zê de jî gelê xizan bi bandor dibe. Ji bo aştiyê dikare çareserî bên dîtin. Dikarin li hev bikin. Welatên çekan difroşin qezenc dikin. Li şûna çekan digirin bila ji bo xweza û avhewayê xerc bikin. Cîhanek bê şer bihûşte.”
 
‘Şer hilweşîne’
 
Karkera malê Aysu Tîryakî destnîşan kir ku ji her tim li alî aştiyê ne û ev tişt vegot: “Herî zêde zarok ji şer bi bandor dibin. Malbat belav dibin. Koçber dibin. Gelek zarok bê dê û bav dimînin. Şer her tim hilweşîne. Destkeftiya şer tune. Ez li alî aştiyê me.”
 
‘Dewletên emperyalîst şer derdixin’
 
Karker Sakîne Aktaş jî wiha bi lêv kir: “Bila tu kes ji ber çavsoriya hinek kesan nemirin. Ji sewalan hata mirovan şer bandor li her kesî dike. Bandor li mirovan, sewalan hawirdorê dike. Emperyalîst ji bo armancên xwe şer derdixin. Gelê masum dimre.”
 
‘Destkeftiya şer tune’
 
Aysel Yenîdogan ya teqawît jî diyar kir ku aliyê di şer de biserkeve tune û balkişand ser zirarên şer: “Kesên bi vê mantikê fikirin piştgiriyê nadin şer. Demên borî de ji ber şer, xela ku hat jiyîn hîna nehatine jibîrkirin. Ji bo berjewendiyan şer derdixin. Sewal, jin, zarok û her kes ji şer zirarê dibînin.”
 
‘Jin wek ganîmet tên dîtin’
 
Ji Baskê Jinan a Partiya Saadetê ya Konakê, Selma Aydin jî nêrînê xwe wiha destnîşan kir: “Aborî têk diçe. Welatekî mezin tune dibe. Di vir de êşa herî mezin jin dikşînin. Di şer de haysiyet û şerefa jinan bi bandor dibe. Hela ol cuda bin, cuda li jinê tê mêzekirin. Jin wek ganîmet tên bikaranîn. Ev ji bo jinê hem di alî psîkolojîk hem di alî manewî de pirsgirêke. Jin neçar dimînin di girtîgehan de zarokên xwe bînin dinê. Wek penaber digirin welatê me lê îstîhdam nakin. Welatiyên me bixwe betalin. Fabrîka nayên vekirin. Xwezî şer tunebûna her kes li welatê xwe aram bijiya. Lê çavê serdestan têr nabe. Çav berdidin malên kesên din.”