Banga ewil a Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Bila tecrîd bidawî be

  • 09:07 6 Mijdar 2021
  • Rojane
WAN - Li Wanê Dayikên Aştiyê, damezrandina Meclîsa Dayikên Aştiyê îlan kir. Dayikan, bang li dayikên Wanê kir ku bila tevlî meclîsê bibin û gotin: "Li her çar alî şereke kûr heye û bandorê li me dike. Banga me ya ewilî jî bi dawîkirina tecrîdê ye."
 
Jinên kurd ku li dijî êrîş û komkujiyan di eniya herî pêş de cih girtin û ji bo aştiyê berxwedan, tevî hemû zext û zoran dest ji têkoşîna xwe bernedan. Dayikên Aştiyê ku ji ber pandemiyê ev du sal bû nehatibûn gel hev di 4’ê mijdarê de di bernameyekê de hatin gel hev. Dayikan damezrandina Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku demek dirêj bû di rojeva wan de bû, îlan kirin.
 
‘Em destên xwe bidin hev’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya destnîşan kir ku wê li dijî şer xwe rêxistin bikin û got: “Li her çar alî welat şer ji kûrahî tê hîskirin. Em ji bo ji şer re bêjin nah atin gel hev. Me li her derê li dijî şer xwe kir mertal. Em naxwazin zarokên me, leşker, gerîla bimirin. Ez bang li dayikên gerîla û leşkeran dikim werin em dest bidin hev û ji vî şerî re bêjin bes e.”
 
‘Bi şer tiştek nayê bidestxistin' ne’
 
Mahbut Kurt jî bertek nîşanê êrîşên ku li Rojava li dijî destkeftiyên kurdan pêk tê, da û wiha daxuyand: “Bi şer û pevçûnê tiştek nayê bidestxistin. Divê êdî ev şer raweste. Lê AKP di amadekariya şerê dersînor de ye. Em vê qebûl nakin. Divê her kes li dijî vî şerî rabe.”
 
‘Bila deriyên girtîgehan bên vekirin’
 
Asya Ozlu jî diyar kir ku ew ji ber avakirina Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê kêfxweş û bi kelecanin û wiha balkişand ser înkarkirina ziman û çanda kurd: “Gelo wê ev zilm û zext heta kengê bidome? Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Gelo hûn ê bi şer û pevçûnan heta kengê me nebînin. Êdî bes e. Bila ziman û nasnameya me jî serbest be. Em mafên xwe dixwazin.”
 
Ji dayikan Gurcî Şakar jî banga berdana girtiyan kir û her wiha bang li hemû dayikên Wanê kir ku tevlî meclîsa wan bibin.