Dîlşat Canbaz: Dê bi şikandina tecrîdê pêşiya Tirkiyeyê vebe

  • 09:05 5 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
Marta Somek
 
STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz bal kişand ser bandora tecrîdê û got: “Tecrîda li Îmraliyê bişkê wê Tirkiye pêşiya xwe bibîne. Ger îro em neaxivin û hilneberînin wê Tirkiye ber bi tarîtiyê ve biçe."
 
Di demên dawî de fuhuş û hişbir bi taybetî li herêmê li ciwanan tê ferzkirin. Li navçeya Beşîrî ya Êlihê sala borî  jina bi navê Îpek Er întîxar kiribû û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû. Derketibû holê ku çawîşê pispor Mûsa Orhan li Sêrtê tecawizê Îpek Er kiriye. Dîsa hefteya borî li Wanê çawîşê pispr Talîp K tecawizê du zarokan kiribû. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz ji ajansa me re axivî û der barê polîtîkayên şerê taybet, tecrîda li Îmraliyê û bandora tecrîda li ser jinan de nirxandin kir.
 
‘Polîtîkayên şer bi şîdeta dewletê tê jiyîn’
 
Dîlşatê bi lêv kir ku pirsgirêka li Kurdistanê tê jiyîn ne nû ye, polîtîka şer ji 1990’î de ye didome û wiha dirêjî dayê: “Wan deman li Dêrsîm, Êlih û gelek bajarî jinên ciwan întîxar dikirin. Bûyerên tecawizê ya ku ji hêla polîsên taybet, çawîşên pispor pêk hatî, ji ber valakirina gundan fezkirina koçberiyê û gelek polîtîkayên bi vî rengî li Kurdistanê pêk hatin. Polîs, leşker, keya, cerdevan û memuran ve ev destdirêjî pêk dihatin. Li her herêmê polîtîkayek cuda pêk dianîn. Li Êlihê jina bi navê Îpek Er, li Dêrsîme Gulistan Doku. Ev minak in.”
 
Kurd û nasnameya jinê…
 
Dîlşatê da zanîn ku fuhuş, hişbir û îstîsmar li ser jin, zarok û xwendekarên jin pêk tên û wiha nirxand: “Em jin li Kurdistanê mexduriyeta polîtîkayên şer ji ber nasnameya xwe du car dijîn. Li Cizîr, Sûrê di serdegirtina malan de leşkeran dijûnên zayendperest kirin. Her wiha ji ber ku kurdbûn, hêrs û nefreta xwe zayendperestiyê jî zêde dikirin. Polîtîkayên wisa bi taybetî li ser jin û zarokan didin meşandin." 
 
‘Jin tecrîdê ji kûrahî hîs dikin’
 
Dîlşat wiha bal kişand ser tecrîda 22 sal in li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê û bandora tecrîdê ya li ser jinê: “Hemû girtîgeh di bin tecrîdê de ne. Em jî êdî di girtîgeha vekirî de dijîn. Tecrîdê bandor li ser her derê kiriye. Li qadê polîs dora me dorpêç dike, nahêlin em biaxivin. Tecrîd ji vir dest pê dike. Nahêlin deng biçe girseyan. Fêmkirina tecrîda li Îmraliyê û ya li Tirkiyeyê, ji vir derst pê dike. Li ser Dayikên Şemiyê tecrîd heye. Polîs qada Galatasarayê digirin, sedema vê tecrîde. Karker derdikevin kolanê, patron, polîs û ewlehiya taybet dora wan digire. Ev tecrîd bixwe ye. Ev hemû giredayê hebin. Ger ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin wê pêşiya Tirkiyeyê vebibe wê behna xwe bigire.”
 
‘Jinên kurd du car xeter tên dîtin' 
 
Dîlşatê balkişand ser zextên li ser siyasetmedarên kurd û wiha got: "Desthilatdarî ji fikr û axaftinên wan jî ditirsin û li ser cezayê li berdevka demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan hat birîn. 30 sal ceza lê hat birîn. Têkoşîna 30 salî bi 30 salî ceza dikin. Dîsa Leyla Guven yek ji mînaka herî mezine. Ger hûn siyasetê bikin, li qadê bin wê beramberê vê hebe. Jinên kurd ducar xeter tên dîtin."
 
‘Bi qanûnê re polîtîka bê cezabûnê heye’
 
Dîlşatê diyar kir ku çawîşê pispor Musa Orhan yê ku întîxar li Îpek Er ferz kiriye û gumanbarên din yên jinan ji polîtîka bêcezabûnê xwedî dibin û got: “Tecawizkarekî bi unîforma, kujerekî bi unîforma heye li wir. Îpekê ji ber vê mijarê dawî li jiyana xwe anî. Peymana Stenbolê hat rakirin. Beriya bê rakirin jî desthilatdariyê berxwe dida ku pêk neyne. Ji bo wan hincet bû. Pinar Gultekîn, Şîrîn û gelekên din. Em ji aliyê mêrên ku qet nas nakin ve tên qetilkirin. Bi qanûnan re polîtîkayeke bêcezabûnê heye. Zimanê diyanet, wezareta karê hundir, wezareta dadê û serokomariyê her tim wek heve. Zimanê mêrên li kolanê jî wek yê diyanet û serkomore. Polîtîka bêcezabûnê jî li her qadê tê jiyîn.”
 
‘Divê em bi ziman û şîara hevpar derkevin qadan’
 
Dîlşatê dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Me di OHAL’ê de jî qad terk nekir. Ji wê rojê heta niha gelek jin hatin qetilkirin. Hevalên me hatin girtin. Tevî hemû zextan me dest ji têkoşînê berneda. Em ji têkoşînek zehmet tên. Em tevgera jinên Kurd her tim bi rêxistinên jinan yên femînîst re hatin gel hev. Me daxwaz û gotina xwe got. Me got başe ku em hene, başe ku em ligel hevin. Em îro neaxivin, hilneberînin hele ku em jinên kurd têde cih negirtin, wê Tirkiye biçe tarîtiyê. Nokteya derketina ji tarîtiyê jî dê bi têkoşîna jinê pêk bê." 
 
Dîlşatê bang li hemû jinan kir ku  di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan û bi ziman û şîara hevpar têkoşîna xwe bimeşînin.