'Desthilatdar bi şer emrê xwe dirêj dike'

  • 09:03 5 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak
 
RIHA - Li Rihayê jinan bertek nîşanî derxistina tezkereyê dan û gotin: "Di tezereyê de behsa bicîhkirina leşkerên biyanî tê kirin, gelo ev leşker ji Efganiyan pêk bê. Divê bê zanîn ku li hemberî Gelê Kurd şereke topyekûn heye û pêwiste em jî li dijî êrişan bibin yek û têbikoşin."
 
26'ê cotmehê de tezkere ji bo du salan hat dirêjkirin. Tezkere bi rayên  AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê hat qebûlkirin. Nerazîbûnên li hemberî dirêjkirina dema tezkereyê didomin. Li Rihayê jinan bal kişand ser tezkereya ku hatî derxistin gotin divê li dijî şerê qirêj helwesteke hevpar bê nîşandan.
 
'Civak şûna tezkereya şer aştî û demokrasî dixwaze'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hedle Ogur destnîşan kir ku civak şûna tezkereya şer aştî û demokrasî dixwaze û wiha axivî: "Em ji bo tezkereya şer a ku ji meclîsê derbas bû dibêjin na. Şer xizanî, neçarî û zilmekê mezin e. Xwîn rijandin e. Em li dijî şer in û naxwazin êdî şer çêbibe. Gerek ew tezkere ji meclîsê derbas nebûya. Em vê qebûl nakin. Şerekê bi du salan wê texrîbatên gelek giran pêk bîne. Desthîlatdar dixwaze li ser xwîna kurdan hebûna xwe bidomîne. Lê li Tirkiyê kaosek pir mezin heye. Ji ber xizanî, neçariyê xelk pêrişan bûye. Gel nikare debara xwe pêk bîne, ji hikûmetê nerazî ye. Kes nikare fatureyê xwe kirê xwe bide, her roj zam tê. Gava zam tê û welatî bertekên xwe nîşan didin, Erdogan dibêje 'Qey hûn dizanin bihayê hebekê guleyek çiqas e'. Wê demê bila şer neke û civakê ji vê rewşe xilas bike. Ji ber şer û pevçûnê girtîgehan tijî kurd kirin e. Heya ku derê ew şer çêbibe. Em şer naxwazin û dê heya dawiyê em ê ji şer re bêjin na."
 
'Encama tezkereyê sekna partiyan diyar kir'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Wêranşarê Rihayê Medîne Yeşîltaş jî destnîşan kir ku armanca tezkereyê planên li ser kurdan e û got: "Dewleta Tirk tim li ser kurdan polîtîkayên şer dide meşandin. Bi vê yekê li Tirkiyeyê di her qadên civakî de alozî pêk hatine. Ji ber van aloziyan gel ne dikare debara xwe bike û ne jî hêviya wan ji vê desthîlatdara heyî maye. Ne tenê Gelê Kurd, gelê Tirkiyê jî ji vê yekê bibandor dibin. Li Tirkiyê xizanî ketiye astekê herî jor. Lê belê dewlet şûna ku li wan alîkarî bike bûtçeyê xwe ji bo çek, tank û bombeyan bikar  tîne. Ew tezkere demek dirêj bû dihat nîqaş kirin. Encama tezkereyê nîşan da ku kîjan partî aliyê desthîlatdarê û aliyê şer de ye. Di heman demê de helwesta CHP'ê ya ji bo tezkereyê jî girîng bû. Bêguman sekna CHP girîng û baş bû lê belê em dizanin ku CHP ji bo berjewendiyên xwe yên li ser kurdan ew tezkereyê nepêjirand. CHP'ê ji xwe re me wek gavek dibîne. Divê gelê me li hemberê wan polîtîkayên AKP-MHP'ê yekitiya xwe avabike. Li hemberî Gelê Kurd êrîşek topyekûn heye. Dewleta Tirk li Başûr çekên kimyewî bikar tîne. Bikaranîna çeken kimyewî qedexe ye û wek sûcê şerê te hesibandin. Lê belê dewlet çawa ku ji bo êrîşên xwe sînoran nas nake ji bo bikaranîna çekên kimyewî jî sînoran nas nake. Ew zagonên xwe ji bo binpêkirina zagonan bikar tînin. PDK'ê jî bi veşartina bûyerên çekên kimyewî ew sûcê re hevkarî dike."
 
'Divê em bersiv bidin êrîşên qirêj'
 
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî diyar kir ku bi derbaskirina biryara tezkereyê aştî tê tune kirin. CHP'ê tezkereyê re bersîvek neyinî da. Lê CHP dizanîbû ku tezkere wê ji gelek aliyên partiyan ve were qebûl kirin. Lewra tezkreyê re got na. Her wiha di hilbijartinê de ji xwe re xwest bi rayên kurdan qadekê çêbike. Lê belê em di heman demê de zîhnîyeta CHP'ê jî dizanin. Her çiqas ji tezkereyê re bêjin na em dizanin ku fikra wan ji yê me cudatir e. Dema tezkereyê ji bo  2 salan hate dirêj kirin ew jî te wateya desthîlatdar emrê xwe ya hilbijartine 2 sal dirêj kir. Bi vê yekê jî ne demokrasiyê bi şerê emrê xwe dixwaze dirêj bike. Wek konseptek şerê gelek ciwan di şer de tên kuştin. Jixwe me tu carî şerê qebûl nekiriye. Di heman demê de di tezereyê de behsa bicîhkriina leşkerên biyanî tê kirin. Di demên borîn de gelek Efganî hatin Tirkiyeyê. Ew hemû kes jî ji zilaman pêk dihat. Li vir jî tê xwestin zemîna DAÎŞ'ê bê avakirin. Me hertim bi têkoşînê bersîva wan êrîşên qirêj da û wê ji vir şûnde jî em ê têkoşîna û berxwedana xwe berdewam bikin.”