‘Divê wesayîtên zirxî ji qadên cemawerî bên kişandin’

  • 09:05 4 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parêzer Ozlem Yilmaz got divê destûr neyê dayîn ku wesayîtên zirxî li bajaran bigerin û got ji bo têkoşîna li dijî vê divê rêxistinên civakî yên sivîl çareseriyek hevpar ava bikin.
 
Li gorî rapora 2008-2021'ê ya ÎHD’a Amedê di 13 salan de herî kêm di 76 bûyeran de 20 jê zarok 42 kesî jiyana xwe ji dest daye. Li dijî binpekirina maf ku bi wesayîtên zirxî pêk tên gelek caran dozê hatin vekirin de yên wesayîtên zirxî dajo, çawîşên pisporin, bi cezayên sivik an jî pere berat kirine.
 
Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Gundem Haklari Ozlem Yilmaz got di bûyerên lêketina wesayîtên zirxî de ne tenê çawîşên pispor yên wesayîtê bikar tînin, dewlet jî berpirse.
 
 Ozlemê diyar kir ku der barê zirarên ji wesayîtên zirxî peyda dibin de qanûneke ku mirovan biparêze tune û di ziraran de qanûnên trafîkê tenê pêk tên û got: “Wek qezayek ji rêzê ji aliyê polîsan ve tê tespîtkirin. Ji ser vê tespîtê bi sûcdariya ji teqsîrê mirin doza ceza tê vekirin. Cezayê vî sûcê û cezayê pere jî pir sivike. Beriya her tiştî di hiqûqa hundir de divê ewil pêşigirtina vê bêcezahiştinê bê girtin. Lê ev bi ser vê de biçin û ev îhmal an jî peywira xwe nebaş bikaranîne.”
 
Ozlemê got ev wesayît divê sînyala bi lambe an jî bi deng bikar bînin û di rêziknameyê de der barê vê de xal heye û wiha dirêjî dayê: “Divê di dosyayan de ev bê lêkolînkirin. Pêngava ewil ev e ku divê ev wesayît nekevin qadên cemawerî. Pêngava duyem, dema bikevinê jî divê sînyalan bidin. Li gorî min ev sînyal nayên dayîn.  Parêzerên li van dozan dinêrin dikarin hedef bikin ku yên wesayîtan kontrol dikin jî bên darizandin. Ne tenê ajokar divê yên kontrol dikin jî bên darizandin. Belkî ev wisa hişmendiyekê di cemawerî de ava bike.”
 
‘Peymana mafê zarokan tê binpêkirin’
 
Ozlemê balkişand ser xala yekem a Peymana Mafê Zarokan û xala 38’emîn û got li gorî van xalan parastina zarokan bi  taybet a di pevçûnên çekdarî de tê binpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo zarokên birîndar, divê delwet ji bo tirs û travma jiyane piştgiriyê bide. Divê malbat bên rehabîlîtekirin. Di xalek peymanê de tê diyarkirin ku divê navbera zarokan de ji ber fikr, nêrîn û entîkî de cudakarî neyê kirin. Bi taybet li bajarên kurdan panzer li zarokan dikevin. Li gorî min Peymana Mafê Zarokan di vî alî de tê binpêkirin.”
 
‘Divê berpirsyariya dewletê berfireh bê dest girtin’
 
Ozlemê her wiha dema mirin çêbibe divê berpirsyariya dewletê  bi bandor bê lêkolînkirin û bi taybet der barê mirinên zarokan de di giliyên li dozgeriyê tên kirin de peymana mafê zarokan li ber çavan bê girtin. Ozlemê diyar kir ku DMME’ê di 2015’an de der barê qedexeyên derketina derve de ezmûnek nebaş daye û der barê vê de gotiye ku binpêkirineke cidî tune.
 
‘Yekane rê ne hiqûqe’
 
Ozlemê got li dijî van bûyeran her alî civakê û divê bi hestiyar tevbigere û wiha got: “Bi taybet kesekî li bajarê rojava dijî li dijî kesekî bin panzêrê de dimîne zêde bi hestiyar tevnagere. Dewlet binpêkirinê dike, ji bo rewakirinê dibêje terorîste û perdeyê dide ber çavê mirovan. Li akademîsyen û siyasetmedarên HDP’ê jî vê dike. Binpekirina mafê mriovan rewa dike. Di vir de divê em bi hev re lêkolîn bikin û yekane riya vê jî ne tenê hiqûqe.”