Qirkirina siyasî ya 4’ê Mijdarê: Ya divê bê darizandin AKP-MHP ye

  • 09:04 4 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Berdevka Komîsyoan Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca, 4’emîn salvegera qirkirina siyasî ya li hember HDP’ê hat destpêkirin nirxand û di 4’ê mijdarê de di şexsê HDP’ê de hewl hatiye dayîn pêşiya Gelê Kurd bê girtin û ya ku divê bê darizandin desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.
 
Di 7’ê hezîrana 2015’an de di hilbijartinan de HDP bi 80 parlamenterî ket meclîsê. Desthilatdariyê hilbijartin betal kirin û di 1’ê mijdara 2015’an de dîsa pêk anî. Di vê hilbijartinê de HDP bi 59 parlamenterî ket meclîsê.
 
Di gulana 2016’an de rakirina destnedana anîn rojeva meclîsê, bi dengên AKP-CHP û MHP’ê qanûn hat derbaskirin. Bi vê re jî lêpirsîn li parlamenteran hatin vekirin. Di 15’ê tîrmehê de hewldana darbeyê pêk hat û piştî vê OHAL hat îlankirin.
 
Di 4’ê mijdara 2016’an de li Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan Û Çewlîkê bi talîmata serdozgeriya Komarê ve li dijî siyasetmedarên kurd û HDP’ê  operasyona qirkirina siyasî pêk hat, hevseroka HDP’ê ya Demî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî têde gelek kes hatin binçavkirin. Ligel hevserokan 10 parlamenter hatin girtin.
 
Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û parlamentera Êlihê Feleknas Uca der barê qirkirina siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an de ji ajansa me re axivî.
 
‘Li Amedê rewşa awarte hebû’
 
Feleknasê got dema şardariyên destê HDP’ê de hatin girtin li dijî qeyûman gel daketine qadan û di rojên çalakiyan berdewam dikir 4’ê mijdarê de li dijî HDP’ê operasyonên qirkirinê hatine destpêkirin û got: “Dema qeyûm hatin tayînkrin li Amedê rewşa awarte hebû. Li her derê polîs hebûn. Helîkopeter digeriyan. Di 1’ê mijdarê de hevşaredara Amedê Gultan Kişanak çû meclîsê ji bo rewşa li Girtîgeha Leşkerî hatiye jiyîn wek şahid biaxive. Wê demê gotibû, belkî ev ji vir derkevim bêm girtin. Gotina wê rast bû. Wê şevê li balafigehê hat binçavkirin. Piştre jî qeyûm tayînê şaredariyê kirin. Em çûn ber şaredariyê. Em negirtin hundir.”
 
‘Êrîşê gel kirin’
 
Feleknasê berdewamiyê de wiha vegot: “Gel bertek nîşan da. Êrîşê gel kirin. Berxwedanê berdewam kir. Parlamenterên me çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Wê demê em navbera gel û polîsan de bûn mertal. Polîsan êrîşê me jî kirin. Bi çopan me lêdan xwar. Jinek lêdan xwar û hewldan binçav bikin. Min hewl da ez ji destê wan bigirim. Em bi sekna xw li dijî wan bûn. Li cihekî din polîsan bi porê Ceylan Bagriyanik girtin. Bi erdê re kaşkirin. Wê demê min ferq kir ku piştevaniya jinê çiqas girîng e. Di pêvajoya çareseriyê de Ceylan Bagriyanik di heyeta Îmraliyê de bû. Nêzîkatiya polîsan a li hember wê cuda bû. Wê demê ji şîdeta polîsan damarên milê min qetiyan.”
 
‘Operasyona qirkirina siyasî bû’
 
Feleknasê bi lêv kir ku wê demê rakirina destnedana parlamenteran di rojevê de bûye û wiha dirêjî dayê: “Wê demê me digot wê li hember parlamenteran operasyonek pê bê. Di şeva ku 3’ê mijdarê bi 4’ê mijdarê ve girê dida, di koma watsabê de parlamenterekî got ‘polîs li ber derî ne wê min binçav bikin.’ Piştre Selahattîn Demîrtaş heman tişt nivîsîn. Piştre Îdrîs Baluken, Selma Irmak, Gulser Yildirim û hevalên din nivîsîn. Me fêm kir ku operasyona qirkirina siyasiye. Gel wê şevê hat ber avahiya partiyê. Polîsan em dorpêç kirin. Li Dibistana Polîsan teqîn pêk hat. Me agahiyek ji wir negirt.  Hevalên me li wir bûn lê me nikaribû agahiyekê bigirin.”
 
‘Dîlgirtiyên siyaseta AKP-MHP’ê ne’
 
Feleknasê destnîşan kir ku hevserokên giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî tê de 10 kes wê rojê hatine girtin û ev tişt bi lêv kir: “Talîmata vê operasyonê ji qesrê hatibû. CHP’ê wê demê ji bo rakirina destnedanan gotibû ‘Ev dijhiqûqê ye lê em ê bêjin erê’. Me sûcek nekiribû. Axaftinên di daxuyaniyan de hebûn. Em parlamenterên gel bûn. Ev mafê me bû. Hevalên me 5 sal in dîlgirtiyên AKP-MHP’ê ne. DMME’ê jî ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş biryar da. Ev biryar ji bo hevalên me derbasdare. Erdogan vê baş dizane ku dijhiqûqî hat kirin. Ji wê rojê şûnde qirkirina siyasî berdewam dike.
 
‘Li dijî kurdan hiqûqa cuda pêk tê’
 
Feleknasê balkişand ser fezlekeyên li parlamenterên HDP’ê amadekirin wiha nirxand: “Ji hezar û 300’î zêdetir fezleke li parlamenterên HDP’ê amade kirin. Sûcên hevalên meç i ne? Hemû parlamenterên vî gelî ne û mafê wan heye biaxivin. Cezayên ji siyasetmedarên HDP’ê re tê xwestin ji nifûsa Tirkiyeyê zêdetire. Dema mijar dibe kurd hiqûq cuda pêk tê. Hevalên me parlamenter û endamên partiyê ji doza Kobanê tên darizandin. Hewl didin bi şahidên veşarî û vekirî HDP’ê îlegalîze bikin. Di operasyona qirkirina siyasî de di serî de îrada jinan, xwestin destkeftiyên HDP’ê hedef bigirin. Di qirkirina siyasî ya 2016’an de jinan îrada xwe zelal danîn holê. Çima jin hedef hatin girtin? Ji ber ji îradeya jinê ditirsin. 30 sal ceza dan berdevka demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan. Ji ber Ayşeyê got ‘Ez kurd im, ez jin im li vir im’ ceza lê birîn. Doza Kobanê wek berdewama qirkirina siyasî vekirin. Parastinên jinan yên li wir kirin wek manîfestoyê bû.  Manîfestoya jiyana azad e. Dewlet naxwaze civak azad be. Divê em xwe li dijî vê rêxistin bikin. Parlamenterên me girtin lê fikrên wan nedan rawestandin. Wan zindan veguhertin qada azadiyê.”
 
Xwestin pêşiya siyaseta demokratîk bigirin’
 
Feleknasê dawiyê de ev tişt daxuyand: “HDP bi operasyona qirkirinê şûnde neket, şûnde gav navêt. TJA’yê jî şûnde gav navêt. Siyaseta desthilatdariyê îflas kiriye. Li dijî vê jî çavên xwe digirin. Lê nêz an dereng ew neçarin hevalên me berdin. Ji ber îmzeya Tirkiyeyê li bin Peymana Mafê Mirovan a Ewropa heye. Tirkiye divê peymanê di pratîkê de pêk bîne. Bi 4’ê mijdarê hewl dan pêşiya siyasetmedarên kurd bigirin. Lê hevalên me bi tu awayî şûnde gav navêjin. Em komploya 4’ê mijdarê şermezar dikin. Ya ku divê bê darizandin desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Em  li ku bin jî em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Em dîsa dibêjin. Em HDP ne li her derê ne.”