'Rêveberiya Xweser rengê gelan e, bi hêviya her kes nas bike'

  • 09:02 4 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Hêlîn Asmîn
 
ŞEHBA - Endama Komîteya Perwerdeyeyê  ya PYD'ê ya Helebê Cîhan Hiseyn li ser naskirina Rêveberiya Xweser a ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve nirxandin kir. Cîhanê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo hemû gelan wê çareseriyê bîne û wiha got:"Reveberiya Xweser rengê gelan e, bi hêviya her kes nas bike."
 
Parlametoya Katalonyayê di 20'ê Cotmehê de ku di wê rojê de rizgarkirina Reqayê ya ji çeteyên DAIŞ'ê bû, bi awayekî fermî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Di dengdayînê de 80 parlamenterî dengê erê dan û 49 parlamenterî jî dengê na dan. Parlamentoya Katalonyayê bû yekem ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî fermî nas kir. Di derbarê vê mijarê de Endama Rêveberiya Komîteya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Helebê Cîhan Hiseyn  ji ajansa me ra  axivî. 
 
'Dê Rêveberiya Xweser ji aloziyan re bibe çareserî'
 
Cîhanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya dîrokî û wiha dewam kir:"Niha em di demeke dîrokî de derbas dibin. Di heman demê de jî rojane gefên dewleta dagirker a tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Dewleta tirk dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne. Lê di roja me ya îro de êdî gelê kurd di her hawî de xwe bi rêxistin kiriye û  bûye xwedî pergal ji ber wê jî li cîhanê hatiye pêjirandin. Yanî em dikarin bêjin  îro di cîhanê de dostên kurdan hene. Ji ber ku rewşa kurdan a dema şerê cîhanê ya yekem û duduyan ne weke niha ye. Kurdan di cîhanê de hebûna xwe parast. Mînaka vê ya herî berbiçav jî roja me ya îro ye ku Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser fermî nas kir. Heta em hatin vê astê me weke gelê kurd bi hezaran şehîd dan. Rêveberiya Xweser ji bo ji hemû aloziyên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bibe çareserî li berxwe dide. Di nava pergala Rêveberiya Xweser de hemû netew cihên xwe digirin û dikarin bi zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe bijîn. Dewletên mezin li herêmê cih digirin lê çareseriyê naxwazin. Her tim di nava gelan de tevliheviyê çêdikin."
 
'Reveberiya Xweser rengê gelan e, bi hêviya her kes nas bike'
 
Cîhanê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelan û wiha pê de çû:"Wekî mînak em dikarin bajarê Helebê bidin. Li Taxa Şêx Meqsûd a li Helebê de em dibînin netewên cuda bi hev re dijîn. Ev mînaka Rêveberiya Xweser e. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha li Helebê gelek gel bi hevdu re dijîn. Di sîstema Rêveberiya Xweser de aramî û bawerî heye. Em bawer in ku çawa îro Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser nas kir wê di dema pêş de gelek dewletên din jî baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser bînin. Her wiha wê ji bo gelek parêzgehên Sûriyeyê jî di warê xwerêveberina gelan a bi xwe dê bibe hêvî. Dê modela Rêveberiya Xweser ji bajarên din re jî bibe mînak. Wê bi bawerî û pergala wekheviyê ya Rêveberiya Xweser re vîn û hêza xwe pergala xwe bidin meşandin."
 
'Di pergala Rêveberiya Xweser de rola esas, rola jinê ye'
 
Cîhanê da zanîn di Rêveberiya Xweser de pergala esas a jinê ye û wiha bi dawî kir:"Di Rêveberiya Xweser de rolek esas jî rola jinê ye. Ji ber ku jin di hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de cih digirin. Bi taybet jî sîstema hevserokatiyê ji bo hemû jinan û civakê girîng bû. Jinê di sîstema hevserokatiyê de di her qadên jiyanê de cihê xwe girt. Dema em dibêjin jin bingeha civakê ye, di wê demê de pêwîst e jin di nava civakê de jî cih bigirin. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê di qada siyasî, leşkerî û aboriyê de cihê xwe girtin. Dî cîhanê de gelek tevgerên jinan hene lê belê heta niha nikaribûn weke dixwazin tev bigerin. Lê belê di nava pergala Rêveberiya Xweser de jinê di her milî de cihê xwe girt. Ji ber ku tevgera me hêz û baweriyê dide jinê. Jin bi keda xwe tevlî bûn û di dîrokê de cihê xwe girtin."