Dayika Aştiyê Kadriye: Divê ev dewlet ji Kurdan lêborînê bixwaze

  • 09:23 2 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Sevîm Sutçu
 
ENQERE - Kadriye Ozgan,  li dijî şîdeta dewletê wiha got: “Wek surgunê, mirin jî bihata ferzkirin me yê mirin tercih bikira. Lê me dîsa jî îxanet nedikir.” Kadriyeyê got ji bo têkoşîna keça xwe Mizgînê ya li dijî DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, bide jiyîn wê têbikoşe.
 
Kadriye Ozgan ku endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enqereyê ye, di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koçber dibe û bar dikin Enqereyê. Kadriye di 1971’ê de li mezraya Sevîndîk a gundê Reşat a Şîrwan a Sêrtê tê dinê û 8 xwişk û bira ne. Bavê wê li derve dixebite û dayika wê li zarokên xwe dinêre. Kadriye dayika xwe wiha vedibêje: “Jiyan zehmet bû li wan deran. Erdên me hebûn. Dayika min xwedî li axa xwe derdiket, nedihişt kes zilmê li me bike. Li dijî zextxwiran li ser piyên xwe disekînî. Hem zarok hem axa xwe diparast.”
 
‘Bavê min zext û zor qebûl nedikir’
 
Kadriyeyê diyar kir ku di biçûkatiyê de bi şîdeta dewletê re hatiye rû hev û wiha got:“Leşkeran dest dida ser keda me. Ez têkoşînê ji dayika xwe, welatparêziyê ji bavê xwe fêr bûm. Bavê min her tişt dizanîbû. Ez biçûk bûm, digot ev axa me ye,welatê me ye, Kurdistan e. Digot em ê axa xwe biparêzin. Berê dewletê ji ber Begên Kurd nikaribû nêzî Şîrwanê bibe. Bavê min jî ji wan Began bû. Bavê min zext, zor û bê edaletî qebûl nedikir.”
 
‘Ez tu car ji bîr nakim’
 
Kadriyeyê şîdeta dewletê ya cara ewil jiyaye wiha vegot: “Ez 9 salî bûm. Ketibûn mala me her tişt wêra kiribûn. Bi çekan ketibûn mala me. Ez tu car ji bîr nakim. Dema ketin mala me ez tenê bûm. Pir tirsiyabûm. Digiriyam. Ez ji tirsan reviyabûm derve.  Leşkeran cil û bergên gerîla li xwe dikirin û xwe wek gerîla didan nasîn. Kurd berdidan ber hev û temaşe dikirin.”
 
‘Me cerdevanî qebûl nekir’
 
Kadriyeyê wiha bal kişand ser zextan: “Birayê min ji ber Kurdî axivibû hat binçavkirin. Her ku em li dijî zilmê bi rêxistin bûn, zêdetir zilm hat kirin. Di dema Ozal de li kurdan cerdevanî hat ferzkirin. Yên ev red dikirin dihatin sirgunkirin. Bi vî awayî bi sedan gund hatin valakirin. Li me jî hat ferzkirin. Me jî koçberî tercîh kir. Ger mirin ferz bikirana me yê mirin tercih bikira, dîsa jî me cerdevanî tercih nedikir. Em di 1996’an de hatin Enqereyê.”
 
 ‘Dewletê xwest zewacên zarokan zêde bike’
 
Kadriyeyê destnîşan kir ku di 17 salî de bi kurxalê wê re hatiye zewicandin û wiha dirêjî dayê: “Piştî zewicîm li gundê Zîvzît a Şîrwanê bi cih bûm. Zewaca di temenê biçûk de jî polîtîkaya dewletê bû. Rayeya birîna mehrê dan meleyan.  Dewletê pere dida rêveberê eşîran û digotin daweta kesên di navbera 15 û 20 salî de yên rewşa wan ya aborî ne baş e, bikin. Armanca wan ev bû ku tevlî têkoşînê nebin.”
 
‘Ax û kevirê Kurdistanê biaxiviya..”
 
Kadriyeyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Em li ser axa xwe nikaribûn rehet razên. Axa em lê hatin dinê biaxiviya, komkujiyên çawa hatin jiyîn vegota wê erd bihejiya. Ancax ax şahidiya xwîna rijiya, komkujiyên pêk hatin dikare bike. Xwezî axa Kurdistanê biaxiviya.”
 
‘Ez hatim welatekî biyanî’
 
Kadriyeyê got dema hatiye Enqereyê du zarokên wê hebûne û ev tişt daxuyand: “Şehîd Mizgîn jî di zikê min de 3-4 mehî bû. Min yek gotinek Tirkî nizanibû. Ez hatibûm welatekî biyanî. Her tişt zehmet bû. Min digot ‘gelo hatime ku derê’. Dema min kurdek didît ez kêfxweş dibûm. Ez nikaribûm biçim dikanê avê bigirim. Ava me rojekê hat birîn zarokên min bi saetan giriyan. Min qedeh da cîrana xwe ya Yugoslav, ez fêm kirim, av da min. Ez ji birçîna bimirama min nikaribû biçim nan bigirim. Em bi nîqajperestiyê re hatin rû hev. Cîranan henek bi me dikirin. Kevir davêtin mala me. Li zarokên min dixistin min deng nedikir. Du zarokên min hebûn wê demê. Li ber çavên min êrîşê zarokên min dikirin. Ji ber vê kîn û nefret ket dilê min. Tu car nexwestin bi me re bibin cîran. Ji ber kurd bûm heqeret li min kirin. Bi salan em hesreta welat jiyan. 26 sal in li vir im, xwe wek mêvan dibînim. Ez dixwazim aştî bê û vegerim ser axa xwe. Min tu car xwe aydê vir hîs nekir. Ger ku me kariba bi zimanê xwe biaxiviya wê ev tişt nehatiba kirin.”
 
‘Çawa Mizgîn hat dinê têkoşîna wê dest pê kir’
 
Kadriyeyê diyar kir ku dema ji bo welîdîna Mizgînê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, çûye nexweşxaneyê, ji ber ziman nizanibû, hemşîreyê şîdet lê kiriye û wiha berdewam kir: “Mizgîn çawa hat dinê têkoşîn nas kir. Li Enqereyê ji bo kurdî fêrî zarokên xwe bikim min her tişt kir. Min zarokên xwe dibir dibistanê û dianî. Em diçûn ber Midûriyeta Perwerdeyê me çalakî dikir ku bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn. Me qenalên kurdî vedikir, em bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin. Ez tevlî bernameyan dibûm. Min zarokên xwe jî dibirin.”
 
‘Mizgînê her ku mezin bû hêrsa wê jî mezin bû’
 
Kadriyeyê anî ziman ku keça wê Mizgînê li dijî qetilkirina 15 PKK’yên di 23’ê Adara 2012’an de li Çeltîk a Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane, gelek hêrs bûye û keça xwe wiha vegot: “Mizgînê got wê tola jinan bê girtin. Hêrsa wê mezin dibû. Xeyaleke wê hebû. Di Halterê de pîle girtibû. Mizgînê digot ‘Ez li Ewropa bibim yekem ez madalyayê ne li ser navê Tirkiyeyê, li ser navê Kurdistanê digirim.’ Digot ez ê serkeftina jina kurd li hemû cîhanê bidim bihîstin.”
 
Keça wê jiyana xwe ji dest da
 
Kadriyeyê piştî ku keça wê Mizgînê tevlî PKK’ê dibe 4 caran bi ser mala wê de tê girtin gelek caran tê binçavkirin û herî dawî bi hinceta tevlî çalakiya bibîranîna komkujiya Parîsê ya di 2018’an de bûye tê binçavkirin. Kadriye hefteyekê di bin çavan de dimîne, tê berdan roja din agahî digire ku keça wê Mizgînê di 2014’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye. Kadriye wiha dibêje: “Ez hatim malê mala me tije bû. Heval û dostên me hatibûn. Çawa gotin şehîd ketiye ez ji ser hişê xwe ve çûbûm. Min zaroka xwe bi kedek mezin mezin kir, min ji zilmê parast, min bi xizanî mezin kir. Dewletê jî bi bombeyan kuşt. Ev tiştekî gelek zehmet e, nizanim ku çawa îfade bikim. Dema Mizgîn şehîd ket min nikaribû li mala xwe şîna wê jî bigirim. Polîsan dora mala me girtin. Ji ber zextan em çûn Stenbolê me şîna xwe danî. Ji roja keça min şehîd ketiye çawa agirê dilê min gur bûye, têkoşîna min jî evqas xurt bûye. Ez tu car dest ji têkoşîna xwe bernadim. Hemû jinên têdikoşin ji bo min Mizgîn in. Mizgînê beriya tevlî têkoşînê bibe got tu jî di têkoşînê de cih bigire. Kezeba me dayikan pir şewitî. Ez nizanim gora Mizgînê, hestiyên wê li ku ye. Mizgîna min hebû, piştî şehîd ket hezar Mizgînên min çêbûn. Ez bi keça xwe serbilind im. Ji bo têkoşîna Mizginê bê jiyîn ez ê têbikoşim.”