‘Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye’

  • 09:01 2 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Jinan diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome, bandor li ser hemû civakê kiriye û divê polîtîkayên tecrîdê demildest bi dawî bin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Serlêdanên parêzeran yên ji bo hevdîtinê her carê bi hincetên cuda tên redkirin û parêzeran diyar kirin ku di meha çileya borî de cezayek dîsîplînê ya nû li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Lê ev pêvajoya qedexeyê tevî ku di 23’yê adarê de tije bû jî serlêdanên parêzeran nehatin bersivandin. Dîsa derket holê ku di 14’ê îlona 2018’an di dema faliyeta sporê de bi hinceta volta avêtiye 3 mehan hevdîtina bi malbatê re hatiye qedexekirin.
 
Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe di Derguşa Şaristaniyan de Windakirine (MEBYADER) Halîme Topuz û Sema Seydaoglu  balkişandin ser tecrîdê û diyar kirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye, hikûmet bi riya tecrîdê hewl dide Gelê Kurd biçewisîne.
 
‘Dixwazin serî bê tewandin’
 
Halîme Topuz destnîşan kir ku tecrîdê bandor li ser hemû Gelê Kurd kiriye, dijminwarî nêzî kurdan dibin û wiha dirêjî dayê: “Pêşiya binpêkirina maf û hiqûqê ya li hember kurdan nayê girtin. Ev hemû ji ber bandora tecrîdê pêk tên. Dewlet li dijî kurdan helwestek dijminahî nîşan dide. Tecrîda li ser girtî û Gelê Kurd pêk tê ji hev ne cuda ne. Tecrîda pêk tê bandor li aborî jî dike. Ji ber aboriyê mirov nikarin debara xwe bikin. Dixwazin di şexsê Abdulllah Ocalan de gelekî terbiya bikin. Bi her alî zextan dikin. Dixwazin bi gel serî bidin tewandin. Zilmê li zarokên me dikin.”
 
‘Nahêlin em bikevin têkiliyê’
 
Halîmeyê dawiya axaftina xwe de balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û got parçeyek polîtîka tecrîdê ye û wiha bi lêv kir: “Li girtiyan îşkence tê kirin. Zarokên me li me digerin dibêjin em bi binpêkirinên mafan re tên rû hev. Kengê bixwazin bi ser koxuşan de digirin. Gardiyanên serde digirin çi bixwazin desteser bikin. Heman demê de bi tecrîda pêk tînin jî psîkolojiya girtiyan xera kirine. Bila dawî li van polîtîka bînin.”
 
‘Ciwanan ber bi fuhuş û hişbirê ve dibin’
 
Sema Seydaoglu jî li ser tecrîdê sekinî û destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bike û wiha nirxandin kir: “Bi tecrîdê nikarin bi gel û girtiyan şûnde gavê bidin avêtin. Li girtîgehan polîtîka tecrîdê li girtiyan pêk tê. Xwarinên didin girtiyan qet nebaşin. Pir caran girtî xwarinê naxwin. Ji ber vê ji kantînê digirin. Lê xurekên kantînê jî pir bihane. Di heman demê de li derve jî gelek ciwanên me ji ber xizaniyê dikevin fuhuş û karê hişbirê.”
 
Sedayê wiha dawî lê anî: “Çima tecrîdê pêk tînin? Bila tecrîd bidawî be. Bi hezaran jin û zarok di girtîgehan de ne. Girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene. Malbatên diçin hevdîtinên zarokên xwe jî rastî zilmê tên. Gelek girtî beyî sûc girtîne. Êdî bes e, bila zilmê li Gelê Kurd nekin.”