Zozan Ozgokçe: Mêrên gumanbarê şîdetê lobî ava kirin

  • 09:05 1 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Hîkmet Tunç 
 
WAN - Aktîvîst femînîst Zozan Ozgokçe der barê rola desthilatdarî û darazê ya di zêdebûna sûcên li hember jin û zarokan de axivî û got: “Piştî betalkirina peymanê mêran lobiyek cidî ava kirin. ‘Em jinan tacîz dikin, tecawiz dikin, nefeqeyê nadin jinan, dest jê berdidin, dikujin.’ Pergaleke ku daraz, desthilatdarî û tarîkat tevlî bûne hene."
 
Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2018’an Tirkiye di îstîsmara zarokan de li cîhanê di rêza sêyem de ye. Ji ber gotinên desthilatdarî û polîtîkayên bêcezahiştinê ya darazê îstîsmara li hember zarokan zêde dibe. Li herêmê di bûyerên îstîsmarê de gumanbar çawişên pispor, polîs, leşker û cerdevanin.
 
Gumanbar hatin berdan
 
Di doza Leyla Aydemîr ya ji aliyê apê wê ve hatibû îstîsmarkirin û piştre hatibû qetilkirin, 7 gumanbar hatibûn berdan. Li Elbaka Wanê kesê bi navê Y.K ku li dibistanekê dixebitî û zarokek îstîsmar kir, tenê 29 rojan girtî ma. Li Wanê Çawîşê Pispor Talîp K. du zarok desteser kiribû û tecawizê wan kiribûn. Li herêmê bûyerên îstîsmarê cidiyeta rewşê nîşan dide.
 
Femînîst aktîvîst Zozan Ozgokçe der barê bûyeran de balkişand ser rola desthilatdarî û darazê û bi nirxandina dosya Leyla Aydemîr dest bi axafina xwe kir: “Gumanbar hatin beratkirin. Ji destpêka dosyayê de heta niha îhmalek mezin hebû. Xal ji peywirdarê AFAD’ê ku dengê keçikê dibihîze re dibêje: Vê kesî re nebêje an wê min bikujin.’ Ev qeydek cidiye û wê demê xebatkarên AFAD’ê bi ser bûyerê de biçûna wê Leyla niha ligel malbata xwe bûya.”
 
Zozanê bi lêv kir ku li merciyên edlî ne mexdur, nêrînên peywirdar digirin qeydan û ev tişt vegot: “Gotinên mirovan nekevin girtekan. Fikrên xwe dikin bin qeydan. Ev pirsgirêkek cidiye. Li şûna sûcdar bê dîtin, tevî kes dimre jî, dikevin pey kesên dimînin.” 
 
Pandemiyê dikin hincet
 
Zozanê destnîşan kir ku ji îlankirina OHAL’ê şûnde tevlibûna jinan a dozan tê redkirin û wiha pê de çû: “Dîsa pandemiyê dikin hincet û nahêlin çapemenî dozan bişopîne. Pergala darazê ji xwe têk çûye. Di mijara şîdeta li ser jinan û îstîsmarê de mixabin encamên nebaş tên girtin. Astengiyek heye. Ji ber vê jî rewş her diçe xera dibe.”
 
‘Sedemên vê polîtîkayên hikûmetê ne’
 
Zozanê di berdewamiyê de got ku sedema zêdebûna şîdet û îstîsmarê polîtîkayên hikûmetê ne û wiha nirxand: “Li welat di bûyera Weqfa Ensar de gotin ‘ji carekê tiştek nabe’. Dema jin tên kuştin dibêjin ‘wê saetê çi karê wê li wir hebû’. Pergaleke darazê ya wisa heye. Piştî Peymana Stenbolê mêran lobiyek cidî ava kir. Em jinan tacîz dikin, tecawiz dikin, nefeqeyê nadin jinan, dest jê berdidin, dikujin.’ Pergaleke ku daraz, desthilatdarî û tarîkat tevlî bûne hene.”
 
‘Em nikarin derkevin kolanê’
 
Zozanê bertek nîşanê bêdengiya li dijî polîtîkayên zext û zorê da û got: “Zarokek ji aliyê mele ve tê tecawizkirin, lê kes deng dernaxe. Jinên li dijî dadikevin kolanê tên binçavkirin, derb kirin. Lêpirsîn tên vekirin. Ev rejîm li dijî jin û zarokan polîtîka derdixe. Desthilatdarî yekitiya malbatê bi parastina mêr dike.Li Tirkiyeyê rêxistinbûneke dijinê ya xurt heye. Bi têkoşîna hevpar dikare li dijî pirsgirêkan deng derxe. Divê mirov bertek nîşan bidin, dozan bişopînin piştî gumanbar bên girtin jî dozê bişopînin. Tenê li Wanê divê herî kêm 10 rêxistinên jinan yên bi vê re mijul dibin hebin.”