'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'

  • 09:01 1 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan tê meşandin bertek nîşan dan û gotin:"Tecrîda ku 22 sal in li Îmraliyê berdewam dike li dijî çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn asteng e. Ji bo aramiya hemû gelan çareserî li Îmraliyê ye. Pêwîst e tecrîd bi yek destî were şikandin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye."
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan 22 sal in bê navber berdewam dike. Rexmê ku 144 serlêdanên hevdîtinê pêk hatine û çalakiyên ji bo wê hatine lidarxistin jî 7 meh in xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li ser hemû girtiyên siyasî jî weke rêbazekê tê bikaranîn. Di demên dawî de li girtîgehan bûyerên weke tundî, destdirêjî, tecawiz, lêgerîna tazî û îşkence di rojevê de ne. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Şukran Erol, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artûkliyê Remziye Abika û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Jiyan Oner têkildarî tecrîda tê meşandin nirxandin kirin.
 
'Tecrîd rewşa Tirkiyê ye'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Şukran Erol di destpêkê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, hemû girtîgehên Tirkiyeyê, li herêmê tê meşandin û got:"Ev tecrîd rewşa Tirkiyeyê dide nîşandan. Tecrîda heyî her ku çû giran bû. Hevdîtinên wan bi malbatê re bi hevalên wan ê girtîgehê bi xwe re jî hatine sînordarkirin. Bi hincetên bê bingeh bi ser wan de tê girtin, tên sirgunkirin û tundî li ser wan tê meşandin. Em girtina wan bêmafî dibînin lê îro ji girtinê xerabtir tecrîd li ser wan tê maşandin."
 
'Çareserî li Îmraliyê ye'
 
Şukranê da zanîn tecrîda 22 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin astenga çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Şukranê wiha diyar kir: "Her ku tecrîd were girankirin wê aştî û aramî were kelepçekirin. Em hemû bûn şahidê pêvajoya aştiyê. Her çiqasî ew pêvajo ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xirakirin jî di wê demê de hêviya gelan zêde bû. Ji bo aştiyê pêngaveke girîng bû. Çawa pêvajo hate xirakirin jî tecrîd giran bû û aloziyên mezin ketin nava Tirkiyeyê. Heta niha jî pirsgirêkên ku çareseriya wan ne pêkan e pêk tên. Em dibêjin çareserî Îmralî ye. Pêwîst e demildest gav werin avêtin."
 
'Li dijî tecrîdê em ê bi ser bikevin'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artûkliyê Remziye Abika  jî diyar kir ku dijminatiya wan a li dijî kurdan îro veguheriye tecrîdê  û wiha berdewam kir:"Her tim kurd rastî tundî û dijminatiyê hatine. Zimanê me çanda me û hebûna me jî wan aciz dike. Tehemula me nakin. Niha jî wê dijminatiya xwe bi tecrîdê didin berdewamkirin. Niha jî li girtîgehan îşkence, destdirêjî, tecawiz û îşkence hene. Ev jî salên 90 tîne bîra me. Dixwazin bi heman rêbazan serê me bitewînin. Lewra çawa ku di wan salan de me serî netewand û em bi ser ketin, îro jî em ê bin nekevin. Em ê li dijî zilm û tecrîdê car din bi ser bikevin."
 
'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
 
Remziye herî dawî bangewaziya xwe anî ziman û got:"Ez weke dayikekê bang dikim. Pêwîst e em hemû rabin. Ez ê ji bo zarokên xwe li dijî tecrîdê bisekinim. Ji ber ku ev ê bandorê li ser pêşeroja me jî bike. Ger îro em dengê xwe dernexin wê sibehê gelek dereng bibe. Ez ji bo hemû gelan jî dibêjim, ger îro gelê kurd tê hedefgirtin, wê sibehê dora wan jî were. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Werin em bi hev re tecrîda li ser girtîgehan û hemû gelan tê meşandin bişkînin."
 
'Di girtîgehan de tecawuz heye'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Jiyan Oner bi lêv kir ku tecrîda girankirî îro bi taybetî jî bandora xwe ya mezin li ser jinê dike. Jiyanê bal kişand ser bûyera tecawuzê ya ku bi ser Garîbe Gezer hatiye û got:"Tecrîd li ser civakê û li ser jinan tê meşandin. Em bi mînaka Garîbe Gezer re jî bûn şahidê vê yekê. Li Tirkiyeyê destdirêjî û tecawiz jixwe weke rewşek asayî dixwaze were lansekirin. Bi polîtîkayên bêcezatiyê re tecawizkar tên berdan. Ji bo berdana wan hincet tên nîşandan. Lewra îro di bin çavdêriya wan de, di nav destên wan de ev bûyer rû dide. Gelo wê ji bo vê yekê jî hêncetek wan a asayîkirina bûyerê hebe?"
 
'Em tecrîd û tecawizê qebûl nakin'
 
Jiyanê herî dawî jî ev gotinana anî ziman:"Di hemû qanûnan de tecrîd, tecawiz, destdirêjî û îşkence sûc tê dîtin. Lê ew êdî qanûnan jî nas nakin. Em van kiryaran bi tu awayî qebûl nakin. Ev tundiya herî mezin a li ser jinê ye. Ji bo vîna jinê bişkînin her tiştî dikin. Em van êrişan qebûl nakin. Em ê weke jin li hember zilm û neheqiyê berteka xwe nîşan bidin."