Menîce Gulmez: Ev der Kurdistan e

  • 15:30 30 Cotmeh 2021
  • Rojane
WAN - Seroka Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, bertek nîşanî binçavkirina Cemîl Taşkesen da û got: "Derbarê gotina Kurdistanê de Cemîl hat binçavkirin. Lê divê bê zanîn ku em dev jî gotina Kurdistanê bernadin. Ji ber ku ev der Kurdistan e." 
 
Di serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a li Sêrtê de welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ji Akşener re got: “Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. Kurdistan tê înkarkirin. Cihê ku hûn niha lê ne Kurdistan e.” Piştî van gotinan, polîsan bi ser mala Cemîl de girt û ew binçav kirin. Cemîl piştî îfadeyê jî hat berdan. Têkildarî mijarê Seroka Giştî ya Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Menîce Gulmez axivî. 
 
Menîce, bang li Meral Akşener kir û got: "Heke tu tê û bi gel re hevdîtinan pêk tînî û pirsgirêkên wan guhdar diki û guh dide fikr û ramanên wan divê tu hinek bi sebr bî. Li hemberî gotina Cemîl hûn nikarin çavên xwe bigirin. Lê mixabin ev tişt ji zîhniyeta tirkbûnê pêk tê. Dema mirov bêje ev der Kurdistane, derbarê gotinê de lêpirsîn tê vekirin. Ev tişt nîşaneya cudakariyê ye. Ev tişt cudakariya li ser vê erdnegariyê ye." 
 
Menîce, daxuyand ku di sala 2018'an de ji bo partiya xwe daxwaznameyek ji Wezareta Karê Hindur re şandine û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku me Kurdistan bi kar anî bû li hemberî me pirsgirêk derxistin. Nikarin vê rastiyê ji holê rakin. Çawa gotina Turkistan, Kirgiztan, Yewnenîstan û Ermenîstan ne sûc e gotina Kurdistanê jî ne sûc e. Dema kurd li vir bêjin Kurdistan wekî propagandaya 'terorê'  tê nirxandin. Divê tu kes ji gotina Kurdistanê netirse. Ev ter Kurdistane û em ê bêjin Kurdistan."