‘Tiştên hatin jiyîn divê neyên jibîrkirin’

  • 09:09 30 Cotmeh 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Berîtan Aslantekîn di pêvajoya berxwedana Kobanê de xaniyê aydê kalê xwe yê li gund veguherî Muzeya Şehîtlîk a Arîn Mîrkan û Pirtûkxanaya Kader Ortakaya û got tiştên hatin jiyîn divê neyên jibîrkirin.
 
DAIŞ’ê ku bi piştgiriya hêzên herêmî û global li Iraq û Sûriyeyê bi dehezaran kes qetil kirin, di 2014’an de li Kobanê bi bexwedana mezin a Gelê Kurd û gelên herêmê li hemberî DAIŞ'ê bi ser ketin. DAIŞ li Kobanê têk çû û Kobanê wek sembola jiyana hevpar, wekhev û azad bû navê berxwedan û piştevaniya enternasyonal. Kobanê bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat azadkirin. Berxwedana li Kobanê li cîhanê deng da û ji gelek deverên cîhanê ji aliyê navdar û rewşenbîran ve 1’ê Mijarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.
 
Dema li Kobanê berxwedan û êrîşan berdewam dikir, li navçeya Pirsûsê nobet dihat girtin. Yek ji gundê nobet lê hat girtin gundê Miseynter bû. Berîtan Aslantekîn a 12 salî bi piştgiriya kesên li wir tevlî nobetê bibûn, di 2015’an de xaniyê ji axê yê kalê xwe yê li gund veguhert Muzeya Şehîtlik a Arîn Mîrkan û pirtûkxaneya Kader Ortakaya. Berîtanê wêneyê apê xwe Emîn Aslantekîn yê ku di  1993’an de bi 6 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû jî li muzeyên bicih kir.
 
Berîtan niha 18 saliye û tiştên wê demê hatin jiyîn û der barê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de axivî.
 
‘Ji bo min serbilindiyek mezine’
 
Berîtanê destnîşan kir ku muze bi piştevaniya kesên di pêvajoya Kobanê de hatiye wir çêkiriye û  got: “Min wêneyên apê xwe jî li muzeyê bicih kir. Ev ji bo min serbilindiyek mezine. Dema apê min jiyana xwe ji dest daye ez tunebûm. Lê dema min wêneyê wî li muzeyê bicih kir wekê ku wî nû nas bikim. Ev muze wekê ku bi xwîna şehîdan hatiye çêkirin. Me muze li dijî her cureyê êrîşê parast. Piştre leşkeran bi ser gunde girtin û me jî bi fikara ku wê zirarê bidin muzeyê hemû wêne kom kirin. Dema me komkir ez gelek hestiyar bûm.”
 
Berîtanê daxuyakirin ku başe ku apê wê di vê têkoşînê de cih girtiye û got apê wê û 6 hevalên wî li vî mala ku lê dijîn jiyana xwe ji dest dane û ev tişt bi lêv kir: “Li her quncikekî vî xanî bîranînek heye. Li mala em dijî gelek tişt hatin jiyîn. Li gorî malbata min serdegirtinek mezin li vir dibe. Wê demê apê min Emîn û 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê her cara diçin hundir hestiyar dibim. Wekê ku ew jî bi me re dijîn.”
 
Divê Kobanê neyê jibîrkirin 
 
Berîtanê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her sal di 1’ê Mijdarê de kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne û wiha dawî lê anî: “1’ê Mijdarê ji bo min pir girîng e. Muzeya me çêkir tê bîra min. Bi kelecana ku berxwedana Kobanê da min, me ew der çêkir. Ez dibêjim xwezî hîna ew muze hebûna her sal min di 1’ê Mijdarê de ziyaret bikira. Tevî evqas dem derbas bû tişên hatin jiyîn nehat jibîrkirin. Ji ber tiştên bên jibîrkirin nînin. Em wê demê li sînor bûn. Bombe dihatin avêtin. Mirovan jiyana xwe ji dest dida. Tiştek ji destê me nedihat. Lê me morelek mezin dida alî din. Niha 1’ê Mijdarê tê. Xwezî me ew muze dîsa ava bikira. Kesî ew roj jibîr nekirine. Kobanê wisa hêsan nehat azadkirin. Li wir gelek kesî jiyana xwe ji dest dan.”