'Li ser sînorê Kobanê li gel şervanan me jî li berxwe da'

  • 09:06 30 Cotmeh 2021
  • Rojane
Nalîn Bêrîvan
 
KOBANÊ - Sidîqe Xelîl  a bi malbata xwe re di dema şerê Kobanê de li ser sînor li dijî êrişan li berxwe da bi lêv kir ku ew bûn şahidê berxwedana lehengên li Kobanê û wiha got:"Rih gelekî şêrîn û biha ye lê ax jê şêrîntir e. Li ser sînorê Kobanê li gel şervanan me jî li berxwe da. Me bi israra xwe li berxwe da û em bi israrê jî bi ser ketin." 
 
Şerê hebûn û nebûnê li Kobanê hat kirin. Dewleta tirk bi rêya komê ku girêdayî wê bû êrîşî Kobanê kir, li ber çavên cîhanê hovîtî hat kirin, bi destên hemû dewletên navneteweyî ev şer hat kirin. Herî zêde şerê ku li Kobanê hat kirin, şerê kolanan û şerê derî bû. Li beramberî van çekên giran şervanan bi çekên destan li dijî wan, bi vîn û hêza xwe şer dikirin, bi bawerî ev şer bi ser ket. Çeteyên DAIŞ'ê bûbûn belaya serê hemû cîhanê loma cîhan tevde deyndarê Kobanê ye. Ruxmî ku şer dijwar bû, dîsa jî bi dehan malbat li ser sînor li rex şervanan man, ew malbatên ku li ser sînor man hêvî û moral didan wan şervanan. Bi hezaran gel li ser sînorê Bakurê Kurdistanê li aliyê Pirsûsê piştgiriya şervanan dikirin.
 
Bi piştgiriya hêzên herêmî û global, DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê, bi dehezaran mirov qetil kirin û di payîza 2014’an de li Kobanê di serî de bi ya Gelê Kurd, rastî berxwedaneke mezin a gelan hat. Gelan li dijî çekên giran ên DAIŞ’ê bi kar dianîn, berxwedanek mezin dan û axa xwe parastin, bûn hêviya Rojhilata Navîn û hemû gelan. Berxwedan di heman demê de bû bersiva ‘Kobanê li ber ketinê ye’. DAIŞ têkçûna ewil li Kobanê girt û Kobanê bû navê berxwedan û piştevaniya enternasyonel. Bi berxwedan û hêviya ji Rojava belav bû, 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê hat îlankirin. 
 
Sidîqe Xelîl a bi malbata xwe re di dema şerê Kobanê de li ser sînor li dijî êrişan li berxwe da behsa rojên serhildanê kir. 
 
'Li ser sînorê Kobanê li gel şervanan me jî li berxwe da'
 
Sidîqe Xelîl a temenê wê 70 salî ye û li gundê Sitiyê yê li Rojavayê Kobanê dimîne behsa berxwedana xwe ya li ser sînor a bi şervanan re û koçberiyê kir. Sidîqeyê da zanîn Kobanê bûbû warê şêr û pilingan û wiha pê de çû:"Em di mala xwe de bûn. Me nedizanibû şer çi ye koçberî çi ye. Hew me carekê dît ku çeteyên DAIŞ'ê yê girêdayî dewleta tirk êrîşî me û gundên me kirin. Em ji gund derketin û çûn ber sînorê li Til Şiyîrê. Her kesî sînor derbas kirin, lê me nedikarîbû dest ji axa xwe bikin û ji dijmin re bihêlin. Hevjîmê min temenê wî mezin bû, got ez ji ser vê axê naçim, divê ez li ser axa xwe bimirim, ji ber li welatên xerîban mirov nikare bijî, her kes li welatê xwe dikare bijî. Dema em ji malên xwe koçber bûn, me tenê dikaribû zarokên xwe xilas bikin. Em li ser sînor nêzî 4 heyvan man, li ser sînorê Kobanê li gel şervanan me jî li berxwe da. Piştî çar mehan em li bajar bi cih bûn, ew jî bi saya berxwedana şervanên me bû. Di meha zivistanê de me gelek zehmetî derbas kirin, zarok birçî û tî diman, ji sermayê diqerisîn. Keçikeke me ya çelî hebû, ji ber sermayê dikira bimira. Me ew gihand nexweşxaneyê. Zehmetiyên ku me dîtin tu kesî nedîtin. Ew roj ji bîr nabin û nayên jibîrkirin. Lê me dîsa jî li berxwe da."
 
'Em bûn şahidê berxwedana lehengên li Kobanê'
 
Sidîqeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku bi berxwedan û israrê Kobanê bi ser ket û wiha domand:"Em bûn şahidê berxwedana Kobanê û wan lehengan. Dema min didît ku Kobanê dişewite, dinale û tê dagirkirin agir bi beden û cîgera min diket, lê di milekî de hêviyên min hebûn ku wê rojek bê û Kobanê neyê dagirkirin. Kobanê bi ser ket û dijmin bi binket, ev bi saya şêr û pilingan bû. Derdora me dorpêçkirî bû, ji milekî leşkerên tirk gaza îsotan diavêt me û di milê din de jî çeteyên wê li ser sînor em topbaran dikirin, ji bo tirsekê bixe hundirê me da ku em li rex şervanên xwe nemînin. Bi şev û bi roj em ranedizan, ji ber me nedizanî em ê di kîja kêliyê de jiyana xwe ji dest bidin. Jixwe jiyana me di nava xeteriyê de bû. Em di nava mayînên dijmin de radizan û me jiyana xwe wiha derbas dikir. Her çavên me li Kobanê bû. Me digot wê kengî bê rizgarkirin û em ê vegerin warên xwe. Li mala xwe, gelek caran çeteyan êrîş anîn ser me û di milê din de jî leşkerên tirkan tirs dikirin hundirê me lê em li beramberî wan bi israr bûn, me terka axa xwe nekirin. Niha jî dewleta tirk hewl dide ku herêmên me dagir bike û koçberiyeke din bide çêkirin. An em ê di mala xwe de bimirin an jî em ê li berxwe bidin, ji bilî vê tu rê li pêşiya me tune ne."
 
'Baweriya me hebû ku wê Kobanê bi ser bikeve'
 
Her wiha Fatma Ebas jî axivî û qala zehmetî û berxwedana xwe kir. Fatmayê da zanîn baweriya wan hebû ku dê rojekê Kobanê bi ser bikeve û wiha pê de çû:"Gefên ku dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmên me dide xwarin, ji ber dixwazin tolê ji Kobanê hilînin. 
 
Ji ber serkeftina Kobanê ji Erdogan re bû kul û ji hundirê wî derneket loma gefa li me dide xwarin û êrişî me dike. Heta şervanên me hebin wê tu carî Kobanê nebe ya dewleta tirk. Li ser sînor me gelek zehmetî dîtin, ruxmî baran û bahoz jî radibûn, dîsa me li berxwe dida. Dema çavên min li şervanan diket min ji xwe re digot divê em jî li berxwe bidin. Wê berxwedanê hişt ku şervan moral ji me bigirin û em jî moral ji wan bigirin. Em bûbûn hêviyên hevdu, di bin siya wan de em dijiyan. Her top û tanqek dema li Kobanê diket zarokên min guhên xwe digirtin, ji ber ku em di nava mayînan de dijiyan, bi dehan zarok ji ber mayinan an çavên xwe winda kirin an ling an jî destên wan jê bûn. Em ê li beramberî hemû şeran li berxwe bidin û nehêlin ku cardin koçberî pêk bê. Divê tu kes berê xwe nede sînorên tirkan ji ber ew bi xwe me qetil dike, zarokên me di komkujiyan re derbas dike. Divê em li beramberî gefên dewleta tirk hişyar bin. Herî zêde dema ku Kobanê hat rizgarkirin em kêfxweş bûn. Baweriya me bi hêza me hebû ku wê Kobanê bi ser bikeve."