Ayşe Surucu: Li Rihayê tecrîd du caran tê hîskirin

  • 09:06 28 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
Derya Ren
 
RIHA - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re li Kurdistan, Tirkiyeyê û bi taybetî jî li Rihayê rizandinek tê jiyîn. Li dijî rizandinê divê tecrîd bidawî be. Ji bo bi dawîbûna tecrîdê jî pewiste têkoşîn bê dayîn." 
 
Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ataş yên di 2015’an de birin Îmraliyê di bin şertên giran yên tecrîdê de tên girtin. Komîteya Pêşîgirta Îşkenceyê ya Konseya Ewropaê (CPT) di 2019’an de çû Îmraliyê  û di rapora amade kir de diyar kir ku piştî serdana 2016’an de di şert û mercan de tu başbûn nehatiye kirin. Bi polîtîka tecrîdê ya pêk tê de li hinek bajarên herêmê bi pêkanînên cuda di serî de li ser jinan û hemû civakê zext pêk tê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu derbarê  tecrîda li Riha û herêmê pêk tê nirxandin kir.
 
‘Li Tirkiyeyê xitimandineke siyasî heye' 
 
Ayşeyê daxuyakirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye, pergal bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan hemû civakê tecrîd dike û wiha pê de çû: “Li tu derê cîhanê mirovek 22 salan di bintecrîdê de nehatiye girtin. 22 sal in Birêz Ocalan li grava Îmraliyê dîl tê girtin. Têkilî bi derve re qût kirine. Pergal rola Birêz Ocalan ya di civakê de, ya di siyaseta Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de baş dizane. Ji ber vê tecrîdek giran pêk tê. Îro li Tirkiyeyê xitimînek heye. Ji bo ev xitimîn ji holê rabe divê tecrîd bidawî be. Divê bi Birêz Ocalan re bikevin riya çareseriya demokratîk.”
 
‘Pergala kengê tengezar dibe berê xwe dide Îmraliyê' 
 
Ayşeyê balkişand ser rola Abdullah Ocalan ya di çareseriya pirsgirêka kurd de û ev nirxandin kir: “Pergal kengê tengezar bibe berê xwe dide Îmraliyê. Me di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de dît. Li ser navê Birêz Ocalan tiştên cuda avêtin holê. Xwestin dengên kurdan biçe ji AKP’ê re. Ji ber dizanin ku Abdullah Ocalan çiqas li ser Gelê Kurd bi bandore. Li aliyê din jî li ser Birêz Ocalan bi salane tecrîd tê meşandin. CPT ev di rapora xwe de aşkera kir. Tiştên li Îmraliyê tên jiyîn ne ji rêzêne. Nikare bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Mafên wî nadinê. Herî dawî Birêz Ocalan hevdîtina telefonê ya 3-4 deqeyî pêk anî. Piştre hevdîtin nehat kirin. Lê ev pergal xwe li ser krîz û kaosê birêve dibe. Ger şertên aştiyê ava bibin, komên demokrasiyê dixwazin wê derkevin pê. Daxwaza Birêz Ocalan ev e ku Tirkiyeyek demokratîk ava bike. Lê ev pergal ji demokrasiyê ditirse, naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe û tecrîda li Îmraliyê giran dike.”
 
‘Li dijî pergala baviksalar serî hilda' 
 
Ayşeyê bi lêv kir ku bi tecrîdê re rewşa Tirkiyeyê aloz bûye û ev tişt anî ziman: “Hewl tê dayîn ku pergalek ku hemû maf tên tunekirin, qanûnên ku jinan diparêzin bên betalkirin û her tişt di yek kesî de bê komkirin, bê avakirin. Pergala niha xwe li ser nîjadperestî û zayendperestiyê heyî dike. Roj bi roj cihê jinê di civakê de namîne. Hewl tê dayîn pergala baviksalarî bê belavkirin. Birêz Ocalan beriya her tiştî li dijî pergala baviksalar serî hildaye.  Di navbera her du zayendan de wekheviyê diparêze. Li ser vê paradîgmayê sekiniye. Vê paradîgmayê bandor li ser hemû civakên Rojhilata Navîn kiriye.”
 
‘Sedema îşkenceya li Rihayê tecrîde’
 
Ayşeyê balkişand ser polîtîkayên tecrîdê û got li ser gelê Rihayê bi aliyekî cuda pêk tê û ev polîtîka bi van gotinan îfade kir: “D 2013-2015’an de bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Ev hevdîtin piştre bidawî bûn. Piştre pêvajoya çareseriyê bidawî bû.  Bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ji ber kuştina du polîsên li Serêkaniyê, pêk hat. Lê nehat tespîtkirin kî ew polîs kuştine. Me wek HDP xwest li meclîsê lêkolîna vê bêkirin. Lê her tim bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin. Piştî vê şer îlankirin. Riha yek ji cihên ku îşkenca sîstematîk lê tê jiyînê ye. Me ev berê bir meclîsê. Îşkenca li Rihayê li ser jin, ciwan û zarokatiye kirin li tu derê nehatiye kirin. Li Rihayê hêzek taybet ji bo îşkeceyê bike hatiye peywirdarkirin. Sedema vê jî tecrîde. Pergalê Riha bi taybet tecrîd kiriye.”
 
‘Em têkoşînê bilind bikin’
 
Ayşeyê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên pêk tên girêdayên tecrîdê ye û wiha dawî lê anî: “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re li Kurdistan, Tirkiye û Rihayê rizandinek tê jiyîn. Ji bo ji vê rizandinê xilasbûn çêbibe divê tecrîd bidawî be. Ji bo azadiya Birêz Ocalan divê em têkoşîna xwe hîn bêtir bilind bikin.”