‘Hatina me baş bihata fêmkirin wê evqas mirov jiyana xwe ji dest nedaba'

  • 09:03 28 Cotmeh 2021
  • Rojane
Habîbe Eren
 
AMED - Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç da zanîn ku  li dijî paradîgma netewdewletê ya Komara Tirkiyeyê  ku 98 sal in esas digire, tevgera kurd bi teza ‘komara demokratîk’  ji pirsgirêkan re çareseriyê digere û got: “Dema em di 1999’an de hatin, ger ku komara Tirkiyeyê em fêm bikirana wê îro ne Tirkiye di otorîterîzmê de bûna ne jî bi dehzaran kesî jiyana xwe ji dest bida.”
 
Di sala 1997’an de bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji Qendîlê Koma Aştiyê hat. Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç, di 98’emîn salvegera komarê de, pirsgirêka kurd, ‘Komara Demokratîk û Destûra Bingehîn’ çi dihewîne û refleksa dewletê ya di vê nokteyê de nirxand.
 
Yukselê da zanîn ku piştî îlankirina komarê pêvajo ji bo kurdan zêde ne baş bû û beriya komarê jî di 100 salên dawî ya Osmanî de li herêmê gel di serildanê de bûne û wiha got: “Komarê hinek mafê ji dema Osmanî de mabûn ji holê rakir û li ser vê alozî zêde bû. Di mantalîteya komarê de senterza îslama Tirk derketye holê, serdestî li ser vê ketiye jiyanê. Mijara kurd jî, di sedsala dawî ya Osmanî de li herêmên kurd lê dijîn, ji ber hinek sererastkirinan, bibû sedema bertek û serhildanan. Komarê bi îdiya ku bibe parçeyeke şaristaniya rojava ya demokratîk xwe îlan kir lê ji bilî kurd û muslimanan, gelan di komara nû de cih negirt." 
 
‘Formek pir çandî û demokratîk bi ser nexist’
 
Yukselê da zanîn ku îlankirina komarê û piştî wê, di forma netewdewletê de, ji ber hinek essasê serdest yên yek netew esas girtin, ev ji bo nasname û gelên din bû tehdîd û wiha bi lêv kir: "Ev ji bo gelên din bû pisgirêkek cidî. Komara Tirkiyeyê ji avabûnê heta niha komeke pir çandî û demokratîk bi ser nexistiye. Ji ber vê jî ev pirsgirêk heta roja me ya îro hatiye, bûye pirsgirêka esas a sedsala 21’ê. Ji ber pirsgirêkên nedemokratîkbûnê, Tirkiye li dijî daxwazan otorîter bû, di mijara maf û azadiyan de civak şûnde ketiye.”
 
‘Hatina me baş nehat nirxandin’
 
Yukselê  di berdewamiyê de balkişand ser hatina koma aştiyê ya di 1999’an a li Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em di 1999’an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatin. Lê mixabin mirovan zêde wate nedan hatina me. Wê demê mêjiyê dewletê û forma dewletê wate neda gotinên me, fikara komara demokratîk a ji bo Tirkiyeyê baş nexwendin. Mantalîte hîna li Tirkiyeyê didome. Ger kurd tiştekî bixwazin; ev daxwaz ji bo berjewendiya Tirkiyeyê be jî ji ber kurd in, tên redkirin, negatîf lêpirsîn dikin. Fikra komara demokratîk jî  mixabin ji aliyê dewleta serdest ve baş nehat nirxandin. Lê fikra komara demokratîk formulasyona çareseriya hemû pirsgirêkan bû. Ger di sala 1999’an de dema em hatin ev formul  baş bihata fêmkirin wê îro Tirkiye ne di otorîterîzmê de bûna, wê  ji 1999’an heta niha bi hezaran kes di şer de jiyana xwe ji dest nedabana.”
 
‘Ji bo demokratîkbûnê hewldan hebûn’
 
Yukselê da zanîn ku li dijî kesên ku senteraza Tirk û Îslamî temsîl nekirin de tedbîrên tund hatin girtin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Tiştên ku Ermeniya beriya komarê jiyan, piştî komarê berdewam kir. Ne tenê ew mubadeleya ku Yahudî û Ruman jiya. Rewşên koçberiyê. Bûyerên 6-8’ê îlonê, piştî Koçgriyê, Serhildana Şêx Saîd a 1925’an, Agirî 1930, Dêrsîm 1938. Dema em van komkujiyan li ber çavan bigirin, tê dîtin ku komar ji bo bibe netew dewlet çi hewldan kiriye. Bêguman dem bi dem hewldanên aliyan a ji bo demokratîkbûnê pêk hat. Gelek caran hat ziman. Heta hewldanên piştî 1980’ê gelek girîng in."
 
‘Li dijî mudaxaleyan bertek nîşan didan’
 
Yuksel Genç. daxuyand ku kurd bi hezar sal in li vê axê dijîn û gelê qedîm e û wiha got: "Gelê Kurd civakeke di nav xwe de xweser dijî bû. Her cara ku pozîsyona wan ya xweserbûnê hat hejandin, di mijara maf û azadiyan de bertek nîşan dan. Bertekên hatin nîşandan dem bi dem kurd ji komarê cuda kir, bû sedema lêgerîna formên jiyana bi hev re. Teza komara demokratîk, hinek jî pirsgiraka kurd bi civaka Tirkiyeyê re kir mijara hundir, lê wek formeke ku dînamîka çareseriya pirsgirêkan derket holê. Komara demokratîk, armanca wê ev bû ku rewşa parçebûna civakî û têkçûna civakî ji holê rake. Tesîsa aştiya civakî dixwest. Ev forma ku forma netewa dewleta Tirkiyeyê parçe kir, 90 sal in hat rojevîkirin. Fikra komara demokrtîk wek mifteya deriyê têketinê hat vegotin. Di 1999’an de gotina çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk di esasê de deriyê komara demokratîk ya dihat xwestin vê vekirinê bû.”
 
‘Piştî kongreya Îzmîrê her tişt bi lez guherî’
 
Yukselê balkişand ser piştî Kongreya Îzmîrê ya 1923’yan û bi lêv kir ku her tişt pir zû guheriye, bi awayekî lez û bez hêzên îttîhatî yên forma netew-dewletê esas girtine serdest bûne. Yukselê wiha dirêjî dayê: “Pêvajo bi aşkera hat guherîn. Rihê destura bingehîn a 1921’ê û xalên wê di carekê de tune hatin hesibandin. Di vê nokteyê de der barê otonoma Kurdan de dîtina peymanekê ya di arşîvan de jî gelek zehmete. Yanî rewşeke evqas redkar derket holê. Divê teşeyê derketina qanûna 1921’ê de bê lêkolînkirin. Destûra Bingehîn ya 1921’ê de li ser mîrateya ji Osmanî maye ya ku xwedî pergaleke navendî ye, hat avakirin. Fikra pirçandî ya Osmanî di salên ewil a osmanî de hat redkirin. Dema Komara nû hat avakirin di nav Îtîhat û Terakî de Kurd hebûn. Bi fikara ku welatekî nû têkoşînek nû a hevpar ava bikin derketin rê. Lê wê demê xetereyên Tirkiyeyê hîna tunebûn. Piştî kongreya Îzmîrê her tişt bi lez guherî. Komara demokratîk ya ku wê demê nehat avakirin îro ji aliyê hemû kesî ve tê hîskirin ku divê bê avakirin. Ne tenê alî kurd, çepgir, mexdûr, îslamî û çînan de xwediyên feraseta serdest jî êdî dibînin ku ev wisa nameşe." 
 
‘Hewcedarî bi destûrek bingehîn ya nû heye’
 
Yuksel her wiha li ser hewcedariya destureke bingehîn ya çawa tê xwestin jî ev nirxandin kir: “Em mijar demek dirêje li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Ger ku bingeheke demokratîk hebûna li welat belkî jî hewce bi destûreke bingehîn ya ku xalên wê pir berfirehin tunebûna. Li Tirkiyeyê di esasê de pirsgirêka xurtkirina civakê heye; lê ev jî wê demê bigire. Mixabin li Tirkiyeyê temînatên destûra bingehîn, qanûnî mixabin ji qebûlên civakê xurtirin. Ji ber vê hewcedarî bi destûreke bingehîn ya wekhev heye.”
 
‘Divê ji aliyê civakan ve bên qebûlkirin’
 
Yukselê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku  destûrên bingehin peyamana civakiye û hebûnan û wiha dawî lê anî: “Li Tirkiyeyê mixabin piştî destûra bingehîn a 1921’ê mirov nikarin bejin destûrên bingehîn wek peymanekê hene.  Heta bi salên 1980’ê şûnde re ev ne pêkane. Destûrên bingehîn yên leşker û hinek elîtan nivîsîn, dijdemokratîkbûna Tirkiyeyê xurt kiriye. Ji ber vê jî ya ku duh leşker û elîtan kir, îro otorîter dikin jiyanê û ev jî tiştekî naguhere. Destûrek Bingehîn ancax bi peyamaneke civakî watedar e. Divê ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin. Ya ku AKP li gorî hêzêxwe ava dike jî mijara nîqaşê ye. Ji ber destûra bingehîn ya partiyan ya kesan tune.”