Malbatên girtiyan: Rewşa girtiyên li Şirnexê ne baş e

  • 09:19 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Bertekên li hemberî îşkenceya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê didome. Malbatên girtiyan da zanîn ku rewşa girtiyan ne baş e û gotin: "Bila derbarê êrişkaran de lêpirsîn bê vekirin. Her wiha divê malbat ji bo girtiyên xwe rabin ser piyan û xwedî li girtiyên xwe derkevin." 
 
Li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Ji van girtîgehan Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê ye. Di 24 û 25’ê cotmehê de midûr û gardiyan bi ser du qawişên ku 16 girtî tê de dimînin de girtin. Gîrtî bi êrişa gardiyanan ve rûbirû man. Gelek girtî bi giranî birîndar bûn. Her wiha girtiyên ku bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Malbatên girtiyan ku duh bi xizmên xwe re hevdîtinê kirin, bertek nîşanê rewşê dan û gotin ji rewşa girtiyan gelek bifikarin.
 
‘Midûr û gardiyan bi ser qawişan de girtine'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag a ku bavê wê Alî Akdag di girtîgeha Şirnexê de ev 2 sal û 4 meh in girtiye û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn, anî ziman ku midûr û gardiyanên girtîgehê bi qawişan de digirin û girtiyan dixin. Sabuha, wiha behsa bûyerê kir: “Midûr û gardiyanên girtîgehê bi carekê bi ser qawişan de girtine. Di girtîgehê de 16 girtiyên siyasî hene. Qawişa ku girtiyên siyasî dibînin du beş in. Gardiyanan xwestiye bi pêlavên xwe biçin beşa jorê lêgerînê bikin. Lê belê girtiyan gotiye ew cihê nimêj û raketinêye em destûrê nadin. Piştre gardiyanan gotiye li ser piyan hejmarê bidin. Lê belê girtiyan li dijî vî derketine û nedane. Li ser vê yekê gardiyanan êrîşê girtiyan kirine û gelek girtî birîndar bûne. Di girtîgehê de du girtiyên temenê wan mezin jî hene. Girtiyên din xwe avêtine ser wan ku wan ku ji lêdanê rizgar bikin. Ji ber lêdanê girtiyek pozê wî û girtiyek milê wî şikestiye û girtiyê dinê bi giranî birîndar bûye. Ev kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê. Girtiyê bi navê Mehmet Alî Çevîk niha di beşa lênêrîna giran de ye. Girtiyên me bi awayek hovane derp kirine.”
 
‘Li girtîgehan îşkence xilas nabin’
 
Sabuha, destnîşan kir ku her roj her hefte di girtîgehekê de binpêkirina mafan tên jiyîn û wiha domand: "Li girtîgehan îşkence xilas nabin. Em her roj bûyerek nû dibihîzin. Di girtîgeha Şirnexê de tim pirsgirêk hebûn. Lê belê vê carê ev binpêkirin zêdetir bû. Bi awayek kêyfî bi ser qawişan de tê girtin. Ev bêedaletî û bêqanûnî ye. Mafê tu kesî tuneye ku di girtîgehan de îşkenceya li girtiyan bikin. Îşkenceya ku li xizmên me hatiye kirin em qebûl nakin. Di girtîgehê de bi zanebûn êrîşê siyasiyan dikin. Girtî tim bi awayek bê hiqûqî tên sirgûnkirin. Êrîşê bavê min jî kiribûn, lê belê rewşa wî niha baş e. Lê belê rewşa girtiyên dinê nebaşe. Du qawişan kirine yek qawiş û niha 16 kes in. Divê em bibin dengê girtiyan. Ji bo mafê wan divê em li ber xwe bidin. Em dixwazin hemû malbatên me li cem me bin."
 
‘Li hemberî zilmê divê em dengê xwe bilind bikin' 
 
Bedriye Înediya ku kurê wê Celal Înediyê ku 3 sal in girtiye û 12 sal ceza lê hatiye birîn, bi lêv kir ku kurê wê jî hatiye derpkirin û wiha bi lêv kir: “Ji xwe ez roja înê hatibûm hevdîtina girtî. Duh li min geriya û got gardiyanan êrîşê wan kiriye. Hevalên wan birîndarin û rewşa wan nebaş e. Kurê min got ku bi carekî de bi ser qawişê de girtine û êrîşê wan kirine. Daxwaza girtiyan ew e ku ji bo hevdîtinê parlamenter û parêzer biçin girtîgehê û lêkolînê bikin. Kurê min got her sibehê tên îşkenceyê li me dikin. Çend girtî birîndar bûne. Hinek ji wan pozê wan û hinek ji wan milên wan şikestiye. Rewşa zarokên me nebaşe û di xeteriyê de ne. Em vî tiştê qebûl nakin. Divê hemû malbat û dayikên girtiyan bên li ber girtîgehê. Divê li hember zilmê dengê xwe bilind bikin. Em vî îşkenceyê qebûl nakin.”
 
‘Em dixwazin edalet pêk bê' 
 
Fadîle Olmez a ku birayê wê Mesut Olmez ê 4 sal in girtiye û 10 sal ceza lê hatiye birîn bertek nîşanê îşkenceya li girtîgehê da û ev tişt got: “Cihê wan nebaşe. Zilmê û îşkenceyê li wan dikin. Birayê min got îşkenceyek mezin li wan tê kirin û divê tu kes bêdeng nebîne. Xwest ku hemû kes li derve deng derbixe. Ev îşkenceya ku li girtiyên me hatiye kirin em qebûl nakin. Rewşa girtiyan gelek xirape. Zilmek mezin li ser wan heye. Birayê min got ku pozê hevalekî û milê hevalekî wî şikestiye û rakirine nexweşxaneyê. Ji wan girtiyan yek di beşa lênêrîna giran de ye û hevalekî wan dê emeliyet bibe. Birayê min jî lêdan xwariye. Em vî zilmê qebûl nakin. Bila ev îşkece bê sekinandin. Divê Gelê Kurd û malbatên girtiyan rabin li ser piyan. Ger tiştek bê li serê giritiyên me berpirsyar ew in. Em dixwazin edalet pêk be û derbarê êrişkaran de lêpirsîn bê vekirin. Em bi berxwedanê dikarin dawî vî zilmê bînin. Em dixwazin demildest ev zilm bi dawî be.”