Li AK'ê dê tecrîd bê nîqaşkirin: Kontrolkirin dê pêvajoyê biguherîne

  • 13:50 25 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Nîşmiye Guler
 
STENBOL - Rêwşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di navbera 30'ê mijdarê û 2'yê kanûnê de, li Komîteya Wezaretê ya Konseya Ewropayê bê nîqaşkirin. Derbarê mijarê de Endama Lijneya Rêveberiya TOHAV'ê Ayşe Bîngok Demîr axivî û got: "Daxwaza me ya şênber jî ya ji komîteyê kontrolkirina pêvajoyê bêtir bê aktîfkirin û bê pratîzekirin."
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ne, didome. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û yên malbatê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê nayên bersivandin. Her wiha Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ji bo Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ji bo "mafê hêviyê" di 26'ê tîrmehê de serî li Komîteya Wezaretê ya Konseya Ewropayê (AK BK) yê dabûn. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya TOHAV'ê, parêzer Ayşe Bîngok Demîr bal kişand ser serlêdana wan û helwesta Tirkiyeyê. Ayşe ji ajansa me re nêrînê xwe anî ziman. 
 
Bi saziyan re danezanek hat amadekirin
 
Ayşe, di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya ku bi saziyên sivîl re pêk anîne û got: "Çend ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di sala 2014'an de di serî de ji bo Ocalan, Hayatî, Emîn û Ciwan biryar hatin dayîn jî Komîteya Wezareta Konseya Ewropayê (AK BK) derbarê pêkanîna biryarê de Tirkiyeyê kontrol nekir. Me di vê çarçoveyê de bi saziyên sivîl re danezanek amade kir. Me danezan li gorî şixulandina karê hindûr a danezana rêgeza 9/2 AK BK'ê amade kir. Ev rêgez di esasê xwe de tê wateya pêvajoya kontrolkirina biryarên ku ji hêla DMME'ê hatî dayîn e. Li ser vê esasî em wek OHD, ÎHD, TÎHV û TOHAV ketin hewldaneke wisa."
 
'DMME, cezayê muebetê red kir'
 
Ayşe, da zanîn ku hewldana bi vî rengî ji bo bi sedan kesên ku heman rewşê li Tirkiyeyê dijîn girîng bû û wiha axivî: "Rejîma ‘Cezayê muebbetê ya girankirî' ji bo komên diyar heta mirinê tê pratîzekirin. Derbarê biryara Tirkiyeyê de DMME'ê got 'Cezayê muebbetê ya girankirî li gorî peymanê nîne û nayê qebûlkirin'. Pêkutiyên li dij mirovî, îşkence û muameleya xirab di xala 3'yem a peymanê de hatiye diyarkirin û hatiye qedexekirin. Li gorî DMME'ê 'Divê Tirkiye mafê hêviyê ji bo wan koman bikarbîne û li gorî vê yekê qanûnên xwe dîzayn bike'. Ev biryar di sala 2014’an de hatibû dayîn. Piştre biryarek din hat dayîn û doz hatin vekirin lê bê encam man. Îhlala ku heyî û hatî qebûlkirin îro jî didome. Tirkiye li gorî xala 46'an a DMME'ê tevnagere. Komîteya Wezaretê jî derbarê vê tiştî de jî gavek neavêt. Di sala 2021’an de saziyên sivîl derbarê mijarê de serdaneke hevpar pêk anîn." 
 
'Divê komîte pêvajoyê kontrol bike'
 
Ayşe, wiha bal kişand ser danezana hevpar a ku di meha tîrmehê de dane Komîteya Wezaretê: "Daxwaza me ya şênber jî ya ji komîteyê kontrolkirina pêvajoyê bêtir bê aktîfkirin û bê pratîzekirin. Komîte danezanê ji hikûmetê re radigihîne û hikûmet jî bersiv dide. Tirkiye bersiv da komîteyê. Di bersiva Tirkiyeyê de çend sernav hene û Tirkiye îdia dike ku di cezayên giran a muebbetê de serbestberdana bi şert heye. Lê em dizanin ku ev bersiveke xapandinê ye. Dibêje îstîsna hene lê wan îstîsnayan zelal nake. Her wiha li gorî Tirkiyeyê Serokkoman dikare biryara efûyê bide. Çend DMME'ê bersiva ku hatî dayîn qebûl nekir jî biryar nehat pratîzekirin. Her wiha me anî ziman ku 'Mafê hêviyê' li şûna efûkirin an jî biryara serokkomariyê nagire. Niha jî parêzer û malbat nikarin biçin Îmrahiyê û hevdîtin pêk bînin, têkiliya wî ji derve re hatiye qedexekirin. Ev tişt tê wateya domandina rejîma tecrîdê ye. Di vê mijarê de Komîteya Wezaretê li gorî raporên CPT'ê gav bavêje."
 
'Gelo ev sazî ne serbixwe ne?'
 
Parêzer Ayşe, di axaftina xwe de bal kişand ser biryarên ku nayên pratîzekirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Komîteya Wezaretê, dema biryarên DMME'ê neyên cih hîn rê û rêbazan pratîze dike. Lê belê heta niha gav neavêtiye. Mînaka Osman Kavala û Selahttîn Demîrtaş li holê ye. Tirkiye biryara DMME'ê ya derbar wan de hatî girtin pratîze nekir. Em li bendê ne ku gelo Komîteya Wezaretê çi biryaran bigire. Her wiha em ji komîteyê daxwaz dikin ku ji Tirkiyeyê hîn bibin ku gelo çend kes dikare ji kontrola bi şert sûdê bigire. Divê Tirkiye di serî de mevzuatên xwe biguherîne û 'Mafê hêviyê' pratîze bike. Divê mafên ku tên dayîn ji bo kesan be ne ji bo propagandayê be. Lê divê DMME jî di vê mijarê de hinek zelalî nêz bibe. Mekanîzmayeke wisa ava bike ku tiştên ku pêk tên kontrol bike. Gelek caran nêzîkatiyên wan mirovan ber bi nakokiyan ve dibe û em ji xwe dipirsin gelo serbixwe ne na na? Biryara ku ji bo Ocalan dane divê ser bisekinin û li gorî biryarên xwe tevbigerin. Biryara hevîdîtina bi malbat û parêzeran û mafê têkilî danîna li derve pratîze bike." 
 
'Dê têkoşîna me bidome'
 
Ayşe, da zanîn ku berpirsiyariya saziyên sivîl di domandina pêvajoyê de girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di şert û mercên niha de em dibînin ku li Tirkiyeyê azadiya fikr, raman, rêxistinbûn, civînên aştiyane, çalakiyên demokratîk bi mudaxaleyan re rûbirû dimîne. Em di ferqê de ne ku kesên xebatên saziyên sivîl dimeşînin, rojnameger, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan gelek pirsgiriêkan re rûbirû ne. Lê em ê ligel her tiştî xebatên xwe bidomînin. Her wiha ji xwe DMME, li gorî wala 3'yemîn ragihand ku tecrîda li hemberî Ocalan li dij qanûnê ye. Li ser vê esasî divê dev jî pêkutiyan berdin. Heta dawiyê jî dê parêzer û parêzvanên mafên mirovan di vê mijarê de têkoşîna xwe bidomînin."