Dêrsîm Dag: Em ji cezayan natirsin û ranawestin

  • 09:04 25 Cotmeh 2021
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsîm Dag diyar kir ku ne li gorî zagonên hiqûqê li gor zagonên îktîdarê gav tê avêtin û got: "Ayşe Gokkan ev 9 meh in dîl hatiye girtin. Di şexsê Ayşe Gokkan de dixwazin têkoşînê dîl bigirin û rawestînin. Ayşe ji bo têkoşîna azadiya jinê sembolek gelek girîng e."
 
Di 20’ê cotmehê de 23’yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdîaya “Rêvebiriya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû dîtin. Di doza hat dîtin de 30 sal ceza li Ayşe Gokkan hat birîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag, cezayê ku li Ayşe Gokkan hat birîn ji ajansa me re nirxand. 
 
‘Ayşe Gokkan ji bo jinên kurd sembol e’
 
Dêrsîm, anî ziman ku Ayşe Gokkan ev 9 meh in dîl hatiye girtin û got: Di şexsê Ayşe Gokkan de dixwazin têkoşînê dîl bigirin û rawestînin. Ayşe Gokkan ji bo têkoşîna azadiya jinê sembolek gelek girîng e. Ji ber ku ev 30 sal in ji bo têkoşîna azadiya jinê dide meşandin û li ber xwe dide. Ayşe Gokkan ji bo jinên kurd sembol e. Bi vî cezayê dixwazin peyamekê bidin jinên kurd. Ayşe Gokkan ev 9 meh in girtî ye. Beriya wê jî bi dehan caran hat binçavkirin û girtin doz lê hat vekirin.”
 
'Zimanê kurdî terorîze dikin û wek sûc nîşan didin’
 
Dêrsîm, diyar kir ku taybetmendiyeke Ayşe Gokkan heye û ew jî axaftina wê ya bi kurdî ye û wiha domand: “Ayşe Gokkan di nav jiyanê de û li her qadê zimanê xwe bikartîne. Ji vî aliyê ve jî hedef tê girtin. Ayşe Gokkan ji ber ku di dozên xwe de bi kurdî diaxive wek endama rêxistinê tê dîtin û tê nîşandan. Bi zimanê xwe axaftin wek delîlekî nîşan didin. Zimanê kurdî jî terorîze dikin û wek sûc nîşan didin. Ev ne bi tenê êrîşa li ser jinê ye her wiha êrişek li dijî zimanê kurdî ye. Yên ku kurdî diaxivin û siyaseta xwe kurdî didin meşadin wek sûcdar tê dîtin. Ayşe Gokkan 9 meh in girtîgehê de ye û heta niha du caran derket dadgehê. Di doza yekem de heyeta dadê bi awayek dijminatî êrîşê parêzerên wê û Ayşe Gokkan kir û parêzeran ji dadgehê derxistin. Ji ber vê yekê di doza yekemde ne parêzer û ne jî Ayşe Gokkan parastina kir. Mafê parastinê ji destê Ayşe Gokkan hat girtin û di rewşeke wisa de 30 sal ceza lê hat birîn. Ev jî nîşan dide ku dema tu kurd bî, jin bî û têkoşîna azadiya jinê bidî meşandin wek sûcdar tê dîtin. Ayşe Gokkan 30 sal in bi zimanê kurdî û wek jinek siyasetê dide meşandin.”
 
‘Em ê li ser şopa jinên ku dîl hatine girtin bin' 
 
Dêrsîm, destnîşan kir ku di hilbijartinên heremî ya 29’ê adara 2009’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê wek şaredar hatiye hilbijartin û wiha bi lêv kir: “Dema şaredara Nisêbînê bû wê demê tu jinek jiyana xwe ji dest neda. Di nav 5 salan tu jinek nehat qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku Ayşe Gokkan ji jinan xebatek çawa xûrt daye meşandin. Ayşe Gokkan ji bo jina kurd bû rol,  model û pêşeng. Ji ber vî yekê jî êrişê vî tiştê dikin. Di şexsê Ayşe Gokkan de dixwazin tevgera jinên azad û têkoşîna wan rawestînin. Îqtîdar dixwaze jina kurd ji têkoşîna wan dûr bixe. Tevgera azadiya jinan bi gelek bedelên giran heta vî rojê hatiye. Bi sedan jin ji ber têkoşîna azadiya jinê meşandine dîl hatine girtin. Lê belê li dijî hemû girtin û êrîşan jî ev têkoşîn didome. Jinên wek Ayşe Gokkan, Sêvê Demîr, Aysa Yûksel, Gulten Kişanak, Sabahat Tuncel û bi hezaran jinên kurd bedel dane. Jinên kurd bedelên gelek mezin dan. Lê belê ev têkoşîn dê bidome. Em ê bi berxwedan û hêza xwe vê têkoşînê xûrtir bikin. Em ê li ser şopa jinên ku dîl hatine girtin û hatine qetilkirin bin.”
 
‘Em ê xwedî li vî têkoşînê derkevin’
 
Dêrsîm, bi lêv kir ku ku îktîdar bi ceza û girtinan dixwaze li ser jinên kurd tirsek ava bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dadê ji xwe re kirine wek lîstokek. Hiqûq, edalet û demokrasî nemaye. Ne li gor zagonên hiqûqê li gor zagonên îktîdarê gav tê avêtin û ji bo îktîdarê zagon tên avakirin. Kesên ku li hember îktîdarê li ber xwe dide dixwazin ceza bikin. Ji ber vê yekê jî dixwazin jina kurd di malê de bihêlin. Îktîdar dixwaze jinê ji têkoşînê dûr bide xistin. Lê belê li hember van hemû êrîşan em xûrtir dibin. Em ne ji ceza û girtinan natirsin û narewestin. Em ê bi hemû hêz û berxwedana xwe vî têkoşînê mezin bikin. Divê em hemû jin jî xwedî li vî têkoşînê derkevin.”