Girtî Garîbe Gezer a tecawiz lê hat kirin: Tiştên min jiyaye bila bê bihîstin

  • 09:08 24 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Parêzer Jiyan Tosun, der barê Garîbe Gezer a li Saziya înfaza Cezaya Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê şîdet, îşkence lê hat kirin û gardiyanan tecawizî wê kiribûn de axivî û got: “Gardiyanên jin tecawizî Garîbeyê dikin û tevî serê wê xwîn dibe jî, ji aliyê bijîşkan ve nayê dermankirin. Garîbeyê ji me daxwaz kir ku tiştên jiyaye bê  bihîstin.”
 
Garîbe Gezer 5 sal in li Saziya Înfaza Cezayê ya Kayseriyê girtiye. Her tim cezayên hucreyê lê hat birîn û ya dawî di 15’ê Adarê de hat dayîn. Di vê pêvajoyê de surgunê Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê hat kirin û 22 roj cezayê hucreyê yê wê diqede daxwaz dike biçe hucreya sê kesî. Li ser vê dixwazin Garîbeyê dîsa bibin hucreya yek kesî. Garîbe protesto dike, gardiyan wê dibin odeya sunger, li wir ji aliyê gardiyanên jin ve îşkence, şîdeta zayendî û tecawizê lê tê kirin. Garibeyê xwest vê ji parêzer û xwişka xwe re bêje, lê nameyên wê nehatin şandin an jî sansur kirin.
 
Ji ber tecawiz û îşkence vegot, lêpirsîn hat destpêkirin
 
Garîbe di telefonê de îşkenceya zayendî ji xwişka xwe re dibêje, ji ber vê cezayê hucreyê lê tê birîn, lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin. Garîbe ji ber îşkence û tecawizê dixwaze dawî li jiyana xwe bîne, ji ber ketinê xwîn diçe ser mêjiyê wê, bijîşk tevî vê derman nakin. Garîbe bi vê rewşê birin odeya yek kesî ya bi kamerayan tê şopandin. Li vê odeyê Garîbe neçar dimîne hewcedariya tuwaletê jî li ber kamerayê bike. Dîsa li odeya sungerê ji ber parçeyek biçûk a sungerê jêkiribû jî 11 roj cezayê hucreyê lê hat birîn.
 
Serlêdana sûc
 
Parêzer Eren Keskîn, Jiyan Tosun, Jiyan Kaya  ku wekîliya Garîbeyê girt ser xwe, di 20’ê îlonê de serlêdana sûc li dozgeriyê kirin û gotin: “ Divê berpirsyariyên bi ‘Peymana Mafê Mirovan a Ewropa û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li Dijî Ceza an jî Pêkanîna Biçûkxistin, Dijmirovahî û Zalim’ li ber çavan bê girtin û lêpirsînek bi bandor bê meşandin.” 
 
Parlamenterê HDP’ê jî rewş birin rojeva meclîsê. Parêzera Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Tecawiz û Tacîzê, Jiyan Tosun der barê rewşa Garîbeyê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Piştî cezayê hucreyê odeya yek kesî 
 
Jiyanê got li girtîgeha Bunyanê 33 roj cezayê hucreyê didin Garîbeyê û piştre surgunê Kandirayê dikin û wiha pê de çû: “Garîbe sê rojan di hucrê de tê girtin. Piştre ceza diqede dikin odeyek yek kesî. Garîbe bi israr dibêje ez diçim cem hevalên xwe. Daxwaznameyê dide û daxwaz dike. Lê daxwaz nayê cih. Garîbe li ser vê çalakiya liderîxistinê pêk tîne û dibêje min bibe cem hevalên min.”
 
Îşkence, şîdeta zayendî, tecawiz
 
Jiyanê wiha dirêjî dayê: “Di 24’ê Gulanê de Garîbe çalakiyê dike û 7-8 gardiyan diçin odeya yek kesî. Li wir şîdeta zayendî, îşkence û tecawiz tê jiyîn. Gardiyan dibêjin tu li derî bixî em ê te bikin odeya sungerê. Garîbe lêxistina derî berdewam dike. Li ser vê ekîbek mezin a gardiyanan tê û Garîbeyê bi erdê re kaş dikin dibin hucrê. Dibêje şalwarek lêbûye, şalwar jê de ketiye, ji korîdora gardiyanên mêr lê bûye tazî birine odeya sungerê. Garîbe 4 saetan li wir tê sekinandin. Piştre dibin odeya wê. Lê dema wê dibin, gardiyanên jin di lêgerînê de êrîşa zayendî dikin.”
 
Tevî serê wê xwîn dibe jî bijîşk tedawî nake
 
Jiyanê destnîşan kir ku Garîbe li dijî vê îşkenceyê hewl dide întîxar bike, piştî hewldana întîxarê bi saetan şûnde li erdê maye û birine revîrê lê bijîşkan ew derman nekirine û ev tişt daxuyand: "Tevî serê wê xwîn dibe jî bijîşk tedawî nake. Piştî Garîbe tê ser hişê xwe dermankirinê red dike.Tevî vê rewşê Garîbeyê dibin hucreya wê. Garîbe dema hucreyê ji me re vedibêje wiha dibêje; Pîsiya mirovan lê heye, Cihekî pir pîs û xerab e, bîhn jê tê. Ev der bi kamerayê tê şopandin.’ "
 
Garîbe 24 saetan li wir tê girtin. Derfetê ku hewcedariya tuwaletê li cihekî din bike tune û got ‘ji ber vê neçar mam li ber kamerayan hewcedariya tuwaletê pêk bînim.’
 
‘Dikaribû ku jiyana xwe ji dest bide’
 
Jiyanê bi lêv kir ku der barê îşkence û binpêkirina mafan ya li hember Garîbeyê de tu lêkolîn nehatiye kirin, tu dermankirina tibî nehatiye kirin û ev tişt daxuyand: “Îdareya  Saziya înfazê li dijî ku Garîbe carek din hewldana întîxarê bike, tu lêkolîneke psîko-sosyal nekiriye. Li şûna ku divê nirxandineke der barê îhtîmala ku dikare dîsa întîxar bike de, bê kirin, wê dîsa bi tena serê wê di hucrê de digirin. Li wir dikaribû dîsa hewldana întîxarê bike û jiyana xwe ji dest bida. Der barê vê de bêyî lêkolînek bê kirin, dişînin. Raporeke ku Garîbe bi tena serê xwe dikare bimîne an na, nehatiye derxistin. Rêveberiya girtîgehê tedbîr negirtiye. Garîbe ji ber bi xwişka xwe re diaxive, 5 roj cezayê hucreyê lê tê birîn.”
 
Bi hinceta parçeyek sunger jê kir cezayê hucreyê lê hat birîn
 
Jiyanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di esasê de polîtîkaya tecrîdê li ser Garîbeyê pêk tê û nameyên wê tên destesekirin, sansurkirin û wiha dirêjî dayê: “Tevî îşkence û  şîdeta zayendî lê hat kirin jî nirxandinek nayê kirin. Ji ber travma jiyaye parçeyek sunger jê kiriye û ji ber vê 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Li dijî van pêkanînan divê dozgerî bixwe bikeve nava tevger û hewldanan. Divê der barê girtina wê ya di hucreyê de û îşkenceya lê hatiye kirin de lêkolînek bê kirin. Me pir dereng xwe gîhand Garîbeyê. Piştî me hevdîtin kir, di 20’ê îlonê de me serlêdana sûc kir.”
 
Got bila tiştên jiyaye bên bihîstin
 
Jiyanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku piştî bi Garîbeyê re hevdîtin kirine, der barê rêveberiya girtîgehê, midûr û bijîşkê revîrê de serlêdana sûc kirine û wiha dawî lê anî: “Em ê bi pêvajoyê re eleqeder bin. Garîbeyê daxwaz kir ku tiştên jiyaye bên bihîstin, got bila der barê rêveberî, gardiyanan de û bijîşkê ew derman nekiriye de serlêdana sûc bê kirin. Em jî di vî alî de hewl didin û em ê heta dawî şopdarê mijarê bin.”