'TOKÎ li ser xwîna me hat avakirin'

  • 09:11 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Heyat A. ya ku li dijî TOKÎ'yên li ser hafizaya civakê tê lêkirin bi bertek e diyar kir ku gel mecbûrî TOKÎ'yan tê hiştin û wiha got:"TOKÎ li ser xwîna me hat avakirin."
 
Piştî qedexeya derketina li derve ya li Nisêbînê hat îlankirin şûnde amûra rantê TOKÎ ketin meriyetê. Bi TOKÎ'yên ku ji bo îktidarê wekî deriyê rantê ye hat xwestin demografiya bajêr bê guhertin û civak bê hafiza bê hiştin. Nisêbîn xwedî dîrokek e kevnar e. Jê re 'Bajarê Gulên Spî' jî tê gotin. Lê belê piştî çêkirina TOKÎ'yan ji bajarê kevin tiştek nema. Bajarê gulan kirin bajarekî ji beton. Welatiyên ku mecbûrî TOKÎ'yan hatin hiştin nerazîbûn û gazinên xwe yên li dijî vê yekê anîn ziman. 
 
'Di bin TOKÎ'yan de şehîdên me hene'
 
Z.K. diyar kir ku wan nedixwestin di TOKÎ'yan de rûnên lê belê mecbûr hatine hiştin û wiha got:"Di bin van TOKÎ'yan de hîna cenazeyê şehîdên me hene. Min heta dawiyê li berxwe da ji bo ku li TOKÎ'yan rûnenêm. Lê min nikaribû biqedanda. Xaniyên me xera bûn û me derziyek jî xilas nekir. Gelo min ê bi ku ve baz daba? Zarokên min hene, ez ji neçarî hatim TOKÎ'yan. Hemû welatiyên ku hatine TOKÎ'yan wekî min in. Kesekî ne xizan be nehatiye vir. Hewara min ji xwedê re ew e ku ji wan re neyê hiştin. Ev êriş ji hemû êrişan xirabtir e."
 
'Em ji neçarî û xizaniyê ketin TOKÎ'yan'
 
Heyat A. (50) jî yek ji wan welatiyan e ku xaniyê wê tê xirakirin û niha neçar maye ku di TOKÎ'yan de bimîne. Heyatê wiha got:"Xaniyên me li ber çavên me hatin xirakirin. Xaniyên ku qet zirar jî nedîtibû lê hatin hilweşandin. Bi wan re xwestin civaka me jî, dilê me jî hêviya me jî hilweşînin. Em neçar man çûn li gel xizmên xwe man. Me ew jî aciz kir. Em hatin nava bajêr me xanî kirê girt. Hevalê min jî beriya niha di partiyê de çay belav dikir û li wir qrîza dil pê girtibû û jiyana xwe ji dest dabû. Ez û zarokên xwe tenê bûn. Kar tune bû, di aliyê aboriyê de her ku diçû me tengasiyên mezin dikişand. TOKÎ hatin çêkirin û gotin îmze bikin em ê pereyê erdê we jî bidin we. Ji bo em nekevin TOKÎ'yan me li ber xwe da. Lê belê ji ber xizaniyê ji neçarî me par îmze kir û em ketin TOKÎ'yan."
 
'Ev êrişeke derûnî ye'
 
Heyatê diyar kir ku TOKÎ ji bo xerakirina xwezayê hatine avakirin û wiha pê de çû:"Ewqas bûyer li ser van erdan qewimîn ma ez mirime ji bîr bikim. Ma kesek heye ku bixwaze li ser van cihan rûnê û jiyanek aram derbas bike? Dil nikare rake. Ev êrişeke derûnî ye. Em niha berxwedanek jiyanê didin, bi her awayî em xwe ji nû ve ava dikin. Gelê Nisêbînê gelek êş kişand. Lê belê weke hercarê gelekî li berxwe daye. Bêdengiya gel nayê wateya tirsê. Niha êrişeke dijwartir heye. Ev avahiyên  TOKÎ'yan ji bo xerakirina çêkera me ya civakî ye."
 
'Dixwazin di serî de çanda me tune bikin'
 
Heyatê da zanîn berê mirov bêtir nêzî hev bûn lê niha tê xwestin mirov ji hevdu bên dûrxistin û wiha domand:"Em gelê Nisêbînê dîroka xwe beriya niha nas dikin. Gel çawa bi hev re yek bûn û ji bo hev fedekartî dikirin. Serê cîranê min biêşiya, yê min pê re diêşiya. Ji ber ku me hemûyan heman êş kişandibû. Em hemû xwedî heman birînê bûn, armanca me jî yek bû. Ji ber wê sedemê em bi hev re xurt bûn. Lê armanc nehatibe guhertin jî şert û mercên em tê de ne me ji hev dûr dike. Dixwazin di serî de çanda me tune bikin. Ji bo tunekirina me jî rêya herî serkeftî ev e. Me xistin van avahiyan û weke metropolekê kes kesî nas nake. Kes îşê xwe ji kesî nayîne. Heta em ji hev ditirsin."
 
'Jin di avahiyan de heps kirin'
 
Heyatê da zanîn rexmê her tiştî ew xwe ji nû ve diafirînin û wih got:"Em kurd in, ev çanda me ye û em ê biparêzin. Rexmê her tiştî jî, şert û merc çibin jî em ê biparêzin. Di navbera me de dîwar bilind kirin em ji hev qut nebûn, ma em ê ji vê projeya wan bi bandor bibin. Demeke li hemberî tenûrên me yên ku li ba avahiyan hat çêkirine nerazîbûn nîşan dan, lê belê em ê qadên xwe yên jiyanê bernedin. Jin car din di avahiyan de heps kirin. Hevseroka  şaredariya me Ayşe Gokkan wê demê ji bo jin bixebitin gelek derfet ava kiribûn. Lê niha yek bi yek ew destkeftiyên jinê ji destên wan hatin derxistin. Ez bawer im ku wê jin car din bi têkoşîna xwe serkeftinan bi dest bixin."
 
Heyatê herî dawî jî wiha diyar kir:"Jin çanda berê diparêzin. Tenûrên bi hinceta ‘Çêkera estetîk xira dike’ nedihatin xwestin werin çêkirin niha cihên kombûna jinê ne. Jin li vir kom dibin, hevdu nas dikin û têkiliya xwe xurt dikin."